pêşekîyek bo çapî yekem

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 6 Xulek  931 Dîtin

xwêndewarî zîrek, lam waye bîstûte ke le «qeysî ’amîrîKes»yan pirsîwe: to pêt waye gewreyîy musułmanan ebê bo îmam ’elîKes bê yan bidrê be mi’awyeKes? gutî eger řastitan dewê beşî leylaKesy mine û kesî tir mafî beseryewe nîye! wata ewîndarî řast cige le dilber û girawî xoy kesî lebîr namênê û hezar goranî û ahengî cor be corî wepêş kewn ew her be yarekey xoy hełdełê.

min diłdarî kurdistanim û leweta bîr ekemewe be tîn û tawî ew ewînewe esûtêm. bawkim mela bû, fêrî kirdibûm, eger nyazêkim hebê lexwa bipařêmewe bom pêk dênê. zor caran zor be hejarî destim berew ’asman berz ekirdewe û emgut «xwaye patşayekî çikolûkaney cwankîley kurdim bideye. zorim xoş dewê!» ebê çend minał bûbim ke pêm wabuwe patşay kurdîş wek leystok minał jîr ekatewe!

em xoşewîstîyet le diłî piř pejarema
têkeł beşîr mijîm û ledûy gyan eçête der

em diłdarîyem ke wa be kał û kirçî hate řû. pê bepê hengaw be hengaw le gełma gewre buwe û ta pitir çawim kirawetewe û diłim behêztir lêy dawe. bew pêyeş ewînî nîştiman û awatî azadîm pitewtir be tewjim û pan û poř û behêz û guřtir buwe. êstaş kewa pîr bûm zortir bew giřî ewînewe esûtêm û ke ełên «pîredar baştir giř egrê», lemin řûy dawe.

hemû awatim le dinyada emeye «gelî kurdîş wek hemû gelanî xudapêdawî serzewî le jêr çingî dagîrkeran û çewsêneran řizgarbibê û kurdistanêkî azad û serbexo pêk bêt, ałay kurdistanî azad û behêz leser hemû mełbendekanî kurdistan bilerêtewe, ta bistêk le xakî kurdistan lejêr destî bêganeda mabê û ta kurdêkî hejar berhemî řencî şan û nirxî xwedanî nawçewanî biçte naw gîrfanî dagîrkeranî bêgane û çewsêner û destibřanî nawxo, min be awat negeyştûm!»

zor kes zor car gałtem pê eken û ełên «ewey to le dûy wêłî zor dûredest û ḧesteme û hergîz dest nada! «bełê řenge zor çetûn û giran bêt û lewaneye bimirim û neybînim, bełam nabê diłdarî řast leřêgey nyaza bîr letarîkîy şew û kend û kiłoy řêge û dest lêweşandinî cinoke û dêwezme bikatewe. her hêndey lesere heta mawe bepêy twana boy mandûbê û lêy mandû nebê, ewsa eger le řêgeşa bimrê her bextewere.

dełên siłêman pêẍember mêrûleyêkî dît, zor belez û hełpe xerîke gił le damênî çyayekî berzewe egwêzêtewe, lêy pirsî: çîte wa şeketî? gutî: diłim leser mêrûleyêke û pełpî lê bestûm heta ew kêwey bo negwêzmewe mêrdim pê naka. siłêman gutî: hey hejarî çare řeş! xo eger sed hezar sałîşt temen mabê. hêşta hezar yekî em kejet pê lebeyn naçê. mêrû gutî: qurban le aynî diłdaranda lêk danewe dirust nîye!

her ke çawim kirawetewe û be dewrî xoma řwanîwme dîtûme «kurdistanî diłberim lenêwan turk û êranî û ’areba dabeş kirawe û ew sê gele musułmane, haw aynane, zor namedrane û bê bezeyî demyan tê nawe û xwênî gelî kurd emjin. têş geyştûm eger hêzî îstî’margeranî zil piştî negirtinaye neyan’etwanî bimanxene ew qefeze połaynewe û ta êsta tya nedemaynewe.

ełên dujminî dujminit dostî toye, minîş bew pêye û bebîrî xom tenya pena û pesîwêkî bo kurdî bêçare emayewe her supagey řojhełat û berey îştirakî bûn ke dujminî sersextî îstî’mar û dijî çewsanewey gelanin û xoyan be dost û yarî beşxurawan û lêqewmawan dezanin. her çendî le destim hatuwe bom nûsîwin û ta dengim biřî kirduwe hawarim lê kirdûn û hanam birdûne ber.

ke gelî kurdîş wek xełkî kûbaCih û cezayîrCih û mîsirCih û kwê û kwê lêqewmawin û bigre hezar pile kiłoł û çare řeştirin, awřêkyan lê bidenewe. ke ta êstaş her behumêdî ew awiřdanewe mil keçî awiř danewem! ca eger carêkîş le řojgarêka hestim kirduwe ke hêndêk lewane xoyan be pêşkewtû ezanin! řeftarî dwakewtuwaneyan řeçaw kirduwe û lêyan xoş nehatuwe basî kurd û kurdistan bikirê. yaxo eger minî hejarî derbederî xakeser behezar narî ’elî xom saz kirdiwe û ber û buxçem berew mosko têk nawe, ta dadî gelî hejarim berme ber pesarey xanedanî gewre. hêndêk le biraderanî kurd û ’arebî azadîxwaz! lêm bûn be çiqłî mem û zînan û neyanhêştuwe dengî hawarim bigate dadgay hejaran. naçar bûm leser bîrubřiway xom û leser kurdistanî diłberim wedeng bêm û řexneyan lê bigirim. ta kerîm qasim bo kurd baş buwe xoşim wîstuwe û eger le paşda hełî tozanduwe û le bełênî pêşûy paşgez botewe. minîş her bew gez û řibeyem bo pêwawe. eger le cengey şořşî pîrozî kurdida zanîwme xiroşof çekî bo qasim narduwe, lome û ser konem kirduwe û pêm wabuwe nabê be çekî kirêkar û werzêran kirêkar û cûtyarî kurdî hejarî hêmin û bêkes bikujrê. kurt û kirmancîyekey emeye «koyley kurdistanim û nokerî bayncan nîm». her kes bo kurdistan baş bêt supasî ekem û her kesîş zyanî bo gel û nîştimanim hebê begjya eçim. caba kuřî ḧezretî pelepîtkeş bêt.

lemawey ew bîst sałeda ke naw’axnî em dîwaney tya nûsrawe. zor şitî pêçewane û dijî yektirman dîwe. dyare nûserîş yekêke le gelekey xoy û byewê û neyewê naçare beser hatî gelî xoy tomar eka. ca min řenge lew maweyeda carubare tozêk tamî zarim gořabê. bełam eger bewrdî serinc bidrê der’ekewê ke nyazî diłim hergîz negořawe û herwek hemîşe pepûleyekim bedewrey giřî ewînî kurdistanî cwanewe û ta nebme çinge xołemêşêk be dem bawe dest le bałefře û peleqaje hełnagirim. wek «meḧwîKes» fermûye:

leserxo çûne, şeyda bûne, quř pêwane, sûtane
heta mirdin meḧebbet êşî zore, řêzî lê degirim

bîxwênewe û beçawêkî bê layenewe serincî bide. beşke şitî way têda hebê ber diłit bikewê. xo eger hemûşyanit pê çirûk bû. bîr lewe bikewe ke zor wişey kurdîm xistote ser kaẍez. emeş wabzanim her başe.