destey nwênerayetî hemîşeyî
nawî řasteqîney xawenî em çîroke «dîmîtir çorbacî bêskî» ye «çudomêr» y kirduwe be naznawî xoy, sałî 1880 le gundî «tûrîya» le nizîk şarî «kazanlîkCih» le daykibuwe. ta temenî çil sałan mamostay wênekêşan û nexiş buwe, kutûpiř le sałekanî sîy em sedeyeda řûy kirduwete edebyat. qanûnêkî çewt û çewêłî ew serdeme ke deygut «nabê jin û mêrd herdûkyan mamosta bin» çarenûsî ewî gořî. çudomêr qutabxaney becêhêşt û bo beřêweçûnî jyan naçar bû řêgayekî tir bigrête ber. gelê car xoy deygut: «hewłdan bo nan minî bo em laye řakêşa». dyare eme gałte bû deykird, çunke ew le zuwewe xerîkî karî edebî bû.
çudomêr le jyanî xełkeke zor şarezaye. qaremanekanî çîrokekanî ew însanî ’adetî û xełkî kołan û bazařn. gałte û gepî ew le şan sûk û betame, kes nařencênê û kes tûře naka. çudomêr legeł xwênerî çîrokekanî, be kar û kirdewey qaremanekanî xoy pêdekenê.
çudomêr gelê kurte çîrokî nûsîwe. em nûsere bołgaryayye řojî 26y kanûnî yekemî sałî 1967 koçî dwayî kirduwe.
legeł birakem be cadeda deřoyştîn. her kamêkman bîrî belay karubarî xoyewe bû. le nakaw zirim... yekê xoy le wirgim kuta. kabra westa. wekû gwêdrêjêk biřwanête nałbendî xoy, nextê le min řama.
paşan pişûy hatewe ber xoy. min gutim:
-bibûre.
kabra pêkenî, didane zêřekanî leber xoretaw wekû qawẍe fîşekî řawker dedrewşanewe.
-çî bibûrim? namnasîtewe?
nasîmewe.
-ahay... dîçko! ewe xotî? payze bira, çende qełew bûy
-xomim! ey to çonî? řûykird be lay birakemewe û pirsî:
-em... em... aẍaye... le řastîda kê bê?
«dîçko paponçêv» y dostim nextê zimanî degîra. le her cêgayek gîrî dexward be «le řastîd»- ke gelê wext wełamekeşî decawî- boşayî qisekey piřdekirdewe.
gutim:
-birame... bira gewreme... le dê kar deka. werzêře.
dîkço le xoşyanda wek guł geşayewe.
-le katêkî başda êwem des kewt. were babçîne ew çayxaneye şitêk bixoynewe.
destî girtim û gutî:
-dey, dey ha, li... li... le řastîda çaweřwanî çîy?
dîçko qołî xom û birakemî girt û birdînye çayxaneke danîştîn. le minî pirsî:
-باشەە, êsta biłê bizanim çonî? çi dekey?
-êy... ewa mawîn. îşkerî dewłet bûm. deryan kirdim?
-key? li... li... le řastîda boçî? çît kirdibû wa deryan kirdî?
-çuzanim... deryankirdim îtir. gutyan toman pêwîst nîye.
-başe, to... to... le řastîda nehatîte lay min? boçî be minit negut ta be taqe se’atêk kareket bo cêbecê bikem? to li... li... le řastîda nazanî êsta min çi karem?
-çuzanim, dîçko! le kwê dezanim?
sipardî yekî bîreyekman bo bênin. ḧîkayetî karî xoy bo kirdim sipardî yekî bîreyekî dîkeşman bo bênin. paşan destesřî derhêna û areqî tewêłî siřî.
