mibḧis aluḧdة
Li pirtûka:
Eqîdey Merziye
Berhema:
Mewlewî (1806-1882)
3 Xulek
986 Dîtin
gerdelûl toz kesret hełî kird
sefay le řûy cam derûnim labird
dił xefes le naw toz û xakda
bê weser tewḧîd zatî pakda
erçî bo wicûd new’î duwemîn
yek wacb wicûd kafye yeqîn
leber îstîẍna bew yeke bê şik
bexuda nawin herdû ya em yek
lakîn ewweł car ke pêy nya naw
’eqil te’eddud têrête berçaw
bolabirdinî tozî weswase
nefî te’eddud bikirye xase
«wacb alucudErebî» kunhî mexfîye
řase nayzanîn, zanyag nîye,
lakîn dezanîn yek ḧeqîqete
em zanînîçe be ḧeqîqete
boç? ḧakî le ew her mefhûmêke
yeqîne ełbet, meḧkîç yekêke
boç? ew yek me’na ersed kullîye
tesewwirî men’ şerîkî nîye
aya zatî wê bo «matiḧitErebî»y xoy
ya ’erezî wê, tefawut nekey,
ḧîkayet nakirê, zerîfî bişnew,
umûrî kesîr muxtelîf be ew
mer muşterîk win le çiştêda gişt;
le giştyanda mewcûd wê ew çişt
her ew yek çişte meḧkîye «balzatErebî»
ḧîkayet lewan «baltibi’Erebî» dekat
lemeda çi toz şubhe û şikêke
meḧkîy ew tenya me’na yekêke
هەرگاە ke meḧkî yek ḧeqîqe bû
çunke ḧakîy ew bew terîqe bû
eger bo ferdî bwî tekessur
«xarca kima ḧîs altisurErebî»
pes be emrêke temîzî efrad
lew mahîyete muşa’e zyad
te’eyîwin be nefis ew mahîyete
nawê; mahîyet çunke yek çişte
te’eyîwin er lew terettub kewê
çilon te’eddud bo ferdî dewê
le te’eyîwinda ewa bû îsbat
ḧacet be emrê zyade le zat
te’eyîwnîç xo řase û cazîme
degełî wicûd mutelazîme
lazim bû nebû wacbî me’bûd
«zatih balzatErebî» mebde’ bo wicûd
«hif» yanî: «haza»: em lazmîye
«xilf»: xîlafî ferzî êmeye
payanî eme be batîl zate
boçî? îḧtyac «xasةErebî»y îmkane
beł er tê fikirî dîsan lazim hat,
herwek îḧtyac, terekkub bo zat
«ey mima bih alaştirak kanErebî
û mimş bih alamtyaz banErebî»
eger bipirsî boçî «wacbîn»
yek mahîyet win ya muxtelîfeyn
le wicûbda şerîkin herdû
ewîç yek me’naş xo lêt me’lûm bû
ke me’xûz nawê yekê le emreyn
meger le çiştê «miştirk fî albînErebî»
boy we me’xez mebde’ bêguman
ew çişte bo ew yek me’na witman
ke îştîrakit lewêda da saz
emrê tir «labidErebî» bû bo îmtyaz
boç? şey’î waḧîd qed nawê be ’eyn
lebo emreynî muteẍayreyn
leber yek ḧakî meḧkî waḧîd bû
îmtyaz be emir le zat za’îd bû
lazim hat terkîb «bila tirdidErebî»
wek ḧacet «bina ’ilî alti’didErebî»
bem xulfe le gerd kesret lazim bû
wagerdî kesret le řûy dił laçû
leser doşekey le kesret pakî
gwê řadêr xoş xoş le meḧkî û ḧakî
binû we tewḧîd ew bê çûnewe
we goř şubhey «bin kimune»we
naguncê dîtir teqrîrî za’îd
kelam bête ser beḧsî ’eqa’îd
serdî mesa’îl bwê we tefsîl
eẍłeb bê delîl, car carê delîl
tehzîbî kelam nekeyn zerîfe
beḧsî sîfat û zatî şerîfe
qend ta mukeřřeř, muşk ta wekotir
mezaq şîrîntir, demaẍ xoşbotir