ew ’îşwebaze derḧeqî min çare girje baz
Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
2 Xulek
2834 Dîtin
ew ’îşwebaze derḧeqî min çare girje baz
bêçare mawe bende, xudawendî çaresaz!
destim ke geyye damenî, mirdim le xoşyan
gerdim, xuda bikeytewe bew řutbe serfiraz!
î’cazî ’îşqe menşe’î her mu’cîzêkî ḧusin
meḧmûde bende, boye buwe padşa «eyaz»
ew çawe çî deka ke hemû ’aşiqanî kuşt!
bênaze naz eger ber û dewrî neda nyaz
pirsî ke: ḧałî çaw û derûn û diłit çye?
her eşk û ah û daẍe legeł sozî cangudaz
meşxûłî şerḧî «gułşenî řaz»m, defermiwê
sînem ke şerḧe şerḧe dekatin be têẍî naz
ḧuqqe û qełem le ber demîye şêxî nûştenûs
efsûngerî temaye legeł çerxî ḧuqqebaz
bibye le min, dirextî minî le’nete berî
ye’nî bike le kîbir û enanyet îḧtîraz
her kes tekellumî be ena alxîrErebî wek îblîs
emřo sibey xîtabye ya ayّha albirazErebî
ba zorî bê be kem megre ahî bê kesan
bem sirwe baye ’erşî xuda dête îhtîzaz
meḧwîNasnava edebî! nîsarî řewze ke emcare neqdî can
merg er nebû be ḧacîz û, hem çûyewe ḧîcaz