beserçiłî tozêk le beserhatekem
ba hîç karman bewe nebê ke min axo çi řêbazêkim girtuwe û le honînewey hełbestim nyaz û mebestim çi buwe? şayerim yan lapresenim? xoşim nazanim kamyanim. bełam řûn û aşkiraye sî û çend sałî temenim derbeder û małangeř bûm. nizim û berz û pîs û pak û bed û çakî zorim dîwe. be derdî kurdigutenî: dinyam qunekew kirduwe. bo nanewşkî řojane û bo cê xewêkî şewane le şagird meyxaneçyetîyewe bigre ta ’enbałî û quřekarî û gesk lêdanî małan û kaşî małî û aman şuştin û zibîł řiştinim kirduwe. ewey beser min hatuwe bederdî ḧacyeke gutî: beser ḧesen û ḧusên hatba seket debûn. be qetarî derece sê, otobosî derece dû, kełekî fû. be sefer çûm. le naw cergey hejaranda le nedarîda yekem bûm û degeł hejaranda jyawim. zor be paw gagaş be swarî zor bajêř û gund û goř û şîw û berbinar û şax û doł û deştî bêrûn û wişkaro û çoł û hoł û pan geřawim. şewgar le herzantirîn xan yan leser banî mizgewtan, carcar leser řełmî germ le saraye, zorcar lew kej û çyaye le eşkewtan, leser berdan leber baran û lengêze sitarim girtuwe û xewtûm. berg şiřî û bê şimekî û kewş çekî û çiłk û çepełî û gemarîy bê esponî û espêwnî hogryan pêwe girtûm û çawmyan bexo řahênawe. gwêçkem be cwên û pilarî xawen karî nalebar û řijd û xwêřîle xarawe.
wata derdî hejaranim ne bedem, be dił çêştuwe. mesel dełê: sed bijîşk be endazey derdedarêk nazanê nexoşî çîye? wîstûme řojgarêk dabê hejar le bêgar řizgar bê û begyandarêkî be’abřû ḧesaw bikirê û her beserî zîndû nemrê. bo pêkhatî em awateş şingiłêkî pêdawîst bo le xo bidrê û karêk bikirê hejar be bêçare xoran nexurê. pêşînanman gutûyane: minałî minał asayîş ta negrî şîrî nadenê. maf ke nesênrê nadrê.
serbarî derdî hejarî û leş bebarîş gelêk sałan berx asayî le gurgî wirgin tirsawim, polîs û mûçexoranî dewłetanî dagîrkerî wiłatekem hêrşyan betaw bo hênawim, naçarbûm be zigî birsî xo le qujbinan qaym kem nemdoznewe. daym lecê gořkêda bûm nek le şwênêk pêm bizanin û bimqoznewe.
le êranCih řam kird bo ’êraqCih, le ’êraq polîs řawî nam bo sûryaCih, le sûrya bûme qaçaẍ û lewêş debû le şwênewnke qoçaẍ bim. «obał bestom naheqîş nebû bimgirin» çunke minî nîwmin û nîwnîwminîş na, bê kes û bê der û bê kar wek cenabî mela fermûy be zigêg têr le dû zigan birsî, hêştanê ’arim nenabû, bexêr syasetim dekird, wata lesûr dořandibûm lekayem tê hełdênawe. wek dełên «kwêr heta demrê her be’awatî çawane». bo azadî tê dekoşam, le hawałî řê degeřam, beşku řojêk le sayey hawkarîy wanda ew řojane bibînmewe ke kurdistanî diłberim mawey sałêk tya jyawe û ałay xoy leser şekawe.