-gwêt lêbê. le barey karewe xatircem be, min wekû aw xwardinewe karî to cêbecê dekem. to li... li... le řastîda wabzane kareke cêbecê buwe. êsta debê to komek bikey û îşekan cêbecê bibê. min û birakem řwanîmane yektir... dîçko gutî:
- êsta pêt dełêm kam kar. le şarî ême, şarî min nîye. lew cêgayey qerar waye payz bibme nwêner, deyanewê řêgey asin řabkêşin leser êstigeyek le nêwan dû dêda kêşeye. le nêwan şigovoyyekan û kokovîyekanda, şigovo sengerî mine. li... li... le řastîda min bełênim dawe kewa karekeyan cêbecê bikem. eman deyanewê êstigeke lewê dirust bikirê. heq û ḧîsabî xoyşyan ta dwa fils dawe. êsta emřo des be kar dekem... li... li... le řastîda demewê biçme lay wezîr, bełam lam waye yek dû kesim legeł bê xirap nîye. ewa demewê desteyekî nwênerayetî dirust kem. baş bû çawim be êwe kewt. biraket pan û poř û çwarşaneye û simêłîşî heye. kwêxay şigovo bêt û toyş serokî mamostakan. deçîne lay wezîr. min qise dekem û êweş ser deleqênin. her katê gutim bełê, êweş dełên bełê, her katêkîş gutim na, êweş li... li... le řastîda dełên na. kar leme asantir nabê. a emem le êwe dewê.
gutim:
-ême çon bibîne demřast û serwesyetî xełk! em kare be karî çetûn dezanim. ême xełkî «karabûnar» yin û «şigovo» wa le bakûr. êsta kakim bibête kwêxa û min bibme mamosta? na, na, dîçko em kare karî ême nîye. metirsîy tyaye. eger ême ew gundeman dîbwaye eger řêgaman têkewtibuwaye, dîsan şitêk bû. bełam... qisekey pê biřîm:
giring nîye... her bo řwałetî kare. kes êwe naxwa.
gutim:
-natwanim. wîjdanim řêgam nada em kare bikem.
dîçko le dîn derçû:
-kabrayekî zor seyrî. bem wîjdaneşewe detewê karî dewłet bikey! her leber emeye li... li... le řastîda deryan kirdûy... heste. heste, matiłim meke. be yek dû se’at kareke tewaw dekeyn. êwe be xêr û min be siłamet. heqî mandû bûnekeştan dedem.
-wa nabê dîçko! min dîplomim nîye. qutabxanem tewaw nekirduwe herwa le xot û xořayî mamosta?
-hîç nîye. paşan têdegey çende sade û asane. eger detewê yarmetî min bidey, eger detewê ta êware pênc sed «qoşe» t destikewê biştigêřmewe ser kareket... heste bikewe řê. li... li... lu řastîda direnge. wextekeman deřwa.
min û birakem řwanîmane yektir. ew binagwêy çepî xurand û min binagwêy řastim û kewtîne řê. swarî taksîyek bûyn. řast řoyştîn ta leber dergay wezaretxaneda dabezîn. hersêkman çûyne jûrewe. min wekû bîy naw aw delerzîm. xełkêkî zorî lêbû. derzît heławîştaye nedekewte zewî. dîçko destî minî girtibû. minîş destî kakim. ew pêşman kewt û destî kird be řêga kirdinewe. dîçko diřî be xełkeke deda û deygut «řêgay destey nwênerayetî biden... diřden řêgay destey nwênerayetî bikenewe». axrekey geyştîne ber dergay hodey aẍay wezîr. dîçko le dergay da û pałî pêwe nayn bo naw hodeke. xoyşî le dway êmewe hate jûrewe. wezîr ke çawî be dîçko kewt le cêy xoy řastewe bû û bizeyek kewte ser lêwî û her le dûrewe bangî kird:
-êy... paponçêv! bexêr hatî... sed sałit be em sałane.
dîçko serî danewand û gutî: mêrsî... mêrsî cenabî wezîr. paşan êmey pîşan da û gutî:
-deyannasênim... li... li... le řastîda kwêxay şigovo û aẍay serokî mamostakan. pyawî xomanin, xwêndewar, be emeg, beřêz. tewawî gundekeyan li... li... le řastîda wekû engustewîle le destidaye. bo meseley ew êsgeye hatûn. nwênerî xełkî şigovon.
lem kateda dîçko destî kird be qisey qełemî kirdin:
-wekû agatan lêye çend endazyar bo řageyştin be kareke çûne «kokov» y xwarû. lewê xwardûyane û xwardûyanetewe. tananet bertîlîşyan wergirtuwe. paşan bełênyan dawe gwaye êsgeke le kokov dirust deken ke li... li... le řastîda pêçewaney qanûne. meseleke wekû temaşay defermûy zor giringe.
dîçko dîsan heway demî xoy gořî:
-xełkî kokov pitryan le dijî êmen. bełam şigovoyyekan le řastîda tenanet mirîşk û kełeşêrîşyan hîy xomanin. bem pêye wekû temaşa defermûy meseleke debê be corêk çare bikirê, egîna ême le piştîwanî komełêk xełkî baş û be şeřef beşbiřaw debîn.
wezîr gelê xomane gutî:
-ha, a bem core... bełam le řiport wa derdekewê ke le şigovo hewrazêkî ewende lêj heye eger kerîşî pêda biřwa xilar debêtewe. çon deguncê lewê êsge dirust bikirê.
