hawîn

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  842 Dîtin
pîremêrd em hełbestey xwarewey le 27y abî sałî 1941da beboney ew giranîyewe wituwe ke le şeřî cîhanî dûhemda řûydawe.
heway hawîne, heway hawîne
emsał hawînman zor lê beqîne
giřî agirî sebûn betîne
bergî asman bo ême şîne
fesłî gułşenî baẍî pênciwîne
***
ew sebûneman le kwêwe bo hat
be tînî germî hełqirça wiłat
estêrey tal’ řûy kirde nehat
bê şine û sirwey şemał kizumat
dił bem germaye kiz û ẍemgîne
***
girdekey yare cêy xoretawe
řêgay seyranî newroz besrawe
karêzî şerîf awî nemawe
erxewan liq û popî şikawe
girdekey seywan cêy zar û şîne
***
sa xwaye hełkey kizey şemałê
heway jengî ẍem le dił bimałê
ay bo dengixoşêk legeł şimşałê
be ay ayewe têr bom binałê
derdim karîye û cergim birîne
***
guł buwe be xar, bilbil piř cexar
baẍewan kewtuwe le pena ḧesar
şabaz tořî kird, gila mîrişkar
yekser giranî kewte naw bazař
kewtûne řewac siłq û pełpîne