be nawî «pîrweysî xilk» ewe witûyetî

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  495 Dîtin
yaran kwêxayî, yaran kwêxayî
karêkî pêm kird derdî kwêxayî
le gel mamewe kewtime tenhayî
zebûnî kirdim derdî řîswayî
kwêxayî lêm bû be textî şayî
le destyan sendim her be xořayî
daxim ew daxe ke be şîrbayî
geyne kwêxayî û lexo bûn bayî
le diłma nema aheng û şayî
le çawma win bû nûrî bînayî
zikirî mewlewîKes û řeqsî semayî
bo min bûbûne sîřřî semayî
wek gêjełûkey xêłî dwayî
’umrî kwêxayî xiste kotayî
xûy cîhan waye be bê wefayî
lay kes nemawe boy aşnayî
eger bom řêkewt be xwastî xwayî
bûmewe kwêxa be diłnewayî
sed dewrem biden řûtey awayî
be kilkeleqêy kes nabim bayî