ḧesenî qizłicî û bîrewey û hełwêstêk beramber çîrokî kurdî

Li pirtûka:
Koy Berhemî Qizilcî
Berhema:
Ḧesen Qiziɫcî (1914-1985)
 25 Xulek  1536 Dîtin

ewe bû destey nûseran le jimarey 7y govarekemanda biřyarî dabû, ke her care le barey pelêk le pelekanî edebewe, çend pirsyarêk bixate berdem nûserekanman, çi tak tak û çi be komeł... takû bîrewerî û kird û koşyan le meydanî edebda tomar bikeyn û derbarey cûłanewey edebîy emřoman agadarî hemû çeşne lêkdanewe û têřwanînêk bîn û řêgey lêkołînewe û lêdwanî hunerekanî edeb be hoy govarekemanewe text bikeyn ta bête keresteyekî bekełk û ew bîrewerîyaneş tomar bikeyn ke dewrî pêşřewî le edebekemanda dyarî deken. wa emcareş dîsanewe derbarey çîrokî kurdî em witare biław dekeynewe, ke birîtîye le wełamî mamostay çîroknûs ḧesen qizłiceyî derbarey ew pirsyaraney ke govarekeman arastey kirdibû supasî hestî xawên û berzî mamostaş ekeyn.

nûserî kurd

namekey mamosta ḧesen qizłicî

birayanî beřêz, destey nûseranî govarî «nûserî kurd» dway řojbaş û siławî germuguř.

nameketanim le katêkda pêgeyşit ke nexoş bûm û lenaw cêwbanda kewtibûm. pirsyarekantan tewawî bîrewerî řaburdûmî hênawe berçawim. be taybetî bîrewerî ew serdemey ke wekû şa’îrî ’eřeb dełê:

wikna bactima’ kalsiryaErebî
fisîrna alziman binat ni’işErebî

ew řojgaraney ke lenaw xizmekan û kesukarimda dejyam û demxiwênd û edebî ’eřebî û farsî fêr debûm, we êsta yekdûyekyan nebê hemûyan le jêr xakdan. ew zemanem boye webîr kewtewe, çunke pêwendî be yekê le pirsyarekanewe heye.

legeł siław û řojbaşî germ, we řêzî zor û zewend, serkewtintan le wepêşxistinî edebî kurdîda be awat dexwazim.

biratan: ḧesen qizłicî

pirsyarî yekem:

«le barey seretay nûsînî kurte çîrok le edebî kurdîda yadgartan çîye, we ewey pałî pêwenan bo ewe ser bem dergayeda biken, we ew çîrokaneş heweł car detxiwêndewe û çêjit lê edîn kamanen?!»

em pirsyare le sê beş pêkhatuwe:

1. le barey seretay nûsînî kurte çîrok le edebî kurdîda.

2. ewey pałî pêwenam ser bikem bem dergayeda.

3. ew çîrokaney heweł car demxwêndnewe.

beşî duwemî pirsyareke le twêy pirsyarî sêyemîşda hatuwe. leber’ewe êsta wełamî beşî yekem û sêyem dedemewe.

beşî yekem... lew pirsyare le barey seretay nûsînî kurte çîrok le edebî kurdîda:

nûsînî kurte çîrok ke be hêndê le zimanekanî urupayî «novîł-» û we be řûsî řaskaz- znovellay pê dełên be manay řasteqîney wişe û le seda sed, le Racckaz zimanekanî dîkey řojhełatî naweřast, yanî ’eřebî û farsî û turkîşda. lemêj nîye, we mêjûy ewe merg tak û terak, egîna le şeřî hewełî cîhanî kontir nîye, çunke kurteçîrok bew mana taybetîyey heyetî lenaw ewanda baw nebuwe, we le edebî urupayî wergîrawe.

