xo to xwa nebûy sucdem bo birdî
ey bê wefa
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
1 Xulek
929 Dîtin
xo to xwa nebûy sucdem bo birdî
wek bit û senem le milim kirdî
taqî ebrotim kirde qîblegah
berdirgaketim kirde xełwetgah
nawî tom kirde wîrdî zimanim
le cêy tehlîley řoj û şewanim
cige lemaneş erkî diłdarî
le girye û řořo şîwen û zarî
emane hemû temenî cwanî
pêşkeşim kirdî zor be’asanî
ke çî nemzanî çî way lê kirdî
ew diłe řeqey nerim nekirdî
bełam ezanim řojê le řojan
lem diłřeqîyet eka peşîman
le peşîmanîş hîç sûd nabînî
asin be ejnot ebê bişkênî
bo minî kiłoł wa petyaret kird
bo xoyşit ke xot, xot bem derde bird