ew ’îşwebaze derḧeqî min çare girje baz

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 2 minutes  2168 views
ew ’îşwebaze derḧeqî min çare girje baz
bêçare mawe bende, xudawendî çaresaz!
destim ke geyye damenî, mirdim le xoşyan
gerdim, xuda bikeytewe bew řutbe serfiraz!
î’cazî ’îşqe menşe’î her mu’cîzêkî ḧusin
meḧmûde bende, boye buwe padşa «eyaz»
ew çawe çî deka ke hemû ’aşiqanî kuşt!
bênaze naz eger ber û dewrî neda nyaz
pirsî ke: ḧałî çaw û derûn û diłit çye?
her eşk û ah û daẍe legeł sozî cangudaz
meşxûłî şerḧî «gułşenî řaz»m, defermiwê
sînem ke şerḧe şerḧe dekatin be têẍî naz
ḧuqqe û qełem le ber demîye şêxî nûştenûs
efsûngerî temaye legeł çerxî ḧuqqebaz
bibye le min, dirextî minî le’nete berî
ye’nî bike le kîbir û enanyet îḧtîraz
her kes tekellumî be ena alxîrArabic wek îblîs
emřo sibey xîtabye ya ayّha albirazArabic
ba zorî bê be kem megre ahî bê kesan
bem sirwe baye ’erşî xuda dête îhtîzaz
meḧwîPen name! nîsarî řewze ke emcare neqdî can
merg er nebû be ḧacîz û, hem çûyewe ḧîcaz