nûsînî kurteçîrok lenaw gelekanî řojhełatî naweřastida bestebuwe be aşnayetî ew gelane legeł edebyatî urupayî, we herweha besteş buwe, be damezran û peresendinî çap û çapemenî lenaw ew gelaneda. herkamêkyan zortir aşnayetîyan legeł edebyatî urupayî peyda kirduwe, we zûtir çap û çapemenîyan damezranduwe zûtir destyan kiduwe be nûsînî kurteçîrok. çunke kurteçîrok wekû şê’ir nîye çend dêřêk bêt û leber kirê yan xêra binûsrêtewe. kurteçîrok yan le řojname û govara çap dekirê yan ko dekirêtewe û be cyawazî dekirê be kitêb. ca leber eme çapemenî, be taybetî govar le peresendinî kurteçîrokda te’sîrêkî gewrey heye. ya be corêkî tir biłêyn edebî her gel û mîlletêk debê bigate pileyekî taybetî le pêgeyştin û bexoda hatnida ta nûsînî çîrok û kurteçîrok le nawîda bibête baw.

le kurdistan, ew ḧikûmetaney ke fermanřewayî beserda deken neyanhêştuwe çap damezrêt û çapemenî kurdî bibê, çapemenî kurdî ke maweyekî kem le serdemî ’usmanîda, we herweha paş řûxanî řijêmî ’usmanî maweyekî kemîş le sûrye hebû zor tengeber û şipirze û kem temen buwe. leber’ewe neyperjawete ser em core karane. le ’êraqî serdemî padşayetîda ke îcazey çapemenî edebî kurdî dedra, çapemenîyeke tûşî ewende kendukosp dehat neydetwanî maweyekî dirêj bijî, cêy xoy bigrê û derfetî xizmet kirdinî edebî kurdî bibê. hî here temen dirêjyan řojnamey ḧewteyî «jîn» we govarî manganey «gelawêjNava taybet» bû.

řojnamey «jînNava taybet» le dû peřey biçûkda çap dekira, beşî zorî be agadarî û şitî wa piř dekirawe, «pîremêrdKes» pîr û tenyabał bû, kemtir deyperja ser kurteçîrok, le řastîda zor kemîş yarmetî dedra. bełam govarî gelawêj meydanêkî firawan û herawî hebû, we xizmetêkî başî edebî kurdî, be taybetî kurteçîrokî kird. em govare zyatir awřî le kurteçîrokî wergeřaw dedawe. we karêkî zorîş becê bû. kurteçîrokî way werdegêřa ke bo çawkirdinewey lawekanî ewsa bekełk bû. we be nawî ewe ke wergêřaweye xoy le gêçełî ḧikûmet ladeda. kak biraym eḧmedKes xoşî kurteçîrokî têda denûsî, we hî nûseranî dîkeşî çap dekird. eme buwe hoy ewe ke ew nûseraney le wizeyanda bû kurteçîrok binûsin dest biken be nûsîn bem pêye detwanîn sałî 1939 ke sałî destpêkirdnî biławbûnewey govarî gelawêje be seretay nûsînî kurteçîrok dabnêyn le kurdîda.

eme wekû bizûtnewe lem řiste edebîyeda. egîna pêş eweş be çeşnî tak û terak kurteçîrok nûsrawe. bełam wekû bizûtneweyek najmêrdirê.

be daxewe, hîç jimareyekî govarî gelawêj ya çapemenî dîkey ew serdemem belawe nîye. leber’ewe be çeşnî giştî řêbwarî lem base dwam. eger kesêk byewê wirditir û qûłtir baseke řûnkatewe detwanê jimarekanî gelawêj û řojnamey jîn û hî dîke bipşikinê we çendayetî û çilonayetî řewtî nûsînî kurteçîrok řûnkatewe.

beşî duwem le pirsyarî heweł «ew çîrokaney hewełcar demxwêndnewe?».

komełe çîrokekey ke «minfilutîErebî» y mîsrî kirdibûnî be ’eřebî çîrokêk be nawî «însan», çîrokêk be nawî «ruzamund», tartuf, gelê lew çîrokaney ke ewsa le govarî «alhilalErebî» y mîsîrda çap dekiran, gelê le çîrokekanî maksîm gurgîKes, çîxofKes, elkisandir domaKes, vîktor hogoKes we hî dîke.

