êsta xew boye nayete naw çaw

be nawî «zergeteyî» yewe le kanunî dûhemî sałî 1942da witûyetî
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  710 Dîtin
êsta xew boye nayete naw çaw
cêy ew nemawe piř buwe le aw
boye nayełê ke xew bibînim
ba be xewîş bê nek ew bibînim
dû çawim heye: yekêk çawî ser
ke bo řêgay dûr penay dête ber
bełam çawî dił bo dûre menził
hîç man’êkî bo nabê ḧasił
eger ew perway çawî ser eka
çawî dił hênde tîje ser eka
min le xwam ewê ew xoy binwênê
wesił giřî ’eşq da’emirkênê
lezetêkî wam le ’eşq dîwe
mułkî azadîm bewe kiřîwe
be ’eşq azadîm bo hatote dî
wesił namxate jêr barî maddî
min be ’eşq û ew be ḧusin exuřê
her cwane le şwên ’aşiq egeřê
eger mecnûn û ferhad nebwaye
leyla û şîrîn çon ehatne kaye
bełê ta ’aşiq řojî wek ew bê
ebê beyanî řuxsarî ew bê