wa dwabedwa

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  504 Dîtin
wa dwabedway yek koçyan kird awił
tenha min mawim pêm řoçote gił
yaran be pełî dewranî dujmin
biław bûnewe wek xeyałî min
tozî dway koçî ewan dyare
bew toze çawî dił bê qerare
şwên hewargeyan kuçk û kełeke
berdî piř derdî deştî fełeke
ew berde řeşey kuçkî agirdan
hem bextî mine û yadî hamferdan
bewe tesellay diłî xom edem
kewtûme dwayan be mawey zorkem
řoyn baştire le zwîrî û zarî
merg legeł awił cejne û keyfdarî