be nawî «qimbir ’ilî» yewe witûyetî

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  541 Dîtin
le xew hesta bûm, le xew hesta bûm
ber le beyan bû le xew hesta bûm
şi’ur le kelley xałî pesta bûm
gwêm řagirtibû bo bang westa bûm
şew şewkirasî xumî xoy dakend
aso be şefeq kewte şekerxend
berqî pêşxaney seḧer sitêza
supay estêran le řoj gurêza
leser minare serberzî bê der
biłind bû bangî «alilh akbirErebî»
bilbil be neẍmey xoş awazî berz
eyxiwênd le serçił be nałey sed terz
aferîdekan her yek be řengê
bo girdukoşî deng û ahengê
yekêk ekewte şwên xulyay şayî
yekêk egrya le bê newayî
şêx le řabtey keşif û keramat
goranîbêjîş şeyday meqamat
bitperist hewłî kilîsayane
’ereqxorekan mestî meyxane
bedkar şwên bed û, xêrewmend bo xêr
ḧacî bo ke’be, řahban bo dêr
herkes karêkî pê sipêrrawe
le řojî ezel xwa boy danawe
her min bêkarim wek kabray pîrem
xoşim nazanim ke le kam tîrem?