bo «ḧacî ’elî aẍa»

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  474 Dîtin
pîremêrd em hełbestey xwarewey le 27y eylûlî sałî 1939da bo koçî dwayî ḧacî ’elî aẍay aẍate ke bawkî ’ebdulła letîfe wituwe ke lew kateda le şarî beẍdad koçî dwayî kirduwe.
muḧîbbî alî kak eḧmed, sidîqî neslî geylanî
enîsî ’alim û faził, celîsî şêxî ’usmanî
çirayêkî silêmanî bû şewqî dabuwe beẍda
le cêy perwane xoy bûbû be xizmetkarî însanî
xwa bew xizmetey kirdî, mikafatî wa dayewe
le xizmet bawkya nêjra le berpêy ẍewsî geylanî
le asmanî ’îbadetda şu’a’î mang û řojêk bû
be feyzî qadrî neqşî minewer ban û eywanî
ełêm ḧeqme bitorêm boçî to pîş xot nedam gyane
xerîkim pareparey kem kirasî ’umrî giryanî
hemû xizim û kesukarit heta beẍda seferyan kird
ewa min dêm le xizmetta heta derbarî subḧanî
du’a dênim legeł xomda be dyarî barêkî sûke
le cem’î alî qurbanî û hemû şarî silêmanî
ke çûy bo «cinة alim’ewîErebî» eme te’rîxî řoynte
’ilî ẍalb çuwe maٔway azadî be mîwanî