wam’ezanî

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  948 Dîtin
wamzanî ke min diłim da be to
diłî toş bo min ebê be meko
çî bikem diłey şêt tûşî toy kirdim
be sewday bê sûd le nawî birdim
toş têgeyştûy dił wa duşmine
îtir le lay to buwe be gay bine
egîna eger duşmin nebwaye
net’ehêşt bête ew berdergaye
bełam gyanekem maddey to boşe
le têkełîda her řastî xoşe
diłî ełmasî bêgerdim ewê
şitê saxte bê zû der’ekewê
tuxwa ḧeyf nîye wek ełmas cwan bî
be jengî xwênî ’aşiq penhan bî
dił bifřênî bedxû bî wek xot
em cewr û zore xêrî çîye bot?
çî debê řojêk eger hî min bî
dest neweşênî û satêk hêmin bî