şêwenî pîremêrd bo govarî «gelawêj»
Li pirtûka:
            Dîwanî Pîremêrd
        Berhema:
                Pîremêrd (1867-1950)
        
             1 Xulek
             1409 Dîtin
        
        
    pîremêrd le 25 y abî sałî 1949da em hełbestey xwarewey bo daxsitinî gelawêj wituwe:
dad le dest cewrit, hey çerxî serçewt
wa gelawêj kewt, gelawêj boç kewt
asoy edebî kurdî piř teme
sifîdey beyan şîne, mateme
jîn bo gelawêj bûbû be perjîn
êsta le dway ew bêzare le jîn
«îbrahîmîbrahîm eḧmed» le naw nara sûtawe
seccadey  teqwa bê řayeł mawe
hîwaman waye ke çerx wergeřê
seccadem beser şetda bigeřê
pyawêkman emrê te’zêy bo degrîn
boç bo gelawêj negrîn ta demrîn?
gelawêj her çend carcare hełdê
le burcî xoyda dwayî her hełdê