dîdenîyekanî mamosta ḧesen qizłicî - ’ebduřezaq bîmar

Li pirtûka:
Koy Berhemî Qizilcî
Berhema:
Ḧesen Qiziɫcî (1914-1985)
 14 Xulek  859 Dîtin

mamostay çîroknûs ḧesen qizłicî yekêke le here nizîktirîn nûseranî kurd be xwênewaranîyewe. min her care nawî ew û çîrokekanî ewm berçaw kewtibê, yekser qisekey mamosta hêmnim bîrkewtotewe ke le pêşekîy komełe çîrokî «pêkenînî geda» nûsîwyetî û dełê: «çîrokî qizłicî wekû ḧełway tentenanî benawbange, ta neyxoy nazanî çend şîrîne». beřastî çîrokekanî dełêy ḧełwaye û lenaw didane kel û komekanî mamosta hêmnidaye û lew kateşda şê’rêkî be soz dexwênêtewe. çêjî le bin mełaşûme û bîrim naçêtewe û çîrokekanî ew mamostaye cîhanêkî serbexoye. çend saden, ewende be behre û hunerwerin. mayey şadîye le baregay řojnamey «bîrî nwê» dîdenîyekî kurtiman bû, wituwêjeyekî puxteman kird û, wa lemewla bo xwêndewaranî «bîrî nwê» yan degêřmewe.

-komełe çîrokî «pêkenînî geda» mayey pesendî û řêzlênanî xwêndewaran bû... ême le «yekêtîy nûseranî kurd» le kořêkî edebîda ke xełkêkî zor hatbûn basî nirxandinî çîrokekanman kird. ewe bû mamosta ḧisên ’arf lêkołîneweyekî wirdî derbarey çîrokekan xwêndewe. aya cige lew komełe çîy tirit nenûsîwe?

*bełê, çîrokî tirîşim nûsîwe, bełam kom nekirdûnetewe. pêwîstyan be nûsînewe heye û ta êsta be umêdî çapkirdinyan nîm, boye mawnetewe.

-wa têbgem pêwîstyan be destikarîy taze hebêt?

*nexêr, ew çîrokey deynûsim her eweye û carêkî tir naygořim, çunke min çîrok be zadey ew satey dezanim ke tya nûsrawe û eger carêkî tir destikarîy bikem manay waye ew hestem beranber bew şite û babeteke degořêt û řesenîy le dest deçêt.

-bełam xo şê’ir nîye?

*leweda ferq nakat. edebîyat çi şê’ir çi pexşan, zyatir leser îḧsase. eger zanist leser ’eqił û jîrî westabêt, edebîyat leser binçîney îḧsas damezrawe.

-eger her çîrok zadey hestî ewsate bêt, aya le çwar çêweyekî tengida dyar nakirêt?

*na, çunke manay îḧsas... eweye le waq’î wergirêt. waqî’îş mewdayekî zor firawanî heye, boye hîç le çwarçêweyekî tengeberda nabêt.

linîn dełê:«edebîyat birîtîye le îni’kasî waqî’ le mêşkî mirovda». yekêk le bwarekanî waqî’ jyanî mirove, ewîş êcgar pan û firawane û «ew» în’îkase maweyekî zor firawanî debêt.

nûserî wa heye le şêwey řomanda derî debřêt û hemîşe le şêwey çîrokî kurtida yan hełbestida nîşanî dedatewe. be taybetî dan le çîrokî kurt gîrdekem çunke le cîhanda êcgar bawî senduwe û emřo xełk ḧezdeken şitî kurt û puxt bixiwênnewe, çunke sedey xêrayye.

-ey gwaya řoman lem meydaneda dewrî nemawe?

*wełamekem her bo çîrokî kurt bû ke min xom deynûsim. ewey řoman denûsê her heman îni’kasat derdebřê, bełam be gwêrey hemecorîy dîmen û řûdawî firawanî pêwîstî be pişû dirêjî û destikarî û gořînî carubar heye. çîrokî kurt, be lay minewe, wekû witarêk wehaye, îtir ke nûsîm pêwîstî be destikarî nîye... be taybetî her çîrokêkim le wextêkî dyar û be pêy zirûfêkî taybetî nûsrawe.

yekêtîy babet

-her çende her çîrokêk le sat û katêkî taybetda nûsrabêt, hemîsan pêwîste hêłêkî serekî hemû çîrokekanî komełeyek be nimûne be yekewe bibestêt, bemewe yekêtîy babetyan dyarbêt.