pirsyarî duwem: agadarît beser çîroknûsekanî hawtemen û hawçerxtida, we nawî berhemekanyan û ew govar û řojnamaney têyanda biław kirawnetewe?.

kurteçîrokekanî kak biraym eḧmed ke le govarî gelawêjda çapkirawin, le dwayîda be nawî «kwêrewerî» be cyawazîş çap kiran. komełe çîrokêkî kak şakir fetaḧKes ke be nawî «şebenge beřoje» çap kirabû. çîrokêkî a.bi. hewrî be nawî «diłdarî û peymanperwerî» ke wekû namîlkeyek çap kirabû, hêndê le çîrokekanî şêx marfî berzencî ke le govarî «hîwa» da çap kirabûn, hêndê çîrokî «mem» yiş ke her lew govareda çap kirabûn û hî dîke.

pirsyarî sêyem: «çîrok nûsîn lay êwe her encamî behre, ya xulyayekî edebî bû, yan barêkî taybetî, çi komełayetî, çi řoşnibîrî, çi bîrubaweř way kird ewey le diłtan daye be çîrok dayřêjin?».

wekû le seretay em nameyeda îşarem kird, le temenî bîst sałîda bûm, legeł amozayekim ke bedaxewe lem sałaneda le kirmaşanCih le dinya derçû, lelay mamêkman «mela eḧmedî turcanî zadeKes» le mehabadCih demanxiwênd. turcanî zade bo pêxwêndinî ême mîtod û şêweyekî taybetî bekardehîna. řêzmanî ’eřebî «niḧu- sirfErebî» y fêr dekirdîn, dway fêr kirdinî hêndê «qa’deErebî» yekê le çîrokekanî menfelûtî pêşan dedayn. debû lew çîrokeda dyarî bikeyn ke ew qa’dane çon bekar hênrawin. le paşan debû tewawî çîrokeke bigêřînewe û řûnî keynewe mebestî nûser le nûsînî ew çîroke çi buwe. eger bimanzanyaye aferînî dekirdîn, eger nemanzanyaye xoy ew mebestey be dirêjî bo řûn dekirdînewe û têy degeyandîn. turcanî zade bayexêkî zorî be çîrok deda, xoşî le kitêb û govaranda çîrokî bixiwêndayewe gelê car bomanî degêřayewe û be dirêjî lêy dekołîyewe. eme buwe hoy ewe ke her lew wextewe ḧez le çîrok bikem. mawey çend sałêkîş le tawî polîsî ewsa le «bazyan» xerîkî tûtin kirdin bûm û lenaw werzêřekanda dejyam, demdî ke werzêřekan gelê neqił û ḧîkayetyan dezanî we zor betam û lezet bo yektiryan degêřawe. lemeş bom derkewt ke çîrok lenaw komełanî řenicder û zeḧmetkêşî kurdida te’sîrêkî zorî heye. bełam eme bew şerte ke çîrok yan her berhemêkî dîkey edebî barî gelayetî bibê.

berhemî edebî katê detwanê em xasîyetey bibê ke lew mesele giringaney tûşî komełanî xełk hatûn û, le dyarde giringekanî jyanî ewan bidwê, we le řwangey sûd û mesłeḧetî komełanî xełkewe lew mesele û dyardane bikołêtewe.

xasîyetîgelayetî dawa le nûser dekat ke nûsînekey sade bê, dem û kawêjî řewan bê.

mebestekanî be řoşnî bixate berçawan ta komełanî xełk be asanî têy bigen.

emaneş bûne hoy ewe le kurteçîrok, wekû hoyek bo derbiřînî ewey ke le diłimdaye kełk wergirim.

