kone firoşî

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  826 Dîtin
gyane diłekem kuł û koyetî
arezûy tîrî pencey toyetî
demêke gîvey tîreket naye
çî bikem jîr nabê be laye laye
bestûmetewe be hewda benê
bemlaw bewlada herwa mil enê
min wam’ezanî ke dił pîr ebê
egeřêtewe lay min jîr ebê
keçî nasrewê sa qurban tîrê!
zor sereřoye aman zincîrê
tawtaw tuřřey tay pîşande tar tar
lûtî zor berze boy bike be mehar