her komełêk bedem yan becîřey qełem bîgutaye bîrî azadîm lelaye, deçûme lay. degeł sûre xomałîyekan bûme aşna, hêndyan qisey xoş bo kirdim, hêndyan be dem diłxoş kirdim ke lam wabû her kesê simêłî sûrbê hemzaẍaye. sûr le pîlî kurd denewn û berew beheştî řadeden. ta serencam bom derkewt ew babe řasteş ziřxałe û fermûdeyan kirç û kałe û topî pite û naw betałe. ewaney hewsarim degirin berew kendełanim deben, çîm heye lewîşim deken, ’arebe řeşkey xosûrker bo ’erebayetî kirdin destî nazîy ałmanCih xwazî be bizmar le texte dabû. tenanet sûre kurdekeş ke boyan firîw dirabû be şanazî xoy be tazî ḧesaw dekird, bo řegez peristî ’areb bibuwe nokerî bê miz û kurdayetîy be lawe gunaḧ û sûç bû. be zimanî xoy ke kurdî bû neydedwandim, le ’arebîş kołewarbû. seyrî xoşîş lemedaye leweta le wiłatî ’areb kimonîstî peydabuwe? heta êstaş le mîsirCih û sûrye û ’êraq - megîn çilonkayî bûbêt - egîna kewiçk be destî ḧîzbekanî be giftî xoyan «kimonîst», serleberyan beçke kurd bûn. hemûş têkřa mamosta «xalîd begdaşKes»yan be mamostay here başyan pê nasandûyn. begdaşî kurd û mamostaş nawî kurdî bîstibaye wek diřkî webin kilkî den cûtey dawêşt. sûr manay ewe bû wabê, kurdekeş bikate ’arew. taze lew řengey girtûye nabê hergîz kał bêtewe, ca megîn taktîk têkî da.
pyaw ba qisêkîş bo diz bika, małim heqe car care řengyan degořa. ewîş kengê? mesel dełê «boz be leřî ». herkatê têyan degîra û le layen dewłet řaw dekiran yaxo le hetîte dedran. bo tefredanî ewaney kurd û kurdistan peristin ta penayekyan deskewê û le naw kurd biparêzrên û ser lenwê bibûjênewe. be zertik xoyan řeng dekird û wekû jê kafekey xoman kurdistanî yekparçe û meznyan dewîst. bełam her tirsyan deřewî, bar degořa. wek fitîley naw tewîle dway wey karyan pê nedemayn pifêkyan lê dekirdîn û le delaqeyan dadenayn. ’elaqeyan degeł kurdiperweran debřî û herkes kurd ba û bîgutaye min ’ereb nîm demyan deşkand.
degeł partî «hemzeKes» û «biraym eḧmedKes »da- wata xezûr û mamostay em mam celaley êstaman, ke deyangut ême bo kurd xebat ekeyn. her le êranewe derçûm řastewxo çûme layan û le jêr sêberî ałayan wek sofîlkêkî sawîlke le laşîpaney dergayan destewnezeryan dewêstam û fermanyanim bepêy twana be gyan û dił pêk dehêna. le paş çend sał, dway hezar ezmûnî swêrutał taze bexêr tê geyştim wek le beytêka gutûme «pûç hatûm be şwên kiławî qûça». partekey cê humêdîşim xoy be hîç kare dezanî û bibuwe kilkî ew taxme sûre zirtaney taney çawî kurdixiwazan bûn, kamey le partîye kurdekey leçaw memanan çazan bûn xoyan nawna awî awî kerwêşkeke û deşyan gut ême xest tir û bo birayetîy gelanî kurd çewsênewe bekartir û behest tirîn, bełam herçend kilkesûte û mastawyan kird behîç awa kurdayetî û kimonîstîy ew serdeme pêkewe pîłoz û cut baqye nekira û herçî wityan gemey pê kira û wek kurde le herdûk cêjnan bûyn. îtir minî hejarî derbeder û zwîr wek gay awkêşî koł û bîr le ceẍzêkî bê cemserda dexulamewe. hełe, yan řast, wazim zor le kurdayetî bû. dehołî kurdayetîyekeş daxekem dengî nededa, nimî enternasyonalîstî kêşabû. yan beqewlî kak zebîḧîKes: kozmopolîtîy têy řyabû.
leber em depařamewe, lelay ew dełałamewe pyawî çabin werin kurd bîn. eger her kimonîstîş bin biłên kimonîstî kurdîn û demanewê bew řêgeda kurdistanman azad bikeyn. nałêm dostî û aşnayetîy gelanî dirawsê meken. dełêm êwe nanî xotan leser sifrey turk û tacîk û ’areban derxiwardî mîwanan meden. ba bizanin xanexwê kurd bû. belanî kem miro dost bin. sûr dezanin her kurde leřûy dinyada ne naw ne nasyawî heye. le zor şwênan komełî bezey canewer heye hîç nebê êweş komełêk bo aga lew canewerey ke nawnirawe gelî kurd pêk bihênin. çi deqewmê? zû persivyan dedamewe turk û tacîk û ’arebîş be bîst û çend dewłetewe hemû bira gewremanin. ta biray zil jin nehênê bira çûke heqî nîye miteq bika.
