be nawî «şêxî teratewend»ewe witûyetî

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  494 Dîtin
carêk le kwêstan le dem kelî xan
serxewm şikan hendêk le paş nan
jêr řaxer nebû binûm le serî
yek dû kelermim lebin dabřî
řamxist be yadî leş û larî yar
wek kilûy sipî nazk û nazdar
ke ebzûtmewe ew cîřey ehat
bew cîřecîře kewtimewe awat
xozge leşêkî naskî wam edî
bełam xewêk bû bom nehate dî
emřo yekêkî leşsipî û nazk
gommetey eda wêney kar’ask
be dewrma ehat ha bigre û bêne
wek çolekekey şwan xełetêne
eçûm be şwênya ew quney ekird
ha lêrew lewê destim bo ebird
cirtêkî kêşaw witî min dinyam
katêkim zanî le çoł û tenyam
dinya destikewtin xeyałî xame
jinêke wesłî her îḧtilame