newbehar

le sałî 1940da be nawî «zełmî» yewe witûyetî
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  742 Dîtin
yaran newbehar, yaran newbehar
xwa neş’eyekî way da be behar
gyandar û bêgyan, zewî û gya û dar
xiroşa û zełmîş kewte hařehař
serî naye deşt wêł û bê - qerar
be şořî şêtî xoy eda le dar
***
şarezûr bergî sewzî leberda
kemerî zîwî çem le kemerda
heway bûkênî taze le serda
çend xwazbênîker le dax û derda
destî le zaway nêremûk berda
le derdîserî nabekar bêzar
***
nêrgis be dîdey şox û şengewe
poř be kinaçey xoş’ahengewe
řawker be şwênya be tifengewe
nêreker be coş zeř û dengewe
hendê be sewday qengey bengewe
heryek be řengê kewtûne řûy kar