pêşkeşe

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  512 Dîtin
bo ew daneyey wa le çemçemał
her ew tê’ega le qal û le ḧał
pêşkeşe
le lam textî silêman boye ba eybird be asmana
bizanin sełtenet «ba» ye, beqa nabê le însana
kewabê ger wehaş bim, textî «ba» birdûm lela «ba» ye
ke «ba» bîba, kebabê bê, kebabîşim le xořaye
mełên: to newsinî! bawkim be nanêk cennetî dořan
min ew nane kebabîşî legeł bû diłmî hełsûřan
le kurdîda kebab babołeye, bawkêke wek babe
ke firzend bim îtir bo qedrî bab negirim «erê babe»
ełên ałtun be hełkendin, bedest dênin lenaw berda
be řoḧ kendin meger pareperistî destî lê berda
be sed dane dełek zatêk leser kursî emel danra
dełek nebwaye çon wa zû ew cêgaye be ew edra
be birjang dewrî çawî xom tenî, telbend û pasare
newek xew bêt û ew derçê ke xew zordar û lasare