êmey be xoman dełêyn kurd leber her ḧukmêkda dejîn lesermane qiřuqip bîn, nełêyn kurdîn. eger pêyan fermûyn çermiwîn, ême êjîn «befrî kejîn » eger gutyan tałe cwane debê bêjîn «kiłoy řejîn». debê heryekey lelayek biłêyn. arîyn, beçkey qeḧtan û nizarîn, turkî kêwîn. bezmanî ewan daxêwîn. xomanyan bo bekuşt edeyn. ta hemû wiłatekanyan berebere wek xwênî pijawman sûr debê û wek şîlan û denke mercanî naw bermûr dîmenyan dête berçawman, herga ewan sûr hełgeřan xoyan fermanman pê deden bêjîn kurdîn «kere memre behar dê» ’asman dûr û zewî sext emin çibkem? pyawî diłdar le řêgey geyştin be yar her karêkî la řewaye. çarî naçar bo ewe helim deskewê û dadî kurdan begwêy azadanî dinya dadem, be hezar tełeke û kełek degeł tazeřeng ałêkî dełemey hêşta kurd û kał xom řêk xist û herçonêk bû xom geyande cejnî lawan le buxarêst, derdî kurdim bo azadîxwazanî cîhan şî kirdewe, kîje turkêk deskê gułî pêşkeş kirdim û zor ’uzirxiwazî lê kirdim ke kurd le wiłatekey ewda ber siteme. nwêneranî gelanî dîş her kese be norey xoyan diłsozîy xoyan derbiřî. bira kurde sûrekanî hawřêm nebê ke leser em kurdayetîye karêkyan beser hênawim «’areb beser gamêşî xoy nehênawe.»
carêkî tir bo beşdarî le fêstîwałî moskoda ke bira sûrekanî ’êraq gutbûyan qey naka biçin? xom teyar kird. bira kurde sûrekanî sûryayî ke deyanzanî her kurdim. karêkî wayan pê kirdim «ba be dewarî şiřî naka», min û dû hewałekemyan ke yekyan kak zebîḧî bû nawna «xwêntał û împiryal», pêt wa nebê minîş destim dadenewand. mistî wam tê desrewandin gurçûbřibê û ḧałyan şiř bê, de car nawyan nam casûs û sedcar peşîman bûnewe û destewdawên debûnewe hawkarîyan degełda bikem ya kemtir azaryan bidem. ca eger leser kurdênî lomey sûre zirtem dekird? mamostakanî partîman le binewe keyfyan pê dehat. bełam le tirsî mel’ûn bûn neyan dewêra derî xen. ew jyaney ke min lew maweda řam bward eger be dirêjî bas bikirê mesnewîyekî ḧefta hezar menîy dewê! sûr ew sûren ke le kurdayetî tûřen. partî kurdîş bê desełat û bê biřişt hemû awatî eweye belanî kem be ałî û kałî ḧesaw ken. bełam lêyan qibûł naken, êjî sûrim, dełên şînî! dełêy wakim, dełên hînî û namanewêy. dewłetîş dijî herdûk la.