*legeł eweşewe, çîrokekanim le layen eydyolojîyewe hemûyan guncawî yektirin, hemû derbarey xebatî çînayetî nûsrawin, bełam heryek ke katêk dirustî kirdûn ke ew kate buwe xomî tya jyawim... řojgarêk lenaw cûtyaranî şarezûrda jyam, çîrokêkim nûsî. katêkîş le beẍda bûm û katib bûm lay bazirganêk çîrokêkî tirim nûsî.

bełê lay hendê nûser le bîruřada nakokîyek zeq le beşekanî berhemekeyda xo denwênê, çunke sertapay berhemekey în’îkasî huşyarîyekî syasî û eydolojîyekî dyarîkiraw nîye. debînîn şa’îrêk ke derbarey cûtyaran dwawe xebatî çînayetîy lê derdekewê, bełam le basî derûnda dełêy minacat le perdey ẍeybida dekat.

řoman û çîrokî dirêj

-fermût çîrokî kurt le cîhanda zor bawe, bełam bayexî řoman le edebda êcgar giringe. debê boçî ta êsta řomanêkit nenûsîbê?

*carê řoman nûsîn wextêkî zorî pê dewê û minîş ta êsta ew maweyem nebuwe.

dway eme, le çaw komełîşewe, astêkî řoşnibîrî û xwêndewarîyekî edebîy taybetîy pê dewê. xwêndewarî kurd xûy be şê’ir girtuwe û kemtir be pexşan. wekû lêkdirawetewe zûtir şan leber şitî dirêj derdekêşê û naxwênêtewe. mîlletî dwakewtûş şê’rî le pexşan zortire. xwêndewar ta degate ew pileyey çêj le pexşan werdegrê řade û astêkî beriztirî dewê. minîş pêwîstim bewe bû be zûtrîn kat û le nizîktirîn kelênêkda dengî xom be xwênewer bigeyenim. boye çîrokî kurtim biław kirdewe. çîrokî kurt le cîhanda ta dê be bawtir debêt. ewaney zortir řoman denûsin mebestyan eweye bikirê be fîlmî sînema û gelêkyan layene bazirganîyekey be berçaw degirin. tenanet le meydanî sînemaşda çîrokî kurt destepaçe newestawe. be nimûne «o. hanrîKes» çîroknûsî emerîkî ke 600çîrokî kurtî zyatir nûsîwe û yekêke le nûseranî řyalîzmî řexnegrî, hendê çîrokî le yekêtîy sovyetda kirawin be fîlim û her wekû řoman kełkyan lê wergîrawe.

-mamosta, wa bizanim ta êsta řomanêk ya çîrokêkî dirêjit nenûsîwe. em dyardeye lay hemû çîroknûs û edîbekanman aşkiraye... le katêkda ke em hunere likêkî here giringî edebêkî pêşkewtûn. edebî kurd bebê eme kelênêkî zor gewrey tyaye û piř nabêtewe.

*qonaẍekanî geşe kirdinî edebîyat legeł geşe kirdinî jyan deřwa... zirûfî jyanî nûser û dest řoyştin û dest perjanî û payey xwêndewar le layekewe û pêwîstî jyan û zirûf le layekî tirewe maye û hoy peydabûnî çîrokî dirêj û řomanin. wa dyare ta êsta zirûfî pêwîst nebuwe. eger bibwaye řomanîş peyda debû.

be nimûne muḧemmed ’elî efẍanîKes ke kurdêke û le kirmaşanCih dejî, ta êsta dû řomanî nûsîwe ke zor baş û pesendin û kirawîşin be fîlim, bełam be farsî nûsîwnî. řengibê zirûfî jyanî pêwîstî bewe kirdibêt be farsî biławyan bikatewe.

-ey to?

*bew merce eger zirûf komeke bikat, bełên be xwêndewaran dedem lem babetewe koşşêk bikem.

binçîney folkilor

-çîrokekanit zor le tamî folkilor û hunerî řemekîy ademîzadewe nizîkin: babetekanyan, řawêjî gêřaneweyan, mebest û şêwey derbiřînyan û.

