bo «milk ẍazî»

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  587 Dîtin
melîk ẍazî le dway melîk feyselî bawkî buwe be melîkî ’êraq, le tafî lawîya buwe be melîk û ’êraqyekan ta řadeyek xoşyan wîstuwe çunke gelê hełwêstî başî hebuwe, her eweş buwe ke buwete hoy kuştinî. pîremêrd le 4y nîsanî sałî 1939da em hełbestey be nawî bêsaranîyewe bo ewe biław kirdotewe.
emřo řořoye û şîn û mateme
çerxî nîlgun xumxaney ẍeme
behar řû zerde řengî wereme
hewr boman egrê hêşta her keme
taze nemaman ser le gełaye
tazenemaman ser le giłaye
dinya germ bû wadey sêber hat
sêberî ême řûy kirde nehat
ew ڕۆێشت bo xoy cêgay beheşte
ême kewtîne şeřî kenîşte
dinya xirap bû ta hat egořa
cêy çak nemawe meger le gořa