pêşekîyek bo çapî dûhem

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  882 Dîtin
leser tom dujmine dinya - qizîة man’ alcim’Erebî -e
ke terkî to nekem terkî hemû dinya nekem çibkem?
meḧwî

sałî 1966 «hejar bo kurdistanim» xiste berdestî xwêndewaranewe û hestim bo řagirt û gwê qulaẍî dengidanewey bûm, ewî řast bê xwêndewaranî hawzimanim bûne çend beşêk û êstaş herwa likyan lê debêtewe, ewaney řikyan le şîw’î û deste çepyekan debêtewe gutyan «hejar şîw’îyekî pîse û bo ewe nabê dîwanekey bixiwênrêtewe!».

ewaneş ke wişke şîw’î kurdin û hemû dinyayan le bîre kurd û kurdistan nebê. gutyan «hejar faşîst û řegezawî û koneperiste û le entirnasyonał û deyalektîk nazanê û fiřî beser teqeddumyetewe nîye».

mamosta caşkekanî 66 wek mamosta biraym eḧmedKes û mamosta celal tałebanîKes û gecer gucerî dewr û beryan ke xoyan hawîştote koşî bêganan û kurde namûsî xoyan be pare û pûl be dujminanî kurd û kurdistan firoştuwe, nûkî qełemî minyan wek neqîze têřaçû, cûteyan le asman da. çawyan qûçand û demyan kirdewe, dujminî řay îmanit bê ew cwênî ewan dayan û êstaş herwa deyden, jine qerec xozgeyan pê dexwazê, dway ewe ke serzarekî têryan cwênî bazařî û bêşermaneda, leser řûperî řojname ’erebîyekeyan «newerNava taybet» û le kowarî «řizgarî le namûsNava taybet»yanda nûsîyan ke «hejar şayerî derbarî barzanîye û kê nanî bidatê bew hełdełê û bêganeyekî xwêntałe û dijî turk û fars û ’erebî biramane û xizmetkarî tirêstat û komperadorane» xway to eyzanê êstaş nazanim tirêstat û komperador beçî dełên! caşekanî řemekî û ’eşîretî bebê ewe tê bigen çim gutuwe beşwên dîwanekeda egeřan û belayanewe şitêkî seyr û xoş bû. tenanet hêndêk lew hełbestaney dijî ewanim gutbû kirdibûyane goranî û geřî řeşbełekyan pê degêřa.

hêndêkî řeşxiwên û hełeş ke be pele çawêkyan pêda xişandibû, taqetî serinicdan û lêkołîneweyan nebbû. gutyan «hejar herdeme leser barêke û kes nazanê biřway beçîye!».

bełam ew kurdaney ke betêkřayî pesendyan kird û layan wabû erkî xom wek pêşmergeyek beranber begel û nîştimanekem pêk hênawe, zor lew řexne girane zortirbûn û zor be diłgermî pêşwazîyan lê kird. tenanet le hêndêk mełbendekanî kurdistanda way birew peyda kird ke le bazařî řeşda nirxî ta bayî de dînarî ’êraqî hełçû. zorîş namey aferîn û pesendim le hemû layekewe bo hat û diłxoşyan kirdim û cê birînî dem pîsanyan bo birjandimewe. ca lêreda min lam waye ewî heqî bûbê tûře bê her mamosta caşkekanin, çunke ewan deyanewê parey xeyanetî here gewreyan bebê dengî biden be şerab û goşt û kes lêyan le hera neda. deşzanin xwêndewaranî dîwanî min le kurdistanda çendin û kên! ewî min leserî binûsim zor giranî bo tewaw debê.

ew bira kurdaney gutyan hejar şîw’îye û ewaney fermûyan koneperiste û ew destey layan wabû leser hîç baran nîm - gerdinyan xoş û aza bê - bew mercey leberyan giran neye û emcareş biřwanne nûsrawekanim û her le řûpeřî hewełî pêşekîyekeyřa ta dwa dêřî dwamîn peřî be leserxoyî û serinicdanewe serleber bixiwênnewe. ewsa boyan řûn debêtewe ke min kurdim û bes. kurdistan lay min le serûy hemû şitêkeweye û řûgey here pîrozme û hergîz řûm lem řûgeyem wernegêřawe û le peristinî paşgez nebûm û naşbim:

’aşiqî kurdistanim, gêlme gêlmey nazanim
ne farsim û ne’erew, tê nagem îmşî û birew

eger be sitalînim hełdegut, lam wabû kurdistan azad deka. eger begij hêndêk şîw’î ’êraqî û sûrîda deçûm pêm wabû zyanyan bo kurd û kurdistan heye. herkes dostî kurdistan bê û bo kurd behrey hebê, min koyley ałqe legwêy debim û pêy hełdełêm û leberî depařêmewe û her kes û her gelêk dijî azadî kurdibê û kurdistan dagîr bikat yan yarîdey dagîrkeranî kurdistan bida, eger hezar car sûr û zerd û borbê û hezar komperador û momperador bê bepêy twana begjîda deçim û leser tenaf hełî dexem û eger destim bîgatê dûdane şeqî teřîşî řê dexem. herkesîş leser ew bîrubaweřem lêm tûře debê û cwênim pê eda keyfî xoyetî. bełam debê ewende bizanin ke leser kurd û kurdistan cwênîşim pê bidrê û xwênîşim biřjê her be xełatî dezanim, wek le goranîda dełên:

degeł tome çawî çawim
leser to zoryan lê dawim
wemzanî xełat kirawim

xwêndewarî beřêz:

wek zanît le çapî hewełî em dîwaneda zorbey ew şî’ranem çap kird ke lenêwan 948 û 966 da nûsîbûmin. wa le çapî dûhemda ewaneşim xiste ser, ke le nêwan 66 û 69 şida nûsîwmin û herweha hêndêk le kone şî’rekanîşim ke nemdewîst win bin lem çapî dûhemeda cêm bo kirdûnewe. behumêdim le derfetêkî tirîşa ewaney ke leme bewlawe deyan nûsim pêşkeştî bikem. babzanîn merg maweman pê eda yan her le êstawe lêk dîdar axret debîn! xwa eyzanê!