*be meseley folkilor, meksîm gorgî dełê: «folkilor gewretrîn çawgey edebîyatî her mîlletêke û hergîz wişk nabêt». folkilor jyanî zorbey xełk be pan û pořîyewe nîşan dedat.

her edebêkîş le folkilor nizîk bêtin lay zorbey xełk, be taybetî lay cûtyaran, pesende.

lay mîlletan nimûne zore. le bułgaristan edîbêk heye nawî «îlîn pîlînKes» e. mamosta buwe le dêhat û têkeławî jyanî ladê buwe û çîrokekanî hemû leser binçîney jyanî xełk û ’alem hełçinîwin, bełam pêy mute’esîr nîm, çunke dway nûsînî çîrokekanî xom berhemî ewm xwênduwetewe.

řuxsar û şêwey nûsîn

-ey beramber be řuxsar û şêwey nûsînî çîrok be giştî û çîrokî xot řat çîye?

*bêguman, çîrokî kurt le farsî û ’eřebî û kurdîda baw nebuwe. le řojhełatda ’adet wabuwe le edebda meyl be şikił bidrêt nek naweřok. be hemû kerestey wekû teşbîh û cînas û muḧesînatî witey konewe pexşanyan řenganduwe. «caḧîzErebî» dełê: me’na şitêk nîye giring. ’eřbîş û ’ecemîş detwanê me’na bizanêt, bełam wite û wişebendî giringe. îtir hatûn pexşanyan bemane nexşanduwe. fars û kurdîş her be «lefiz» ewe xerîk bûn. eger kesêk larîy lemeda kirdibêt berhemekeyan be edeb nejmarduwe. ke çîroknûsîn hate nawewe zortir her hewłî em řêgeye dirawe. bełam le dinyay emřoda wa nemawe. çunke bem kare edebeke ałoz debêt û le têgeyştinî giştî dûr dekewêtewe. yekêk eger le řwangey eydyolojîy çînayetîyewe binûsêt, xoy bewane mandû nakat.

le layenî sitîl «dařiştin» ewe merc nîye hemû nûseran yek şikłî taybetî bigirne pêş. herkese debê azadîyekî tewawî hebêt, kam şikił degrêt û boy heye le her nûsînêkda şikłêk bekar bihênê. şikił gelê core:

1. be şêwey gêřanewekeyan nûser yekser xoy qise dekat yan le zimanî yekêkî tir deygêřîtewe herwek çîrokekanî çêxof.

2. be şêwey demeteqê û tuwêj.

3. be şêwey tebî’î řûdawekan çon řûyan dawe weha dêne pêşewe.

4. řûdawekan têkeł dekirên, kotayî řûdaw dête pêşewe, înca dest be gêřanewey tefsîlat dekirêt, be taybetî le çîrokî polîsîda eme dekirê. le hełbijardinî her terzêk nûser serbeste... le barey şikłida lênîn dełê: debê edebîyat dîmukiratîk bê... wate firawantirîn komełanî xełk têy bigen. be lay minewe, boye pêwîste sade û řewan bêt, nek wekû edebîyatî borciwayî ałoz û sext û têgeyştinî zeḧmet bêt.

asanî û tenkî

zor kes dełên dûr nîye ew sadeyye lew edebeda mebeste ke hemû xełk têy bigat nabête hoy tengawî û be qurban kirdinî huner û bo xatrî asanî û sadeyyekey, řengî huner û behrey edebîyekey lê deçêtewe, yan ew qûłî û be pîtîyey mebestyetî cêy tya bêtewe.

nûsînî ałoz hergîz bełgey hunerî nebuwe û nîye, tenanet le edebyatî řojhełatda le konda kutrawe- sehlî mumtenî’- dyare em witeye le çaw ew serdemey lêy peyda buwe çi bełge û manayekî be destewe dawe û çon ta êstaş le sinûrêkî bayexdarda dexulêtewe.

çîrokekanî çêxof ke le pileyekî berzî huner û nawdarîdan zor saden, bełam eweşman lebîr neçêt nûsînîşyan zor zeḧmete. nimûney edebî ałoz, be wêne suryalî, eger le qepîlkekey derkeyt naweřokî têda namênêtewe û kes têy nagat.

edebî borciwayî bo ew kesaneye ke deyanewêt wextî pê řabwêrin, bełam edebî mîllet bo fêr bûne. bo eweye we’î lê werbigîrêt.

-bełam bo fêr kirdinî mîllet bwar û mecalî tir hen...

