ewendey ehlî dinyan ehlî dinya taqe řojê ger

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  3135 views
ewendey ehlî dinyan ehlî dinya, taqe řojê ger
be qeřnê min ewende ehlî xuda bim debme pêẍember
be kem megre siruşk û ah û nałey bênewayanit
ke seylî bê emane, tîrî diłdoze, guley werwer
çi kes nabê be kes darim, nye lew berdere yarim
xudaya to bikey çarim, kesêkim bê kes û bê der
çił û çoker mede dewrim, xudaḧafîz nesîḧet ger
le şekwey ’îşq û lomey ’eqił emin hem lałim û hem keř
zuban û gwê gile û pendî ne lê debyen, ne pê debyen
’ebes dên û deçin bem coşe ẍemmaz û melametger
le î’cazî meḧebbet çar fesiłim cumle bo cem’e:
siruşkim sûre, řengim zerde, lêwim wişke, çawim teř
syapoşin le daxî xet û xał û lêw û řû û zułifit
wenewşe û mîskî çîn û awî xizir û lale û ’enber
ciger kun ke, xwênî girye berde, sîne hełbidře
nîgahê ke, bibîne karî tîr û neşter û xencer
ke seyrî defterî sergeştegan û xaksaran û
syabextanî kirdin, dî hemû, meḧwîPen name bû serdefter