minîş carêk be sûrî tox, helêk be şînî çwîtî, çelêk benawî êranî sinûr peřênî ẍewarey bedkar dadenên û be çirawe le dûm degeřên ke bimgirin. bibûme metełî espê «ewlam tat û emlam tat wey babe cîqim derhat». qasim kûdetayekey kird, mela mistefa barzanîKes paş çend sał jyanî tał ke leser kurdayetîyekey be bombaranî dewłetî herezlî ew serdeme lexakî xoy derkirabû, le mihabadCih yarîdey komełey kurd û komarî kurdanî dabû, lepaş têkçûnî komełeş, destî bo dujmin nedabû, çûbuwe řûsyey şurewî û be penahendeyî jyabû, geřayewe bo beẍdaCihye. be hatnewey partîy jakaw, bûjayewe, kurdayetîy zor be hêz hate kayewe û nawî kurd û kurdperstan le dinya dengî dayewe. lemin her mepirse çon bûm! çend bew mujde geşamewe. kone aşnay çwarde sał lemewberim bû, ewsaş her tacî serim bû, her ke dîtmî û dwandimî, zanîm ewey le dûy wêłim dozîmewe, awatî kurdistane û bes. hîway minî hejaroke û ew merde aza û bekarey lexwa nebê tirsî le hîç kesêk nîye, tewaw yektir degirnewe. xom be sofîlkêk deşbihand ke nizîk benahumêdbûn xwa pîrêkî zor pîrozî bo geyandim. zor be bextî xom denazim ke le penay xoy penay dam, le say ewda bergî lalayî û merayî sałehay sałim sûtand û hewday tirsanim pisand û derwazey xemim daxra û girêy demim kirayewe. lewsawe leberpêy ewda, ke tademirim tozî berpêy be pîroztirîn şit dezanim, ta lêk dîdar axret bûyn be azadî çîm bedłida dehat demgut, her tenganeşim bo dehat deyparastim.
barzanî nek tenya bo min bo hemû nûseran çabû. bo bêkesKes wextî xoy kes bû. bo qanî’Kes û mam hêminKes û cigerxûnKes û giş nûser û şa’îranî bê beş û nakam birabû. eger kesanêk wa bizanin ke min bore xizmetêkim be zimanî kurdî kirduwe, ba memnûnî barzanî bin, çunke eger ew nebwaye kes peřêkî çapkirawî le nûsrawî min nededî. basî pyawetî û azayî û kurdayetî û merdayetîy mela mistefa barzanî zor kitêbî gewrey dewên ta denasrê, ke lêşim řûne denûsrên. bełam her şit bewextî xoy. min dezanim tarîx dawerêkî çake, hełe naka û peleş naka. be řojî xoy pak û pîs lêk hełdawêrê. le zor zerde qořey emřo ke herdem řengê degořn xo debwêrê û benawî ew kurde merde ser řûpeřî řêze nawî hemû kurdî şořişgêř û pyawî azadîxwa û aza û kurdistan peristî kon û taze deřengênê. ewî ke dełên «barzanî mird û nema » zor nezanin, barzanî hergîz namrê û neşmirduwe. gelêkîş lew dem hełaney dełên zîndûyn, lay min be mirdû ḧesawin. derya duř deşarêtewe û awmałk û kef weser dexa. ba çawenořî tarîx bîn, dwa řoj hemû şit derdexa.
ca ey xwênerî beřêz û xoşewîstî hawzimanim. ewa çapî sêyemînî dîwaneket pêşkeş dekem. tikaye ta serleberî nexwênyewe. ne cwên bide, ne basim be çake bike, be peleşî mexwênewe, lêy řamêne, wirdî kewe. beranber be řoj û katî nûsrawekey pê nûsrawe û boy nûsrawe bîr bikewe. ba têm bigey ke min çîm û çim wîstiwe. jyanim çilon tê peřîwe û çiham dîwe. eger be keyfêşt nebê hîç nebê ewe fêr debî ke wekû min hełe nebî û le hezar cê destit bezaxawda neçê. lewaneşe kesanêk ke serzarekî deyannasî û be pyagî xasyan dezanî byannasî çîn û çyan dewê. yan kesanêk ke fêłbazan be şat û şût be dizêwyan nîşandawî le xwêndinewey em dîwane tê bigey ke firîwdirawî û le hełe paşgez bibyewe.
beserhat û tecrebey sî û dû sałî řabirdûy awareyîy minî hejar behêwaşî şî bikewe û gewekanî têk xerewe û bîde ber bîrî řûnakit. ewsa eger hîçî wat weber çawkewt kemuskêk kełkêkî hebê řeḧmetêkim bo binêre. xo eger çî başt nedî û řêgekemit beşaş zanî ewsa gerdinit aza bê, cwênêk bide û bederdî kurde gutenî «tifî xot bawêjew biřo ».le kotayîda demewê kurt û kirmancî pêt biłêm «kurdim û bes ». herkes kurdperstî řast bê siławetim le dîdarî. emřo ewpeřî awatim řizgarbûnî kurdistane le bêgane. be fermayşî mam hêminKes «weten xerabe çi derbestî bîrlen û pekenim ». sa ewe to û ewe dîwanî «dêwaney kurdistan» .