to nebî melce’î min bî ebeden nîme melaz

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  1895 views
to nebî melce’î min bî, ebeden nîme melaz
lew dere bêt û derim keyî, be xuda nîme melaz
qapî û babî kesêkî ke nîşanim de, biçim,
ẍeyrî qapî kerem û babî ’eta nîme melaz
temî ẍem ’alemî dagirtuwe, bê me’wa bûm
ber derî meykedeye û bes, lewela nîme melaz
bem hemû tîrewe, dił sînemî dî, ew şêre
lerzî hatê, witî: em bêşe nema nîme melaz
bexte, zahîd ke beheştî buwete me’wa, min
ẍeyrî bîtu alḧezenArabicy derd û cefa nîme melaz
şukirî ḧeq ber derî her feqre îqametgahim
ber der û barî ne sułtan û ne şa nîme melaz
bełke lew řêyewe min pey beme ’îmranî beqa
meḧuyaPen name ẍeyrî xerabatî fena nîme melaz