sozî pîremêrd

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  875 Dîtin
yaran ferhadim, yaran ferhadim
be wêney ferhad her řenc be badim
hem mecnûnîşim le hoş azadim
kurdêkî petîm boye naşadim
dû ’aşiqî kon herdû nawdarin
herdûkyan kuştey ’eşqî diłdarin
herçî şa’îre bo efsaney ’eşq
pîşey ewanyan kirdote sermeşq
tahirbeg ełê: yaran ferhadim
cênşînî xas qewmî ferhadim
welî dêwaneş ełê: mecnûnim
dêwane, wars qewmî mecnûnim
îtir mecnûne yaxud ferhade
teraney ’aşiq dad û bêdade
yekêkyan mecnûn qeysî ’amrî
ewî tir ferhad le dinya berî
ferhad kurdêkî dewrî bêstûn
le ’aşiqîda şêttir le mecnûn
mecnûn hîç nebê leyl diłxiwazî bû
le mindałîşda leyl hamřazî bû
ferhad be tefrey şîrînî bednaw
her le xoyewe pêy xoy xiste daw
nedîw, nenasyaw, ředû kewtibû
wek kiçe menguř hełyangirtibû
be syasetî řeqabet hênay
ferhadî kirde dostî canfîday
xusrew leşkirî îsfehanî bû
şîrînîş řêkewt ferhadî bo bû
ferhad eyzanî ke bo řeqabet
pêy ekewête dawî syaset
be ’eşqî şîrîn teşwêy eweşan
be zorî bazû kêwî eřûxan
şîrîn û xusrew bûnewe be yar
ferhad qułingî xoy lê kewte kar
xo min ’aşiq nîm ’eşqîş nemawe
le naw diłxiwaza bê şermî bawe
bełam min leser ’aşiqanî pêşûm
teşwêy syaset buwe be têşûm
emewê kêwî bêstûn kun kem
be zimanî şîrîn şwênî xom win kem
ax çî bikem legeł serniwîştî xwa
kurd be qałey dem zû tefre exwa