ema ewey ke le diłim daye:

jyan û mutała û tecrube têy geyandim her xwêndewarêk ke pê denête jyanî komełayetîyewe pêwîste bo carî duwem bête dinyawe. em, wekû ew kesaney ke boyan nelwawe bixiwênin û perwerde bibin lêy qibûł nakirê be ledayk bûnî heweł car besî bikat, be çawbestirawî be hewraz û nişêwî jyanda biřwat, we beçeşnî tebî’î seretayî le dergay lanke û bêşkewe bête dinyawe û le dergay gořewe boy derçê.

xwêndewar ke carî heweł be dest xoy nebuwe, hatuwete dinyawe carî duwem bedest xoyetî.

pêşînyan gutûyane: «bizin bo şewêk cêgay xoy xoş dekat» xwêndewar ke însanîşe û xwêndûşyetî debê ew şwêneyke sedan û hezaran bawik û bapîran boyan becêhêstuwe, we lemeş duwa sedan û hezaran newe û netîjey lewêda dejîn xoş bwêt, we bo awedanî û bûjanewey ewê têbkoşê. xwêndewar debê serincî ewe bidat ke le kam gel û komełe her bew core ke xerman le tewawî denke denkey genmekan pêkdê gel û komełekey ewîş le yeke yekey ew kesane pêkhatuwe, we her kamêkîşyan leber’ewe ke yekêke lew gel û komełe erkêkî zorî dekewête serşan, ke erkî here gewreyan eweye bo azadî û xêr û xoşî û bexoda hatin û pêgeyştinî gel û komeł kar bikat.

xwêndewar debê be wirdî řûnî katewe ke kamanen le tewawî gel û komełekey zułim deken: çi zułmî netewayetî, çi zułmî abûrî, we çi zułmî edebî û zanyarî. we kamanen lew załmane piştîwanî deken meselen wekû řijêmî êran û împiryalîstekanî piştîwanî ew řijême. we le dijî tewawî ewane xebat bikat.

herweha xwêndewar pêwîste biřwanête xudî komełîş û bizanê le çi core çînêk pêkhatuwe. ew çînaney řizîw û daweşawin û bûnete berhełistî pêşkewtin û pêgeyştinî komeł we mêjû fermanî fewtanî dawin kamanen, we ew çînaneş ke xerîkî bûjanewen û berew pêgeyştin deřon û dwařojî řûnak û jyanî xoştir û baştirî gel bedest ewan dekirê kamanen we dostan û piştîwananî em çînane kên. legeł em çînane û dostanî ewan bêt û xizmetî ewan bikat, we bo ewey xêratir bibûjênewe hewł bidat. lem core serinicdan û wirdibûneweye têgeyştim ew ḧikûmete koneperest û załmaney ḧukmiřanî beser parçekanî kurdistanda deken dujminî kurdin. împiryalîzim piştîwanî ewane. xebat le dijî ewan û piştîwanekanyan erkî serşanî hemû xwêndewarêkî kurde. têgeyştim ke çînî derebeg û řîsendołî ew řizîw û daweşawe, berhełistî bûjanewe û bexoda hatnî komełe. we pêwîste be hemû twanawe le dijî em çîne xebat bikirê. çînî xerîk bûjanewe û řû le pêşkewtin çînî karger û werzêř û twêjî řûnakbîrî pêşkewtixiwaz û zeḧmetkêşekanî dîkeye, we dostan û piştîwanî ewan hêze pêşkewtuwekanin. xwêndewarî kurd debê legeł em çînane bêt û şan be şanî ewan û bo xêr û xoşî gel û bo azadî û awedanî nîştiman têbkoşê.

le netîcey em serinicdan û wirdibûneweyeda wîstûme bo xebat le dijî çînekanî koneperist û daweşaw, we bo xizmet kirdinî çînekanî xerîk bûjanewe û bexodahatû be pêy twanam le kurteçîrok kełk wergirim, we erkî serşanim ewendey le wizemda bê becê bigeyenim.

pirsyarî çwarem «be řwanînêkî řexnegrane û, le barî mêjûy edebewe, belay êwewe çîrokî kurdî beçend dewr yan qonaẍda têpeřîwe, çi le barey şêwe û çi le barey naweřokda?».