*bełê, tesqîf şêwey zore, řojname, xutbe, edebîyatî ḧîzbî. bełam tesqîfî ẍeyre mubaşîr be edeb dekirêt. em şêweyeyan zyatir le mêşk deçespêt û demênêtewe. markisîyet dełê: edebîyat eydyolojîyete. kabray nûser herçende le eydyolojî agadarîy nebêt, dî’aye bo eydyolojî dekat. şa’îrî çerxî ’ebbasî dî’ayey bo xelîfe û damudezgay dekird. her babetêkî werî girêt. be nimûne şê’rî munacat, seruber birîtîye le danewandinî serî teslîm bo qeza û qeder, le dwayîda men’î hemû koşşêkî mirov dekat û pêwîstî pê nahêłêt.

le birî beramberda edebîyatî pêşkewtû eydyolojî araste dekat, bełam legeł edebîyatî ḧîzbîş cyawazîy heye, ke em le řêgay wêne û hunerewe şit be gel degeyenêt.

çon edeb be gel degat?

-hendêk dełên edeb bo taybete û bo gişt nîye. carê geyandinî be gişt asan nîye û eger pêşî bigen dûr nîye têy negen?

*em dabeş kirdine dîwarêke le nêwan parçeyek û parçeyekî tirî gelda... egîna edebî pêşkewtû, kem û zor, xełk her têy degat... be mercêk pêyan bigeyenîn. lêreşda nûser dewrêkî giring degêřêt... nûserêk eger bo pare yan bo barêkî taybetî nûsî, ewende mawey ewey nîye xem lewe bixiwat aya têy degen yan na... bełam nûserî behremend û şareza û xawen eydyolojî ke şit denûsê bîrîş le xwêndewaranî dekatewe geyandinî edebîş lem çerxî emřoda şitêkî zeḧmet nye, le řêgey wesa’îlî ḧîzbîyewe yan le řêgey tî’atir û şinz û kořbestinewe mawe zore. be kurtî eger em core edebeyan pêbgat têy degen.

-mamosta wekû dezanîn le terceme kirdinîşda destêkî başt heye û gelê nimûneman dîwin... aya le barey tercemewe çî defermûn?

*hendê çîrokim kirduwe be kurdî, hîy: çîxof, êlîn pêlîn «bułgarî», o. hanrî «emrîkî», şołoxof, meksîm gorgîKes, zyatir le zimanî bułgarî û farsîyewe. le kirdarî tercemeda bom derkewtuwe ke tebî’etî zimanan «be taybetî ke le yek famîlyay zimanan nîn» mawey ewe nadat wişe be wişe yan řiste be řiste terceme bikirêt, çunke cumlebendî û sebkî kurdî legeł hî ewana naguncêt, bełam deşê mebestî nûser û şêweke û xusûsyatî edebîy em nûsere lenaw nebrêt. min tercemey ḧerfî be řewa nazanim, bełam wenebêt mefhûmî çîrokeke werbigrim û yekser be kurdî dayřêjmewe ya kurt û puxteyekî lê werbigrim. bełkû be nimûne dełêm maweyekî zor leser wişey «şepik» y cûła bo beramberekey wişe bułgarîyekey çîrokêk pekim kewt ta dozîmewe.

dwa wite

-le kotayî em danîştinemanda mamosta qizłicî arezû dekat řûy dem bikate nûseranî kurd û dełêt:

1. edebîyat baştirîn hoy řûnkirdinewey xwast û amancî gele û hîwadarim le bekarhênanîda derîẍî neken, hem bo řûnkirdineweyan û hem bo xizmetî zimanî kurdî. nûserî kurd eger xizmetî ziman nekat, berpirsîyekî gewrey tûş debêt.

3. ew naw û cêgayane şerḧ bikirêt ke le nûsînda dêne pêş, wekû ewe ke nûsra «serşeqam» merc nîye hemû xwêndewarêk bizanê eme nawî geřekêke le şarî silêmanî.

3. tika dekem nûseran çend daneyek le berheme danrawekanî xoyan bo dezga řoşnibîrî û kitêbxane benawbangekanî cîhan binêrin, çunke min ke le derewem dezanim destigîr kirdinî lapeřeyekî kurdî bo kerd zimanan çend be zeḧmet dekewêt, çi cay bêganan û ewaney deyanewêt agadarî barî edebî û řoşnibîrîy kurdîman bibin.

*le dwayîda zor supasî mamostay beřêz û hêjaman kak ḧesenî qizłicî dekeyn wa ewey lem dîdenîyeda gutbûy bo xwêndewaranman gêřayewe. ca eger lem qise gêřaneweda be dem ewewe xwanexwaste wişeyek ya qiseyekman hełbestibê, hoy leserçûn û lebîrçûne. hîwadarîn be çawî lutfewe nîga bikat.