kostî nwê

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  760 Dîtin
dîsan wa kostî nwêman kewtewe
geřî gerdûne kurdî girtewe
em dû darterme dû neřeşêre
zincîryan piçřan geynewe êre
leřêy êmeda gyanyan fîda kird
nawî biłnidyan wa bo xoyan bird
ew petey le milî emane xira
ewanî xinkand bełam pet piçřa
piłingî engêwraw behełmettire
gom heta qûł bê meley xoştire
wa pêman ełên dem be pêkenîn
gyanman fîda kird êwey pê bijîn
em cûte şêre dilêrey şerze
le naw mêjûda nawyan zor berze
hîç pêyan nawê kifin û difin û şîn
şehîdin le naw diłmana ejîn