1. lêreda dû erk be min sipêrdirawe: yekem, le barî řexney edebîyewe, duwem le barî mêjûyî edebewe. le çîrokî kurdî bidwêm ke be çend wargeda têpeřîwe.

aşkiraye ke ême namanewê le řwangey řexney edebî burjiwazîyewe biřwanîne şwênewarî edebîman. çunke le řexney edebî burjiwazîda bîruřa û sûdî çînekanî fermanřewa bayexyan pêdedrê û dexrête berçaw. leber ewe, řexney burjiwazî be zaniste û be enqeste lew esere edebîyey ke nîşanderî bîruřawî pêşkewtuwe, we çînî karger û řenicder wiryadekatewe û hestî netewayetî řeway gele ẍedirilêkirawekan debziwênê- be nadrustî dekołêtewe. řexney burjiwazî eserî koneperistî dexate birew. yanî ew eserane be baş û benirx dezanê ke lewanda naberamberî însanekan û desełatî zordar û dewłemendekan we kiş û matî gele jêrdestekan, be pêwîst û giring zanrawe yan eserî edebî bê naweřokî wa ke xwêner le têgeyştinî ho û sebebekanî bê’edałetî komełayetî û netewayetî hełdeka we le xebat bo pêkhênanî nîzamî řeway komełayetî deygêřêtewe.

2. le barî mêjûy edebîşewe, eger mebest ewe bê ke mêjûy edebî be nawbangî yekê le gelekanî urupa bikeyne eyare û pêwane bo serinicdanî řewt û têpeřbûnî çîrokî kurdî be warge û qonaẍekanîda lew biřwayedam ke emeş ser nagrê, we tewawî ew zarawaneş wekû: kelasîsim, řumantîsim, sîmbulîsim û hî dîke, ẍeyrî řîyalîsmî řexnegrî ke bekar dehêndirên, hîçyan nek tenya legeł edebî kurdî, bełkû legeł edebî farsî û ’eřebî û şitî waş řêk nekewê, we bekarhênanî ewaneyan be çeşnî «micazîErebî» ye, ya be î’tibarî kertêk le manakeyane, ya be manay «liẍwîErebî» wişekane. çunke meselen le feřanse nizîkey dûsed sał lemewpêş şořşî burjiwa’î kirawe nîzamî derebegî û fî’udalî řûxênrawe, ewsa nîzamî burjiwa’î pêşkewtû buwe, paşan pêşketûyî lekîs çuwe, paşan bote nîzamî îsti’marî we axrekey bote nîzamî împiryalîstî.

jêrbînay abûrî komełî feřanse le her serdemêk lew serdemaneda core serbînayekî edebî xwastuwe ke herkamêkyan nawêkî taybetî heye. bełam edebî kurdî û em gelaney dîke ke êstaş hêndêkyan le nîzamî derebegîda dejîn û, hêndêkîşyan taze xerîkin lew nîzame řizgaryan bê bew warge û qonaẍeda tênepeřîwe ta, be tewawî mana weber ew wişane bikewê.

lêreda demewê daway lêburdin bikem û, be řêbwarî û zor be kurtî le řexney edebî û mêjûy edeb be çeşnî nwê û ’îlmî bidwêm:

1. řexney edebî:

birîtîye lew eser û witar û nûsrawaney ke le řwangey sûd û mesłeḧetî jyanî komełayetî wext û zemanewe le eserî edebî dekołnewe û legeł leberçaw girtinî meselekanî em serdeme nirxî bo dadenên. em řexneye řûn dekatewe ke esere edebîyeke ta çi řadeyek komekî çare kirdinî mesele jyanîyekanî gel deka. em řexneye pîşan deda ke ew karaney le eserekeda nwêndirawin, ya ew dîmenaney lewda le jyan kêşrawin ta çi řadeyek řasteqînen. em řexneye herweha nîşan dedat ke nûsereke be bekarhênanî wesa’îlî hunerî twanîwyetî bigate ew amancey ke bo xoy danawe yan na. řexney edebî hoyekî karîgere bo berz kirdinewey řadey keyfîyet û çilonayetî bîruřay hunerî, we debê legeł řûn kirdinewey layene îcabîyekanî eserî hunerî, kem û kûřîyekanîşî be delîl û bełgewe nîşan bidat.