-li... li... le řastîda bew coreye ke defermûy. nałêm wa nîye, bełam ême ew cêgaye text dekeyn. ême xoman em kare dekeyn, em kare ême xoman deykeyn.
minîş gutim:
-bełê em kare xoman deykeyn.
kakîşim gutî:
-bełê em kare xoman deykeyn.
paşan dîçko qołî wezîrî girt û birdye goşeyekî hodeke û destî kird be çipe kirdin legełî. ewsa herdûkyan pêkenîn. wezîr destêkî da le şanî dîçko. dîçkoş destêkî da le şanî wezîr û xwa ḧafîzyan le yektir kird. le wezaretxaneke hatîne derewe utombîl çaweřwanman bû.
min pirsîm:
-êsta îtir bo kwê?
dîçko gutî:
-deçîne lay wezîrî awedanî û seknandin. paşan lay wezîrî zanyarî û huner. lewêyşewe serêk le wezîrî bazirganî dedeyn. biřyaryan dawe wezaretxanekeyan xawên kenewe. deçîn be nawî gel piştîwanîyan lê dekeyn. li... li... le řastîda karêkî giring nîye.
gutim:
-gwêt lê bê dîçko. êsta ke hewsarî xoman dawete dest to, bo her kwêyekman debeyt bimanbe. bełam min nayeme lay wezîrî bazirganî. lew wezaretxaneye min denasin. baş nîye, abřûm deçê. min hemû řojê lewêm.
dîçko girj bû:
-to li... li... le řastîda pyawêkî seyrî! řojî dû sed kes deçne lay wezîr. êsta be taqî tenya to denasêtewe?
çûyne lay hemû wezîrekan. kuřinşiman bird. le katî pêwîstida gutman: bełê. le katî pêwîstida gutman: na. çûyne lay wezîrî bazirganîş. ta le lay wezîr wêstabûm wekû bîy naw aw delerzîm. bełam be xêr geřa û neynasîmewe. şew paponçêv birdînye řîstoran, nanî daynê, ’ereqî daynê, yekî paketê sîgarî gełaşî bo kiřîn. paşan le cyatîy pênc sed qoşe, yekî sed qoşey naye miştiman û gutî: xwa ḧafîztan bê.
beyanî çûme lay ta karekem bo cêbecê bika. her ke dîmî yexey girtim û be nawî destey nwênerayetî birdimye şarewanî. lewêşewe nardimye gumirg ta çend beste şitumek řizgar kem. dway çend řoj dîsan kirdimye destey nwênerayetî û birdimye encumenî kiłêsekan. řojêkîş be ketan serî pêçam û birdimî bo wezaretî nawxo le dijî ḧîzbî neyar «mu’areze» şikatî pê kirdim...
pirsîm: başe, êsta îtir çi dekey? wełamî damewe:
-to le ser karî xot demênîtewe... li... li... le řastîda destey nwênerayetî hemîşe le layen bakûrî bułgaryawe.
be kurtî, êsta paponçêv buwete nwênerî minîş be dewrîda hełdexulêm. her katê pêwîst bê be nawî destey nwênerayetî lem da’îrewe dembate ew da’îre. le cêyek be nawî kwêxa demnasênêt û le cêyekîş be nawî endamî payeberzî da’îrey xerc û bac. le cêyek yarmetîderî pizîşkim û le cêyek defterdar. xirap nîye. şitêkî lê peyda debê. řazîm. ewanî tirîş minyan nasîwe. mebestim nwênerekanî dîkeye. ewanîş kełkim lêwerdegirin. lem maweyeda bûmete herçîyekî detewê. tenya nebûmete qeşe. wabzanim debme ewîş. dezanim dîçko řojêk be nawî qeşeş kełkim lê werdegrê. leber ewe her le êstawe řîşim berdawetewe, ba bo řojî xoy dirêj bê.