pendî pexşan

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  1064 Dîtin
le şeřî cîhanî dûhemda japunekan le nakaw çûne kořî şeřewe dijî berey swêndixiwaran û hawkarîy nazyekanî ełman û faşsityekanî îtalyayan kirduwe. pîremêrd le martî sałî 1942da bew boneyewe em hełbestey xwarewey wituwe:
zistanî emsał êcgar sext û sard û sołe
pîrêjin û pîremêrdî kird be giłołe
kewtîne sûtandinî gwêswane û kemołe
serapay cîhan ebrîqêtewe sehołe
çałe befrekan her le xowe piř bûnewe
çilûre beser gwêswaneda şoř bûnewe
ême zortir le burcî pîrêjin etirsîn
ewîş hat û têpeřî kird řoy û xelestîn
xoşî xoşîman bû demanut ke behare
îtir demî bos û kenarî coybare
keçî felek le nakaw lêman beqîna çû
awat û xoşî beharman ałuzka û têk çû
çiłke hewrêk lew peřî şerqewe peyda bû
birûskey da yacuc û macuc be yekda çû
senẍaforey sûtan hemû cawey hełqirçan
bełam zorî pê neçû zirmeyan lê hełsan
hewryan parçeparçe kird û tirsyan le naw bird
hemû yacuc û macucyan tefrutûna kird
êmeş le şwên xoman wekû berzekî banan
řizgarman bû wek ne baman dîbê û ne baran