germey têkełî le germa û germa

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  457 Dîtin
ax! xozge emtiwanî, em cilwe û ahenge ke le zimanî kurdîda heye, em hemû mułkî meram û me’naye ke le witeyekî ewa peyda ebêt, be zimanî çend dewłetêk emhênaye pêş çaw hetakû têbgeyştinaye ke zimanî kurdî çend řengîn û diłinşîne...
germey têkełî le germa û germa
bo siřî serma bikêşin be serma
lecêy kemere dest le kemerda
be boy henasem sing sêwî derda
ke cû le tirsa, coy cû le tirsa
parsa parseng bû bo peçe tirsa
par pařamewe be nîgay tika
ebroy pêk hêna, abřûm tika