yarî çawyeşaw

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  560 Dîtin
dîde, dîdey to! dîde, dîdey to
ba geyandye gwêm, êşî dîdey to
dîdey şabazî xoş perwazî to
dîde nimûney ’îşwe û nazî to
qulapî cergî ewey etbînê
îtir xudgîrî lela namênê
ay cezbey çawit çend be te’sîre
be nîgayekî dił çend esîre
ḧeyfe ew çawe leber çaw nebê
diłî ’aşiqan pêy bedaw nebê
şêtî çawit bûm çûme mîrî sûr
do’am bo kirdî le nizîk û dûr
çawî çiłkine lêt kewtote kar
be «an yikadwaErebî» bot kewtime hawar
kaşkî duktorî çaw bûmaye min
řegî çawyeşem ekêşa le bin
dermanî lay xom edozêtewe
bêm çawit maç kem çak ebêtewe