2. mêjûy edeb:

basî pêgeyştinî edeb deka le katî peydabûnyewe ta emřo. mêjûy edeb şwênewarî xulqênerî gel û eşxas degrêtewe. erkî bineřetî ew emeye ke qanûnîyetî mêjûyî mewzû’î řewt û cereyanî edeb řûn dekatewe. meselen le em ya ew esere hunerîye bikołêtewe, paye û giringî nûserekan dyarî bika, we giringî mîtode corbecorekanî enwa’î pêgeyştinî edebî nîşan bidat.

edeb le hemû cêgayek le pêwendî le pisan nehatûda legeł taybetîyekanî abûrî, syasî, kultûrî we aługořekanî dîkey jyanî gelda pê dega...? we a emeye ke debête hoy ewey gelekan û xełke cyawazekan şwênewarî edebî taybetî xoyan bê, we debête hoy ewe ke mêjûy edeb mêjuwekanî şwêneware edebîyekanî mîlletekan cyakatewe. mêjûy edeb le pêgeyştinî edeb le wiłatêkda dekołêtewe, we pêwendî ew edebe û te’sîr kirdin û te’sîr wergirtinî ew legeł edebî wiłatanî dîke řûn dekatewe. mêjûy be řastî ’îlmî edeb qanûnayetîyey cereyan û řewtî edeb û huner pîşan deda, yanî ew qanûnayetîyey ke le pêwendî edebyatî mîllî legeł pêgeyştinî mêjûy gel û mîlletêkî mu’eyen û muşexes hełdequłê, dyarî deka. emeş leser binçîney wez’îyetî ew gel û mîllete dademezrê. çunke le tewawî komełekanî çînayetîda pêgeyştinî edebyatî mîllî taqe řewt û cereyanêk nîye. «lênîn» denûsê: «le tewawî edeb û kultûrekanî mîllîda, dû edeb û kultûr heye».

mêjûy edeb le komełî çînayetîda, xebatî çînekanî bineřetî le dijî wezi’ û hełwêst girtinî dijî wezi’ le edebda- řûn dekatewe. pêgeyştinî mîtode cyawazekanî hunerî, cereyanekanî edebî, we têpeřbûnî mêjûyî řêbaze cyawazekanî edebî nîşan dedat. gelê erkî dîkeşî le estoye, ke lêreda derfetî lêduwanyan nîye.

êsta lejêr tîşkî řexney edebî û, mêjûy edebda, be pêy ew pirsyare le barey kurteçîrokî em erkane dêne pêşewe:

1. le řwangey sûd û mesłeḧet jyanî komełayetî em řext û zemanewe le kurteçîrokî kurdî bikołînewe, we legeł leberçaw girtinî giringitrîn meselekanî em serdeme – nirxî bo danêyn.

2. řûnî keynewe kurteçîrok ta çi řadeyek komekî çarekirdinî ew mesele jyanîyaney gelî kurd deka?

3. ew akarane le kurteçîrokda nwêndirawin, yan ew dîmenaney lewda kêşrawin û ta çi řadeyek řasteqînen?

4. nûserekanî ew kurteçîrokane twanîwyane be bekarhênanî wesa’îlî hunerî bigene ew amancaney bo xoyanyan danawe yan na?

5. řadey çilonîyetî bîruřay hunerîyan çone?

6. layene îcabîyekanyan û kemukuřîyekanyan kamanen?

