watey pexşan

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 3 Xulek  906 Dîtin

ax! xozge fen ewende serkewtaye ke be mînatuz wêneyekî biçkoley tom le ser sîney xom bikêşaye û bibwaye be nexşî ser dîdem, ewsa dîde, kilî koy tûr... taqe tûrêkî nedehêna le lam.

xozge wek řadyo çon deng řa’ekêşê û deng edatewe, peřey gwêçkeş cazbeyekî way bibwaye ke dengî tom hemîşe le gwêda bwaye. ewsa emkird be ahengî řoḧim... ewsa dengî dawid û zebûrim be efsane ezanî...

xozge ḧilul û tenasux řast ebû, řoḧim eçuwe qałbî pepûleyekewe û hemîşe be dewrî serta egeřa.

xozge teyareyekim ebû, xoşim emzanî lêyxořim, swarî teyarem ekirdît û embirdîte ser kêwî qaf, ke ewsaye be tenha çûbûm, bebê to ew kiçe gurcye peryanem lela hîç bû, emustim bo řa’ehêştin û heřeşem lê ekirdin û emut: řamewestin... eçmewe, efsertan bo ehênim, ewanîşim ekird be karekerit.

xozge şa’îr bûmaye, ew şewî mangeşewî behare ke le nîweşewa çûbûyte estêłekey karêzî «ḧisênî ’ezîz coła» û lewê danîştibûyn, emřiwanîye to... şewqî mangeşew dabûye řuxsarit, şewqî řûy toş dabûye awî estêłeke. aw le řûy toda elerzî, estêre le estêłda elerzî, gyan le endamî mina elerzî... hewa elerzî, gya be hewa elerzî, le lay min hemû cîhan elerzî.

ca eger şa’îr bûmaye, be şî’rî to, lerzem exsite ’alemî şî’rewe, xozge ewkate xoşt lew aweda be çawî min xotit ebînî û diłit elerzî.

xozge wek ’eşqî min kon nabê û takû pîrtir ebim ew ’eşqe tazetre, xozge cwanî û şîrînî toş hetakû min mawim herwa bimaye...

bełam ax û dax!!

min le xakim û to le êsk, em êske sûket zû eřzê. lêreda wa be çend şî’rêk ke le konda bo newciwanêkim witbû wa bew boneyewe bo carêkî tir biławî ekemewe:

bitzanyaye
bitzanyaye goře serencamî jînî to!
eřzê lejêr giła qed û bałay sîmînî to
namênê xał û mîl û dem û pêkenînî to
diłit nedeşkandim!
bitzanyaye cameyekî caw leber ekey!
tełqînî kwêrekane lecêy dengî nay û ney
lew cêge teng û tare betenhayî hełdekey
le xot nedetarandim!
bitzanyaye ke cwanî guzergay pîrîye!
mergîş kut û piřêke, dewa napezîrîye
dwayî ewey ke be cwan ebřêt destigîrîye
cwanît pê denwandim
bitzanyaye dest lemlanî katî beyanyan
çend xoşe ta le goř exzêy mest û têkxizan
çarey be bezmî waye ẍemî gerdişî zeman
wa řatnedepeřandim!