qafyey becirit
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
780 Dîtin
dwênê le bazař le naw guzerda
cařî «duxanî şerqyan» eda
kuřêk be sîma û çaket û pantoł
serêkî řûtî be zułf û kakoł
be ’arebî saf be dengêkî řeq
eyut «edxinwa min dixan alşirqErebî»
legeł witî şerq, şirq şirq le dwawe
yekêk cirtêkî way bo berdawe
efendî awřî dayewe û minał
řay kirdû kabraş le dûy kewte bał
em xełke hemû kirdyane hera
pêçebedewrî kird le guzera
quř gîrabuwewe bo swaẍî dukan
kewtibuwe sûçêk neyandî hîçyan
minałî pêxawis hîç bakî nebû
neçeqye naw quř sûkê boy derçû
bełam efendî be qonderewe
çeqî û neytiwanî bête derewe
tekanî xoy da lepewřû boy kewt
hate derewe wek de’bay eşkewt
hemû dukandar awyan pya ekird
herçendêkyan kird quřyan lanebird
aferîn minał legeł qafyet
her bijîn legeł ’umir û ’afyet