7. pêgeyştinî kurteçîrokî kurdî le katî peydabûnîyewe ta emřo çon buwe?

8. paye û giringî nûserekanî kurteçîrok çone?

9. mîtode corbecorekanî kurteçîrokî kurdî kamanen?

10. pêwendî kurteçîrokî kurdî legeł taybetîyekanî abûrî, syasî, kultûrî we aługořekanî dîkey jyanî gelî kurd çone?

11. kurteçîrokî kurdî le kam edebî dîke te’sîrî wergirtuwe, we daxo te’sîrî kirdote edebî xełkî dîke?

12. le kurteçîrokî kurdîda «be nawî ewe ke beşêke le edebî komełêkî çînayetî, we debê dû çeşne kultûrî têda bibê» dû çeşne kultûreke kamanen?

13. xebatî nêwan çîne bineřetîyekanî komełî kurdî, le kurteçîrokda çon xoy denwênê?

14. hełwêst girtinî dijî wezi’ le kurteçîrokî kurdîda çone?

15. cereyanekanî edebî le kurteçîrokî kurdîda?

16. têpeřbûnî řêbaze cyawazekan le kurteçîrokî kurdîda?

emane lanî here kemî ew pirsyaranen ke řexney edebî û mêjûy edeb, le barey kurteçîrokî kurdî deyanhênne pêşewe. bo wełamdanewey em pirsyarane pêwîste hîç nebê beşî here zorî kurteçîrok leber destida bê, we le yek be yekyan bikołrêtewe ta bitwanrê biřyarêkî giştî bidrê. hezar ḧeyf û dax min hîçî wam belawe nîye! egîna herçend nexoşî û kar kemtir wextim bo dehêłnewe, dîsan peleqajeyekim her dekird.

bełam lejêr tîşkî ew qanûnyatîye edebîyeda ke basman kird detwanîn biłêyn:

gelî kurd gelêke le nîzamî fî’odal- burjiwa’î dejî. we çend çînî corbecorî têda heye: wirzêř û derebeg we twêjekanî ser be çînî derebeg, çînî karger ke taze xerîke seqamgîr debê, we çînî burjiwa be twêjekanî serbexoyewe.

çînekanî werizçînekanî werzêř û karger û burjiwa sûd û qazancyan pêwîst deka le dijî derebeg xebat biken. derebegîş le dijî ewan hełdesûřê û çînekanî karger û werzêřîş mesłeḧetyan pêwîst deka dijî burjiwaş têkoşin, emîş le dijî ewan hełdesûřê.

gelî kurd be giştî be hemû çîn û twêjekanîyewe le pênawî mafî netewayetîda têdekoşê. em nejad û xebatane debê hemûyan le edebî kurdîda «we kurteçîrokîş beşêke lew» xoyan binwênin.

cige lemane hêndê nûserî bê çîn û kemterxemîş hen ke gwê nadene jyanî komełayetî, we bîryan be jyanî xoyanewe xerîke, emanîş hestî derûnî xoyan «diłdarî bê, têşkan bê le jyanda, ya xoşî û naxoşî jyanî takî bê» le kurteçîrokda derdebiřn.

komełî kurd le ḧałî têpeřbûn «antiqalErebî» daye, nîzamî derebegî hełweşawe çînî karger zor perey nesenduwe, çînî burjiwa be tewawetî seqamgîr nebuwe, we naştiwanê seqamgîr bê, çunke kişan bo lay susyalîzim zor be tewjime, leber’ewe le kurteçîrokîşda wekû tewawî edebî kurdî gelê core bîruřay cyawaz serhełdedat we her bew core ke çînekan xoyan le ḧałî şilîkdan, emîş hêşta şilke, tebî’îye emey ke deyłêyn be çeşnî giştîye, egîna eger qise le tak takî kurteçîrokekan bê. hî pêgeyştûyan zor têda heye.

nûserekanîş be pêy wez’î çînayetî û jyan û wiryayî syasî xoyan le tezadekan û xebatekanî nêwan ew çînane te’sîr werdegirin, we em te’sîre le çîrokirkanî ewanda be corêk le coran xoy denwênê. ew te’sîre le çîrokekanî ewanda be corêk le coran xoy denwênê. ew xebataney xoyan le çîrokda denwênin zorbeyan pêşkewtuwanen. xebatî gel be giştî le pênawî mafe řewakanî netewayetîda, xebatî werzêř û karger û borjiwa le dijî derebegayetî we xebatî karger û werzêř le dijî burjiwazî. leber’eme kurteçîrokekanîş zorbeyan le barî naweřokewe pêşkewtuwanen.

le barî şêwewe:

řastekey eweye nemtiwanî be wirdî bizanim mebest le şêwe çîye. we le cyatî kam zarawey edebî bekar hênrawe. daxo mebest le şêwe «sitîl» e, «kumpuzîsîwin» e, fořme, yan zimanî hunerîye? beher cor ba way danêyn ke be manay qałbî dařiştinî çîrok bê.

êsta eger bigeřêynewe ser wełamî pirsyareke, ke «kurteçîrokî kurdî le barî şêwe û naweřokewe be çend dewra têpeřîwe? lam waye detwanîn be çeşnî giştî» biłêyn:

1. le wargey «zew- tuld» têpeřîwe.

2. le dewrî kał û kirçî û sawayî têpeřîwe û geyştote wargey lawênî.

3. le wargey bê amancî û nûsîn bo nûsîn têpeřîwe û geyştote wargey amanicdarî.

4. le barî «şêwe- qałbî dařiştinewe» le şêwey neqił û ḧîkayet têpeřîwe û kewtote qałbî tazewe.

5. le yarî kirdin be wişeş, zorbeyan řizgaryan buwe.

pirsyarî pêncem: emřo çîrokî tazey kurdî çon debînin?

lam waye wełamî pirsyarî çwarem, wełamî em pirsyareşî têdabû.

bełam detwanîn şitêkî lê zyad keyn û biłêyn:

kurteçîrokî kurdî legeł ewe ke le twêy têkřay edebî kurdîda xinkênrawe taqe çend sałêke deretanî xonwandinî heye le çaw kurteçîrokî farsî û ’eřebî ke ew hemû deretane bê sinûreyan hebuwe û heşyane, beş be ḧałî xoy zor le duwa nîye. emey ke deyłên dyare le barî keyfîyet û çilonayetîyeweye, nek le barî kemîyet û çendayetîyewe.

kurteçîrokî kurdî dwařojêkî řûnakî bo çaweřwanî dekirê, we hîwadarî ewey lê dekirê ke be xêrayî pê bigat. bełam emřo legeł eweş ke kurteçîrokî başman heye, kurteçîrokî waşman zore ke be seng û terazûy tî’orî edebî nayetewe, hî waşman kem nîye ke formalîsim û sîmbolîsim û şitî wa webîr dexenewe. derdî emane hîçyan zor giran nîye, be têpeřbûnî řojgar hemû şitêk cêgay xoy degrêtewe. bełam derdî zimanî gelê le kurteçîrokekan zor girane. le řastîda zimanî gelê lew çîrokane kemtir le zimanî ’adetî kurdî deçê, dełêy kesêkî bêgane, ke tewaw kurdî fêr nebûbê nûsîwnî. em derde derdêkî zor girane eger bêt û çarey nekirê, we herwa biřwat lewaneye zimaneke bişêwênê. yan be lanî kemewe řencî ew nûserane be fîřo deřwat û kes nûsrawekanyan naxwênêtewe.

le kotayîda pêwîste biłêm leber’ewe ke destim nagate kurteçîrokekan nemtiwanî bo her mebestêk lew mebestaney basim kirdin nimûne pîşan bidem. eger çîrokî zorîşim belawe bwaye dîsan lêreda meydanî ew her nedebû. çunke baseke pitir lewey ke derfet heye dirêj debuwewe.