xo kuştin

nûser: enton çîxof
Li pirtûka:
Koy Berhemî Qizilcî
Berhema:
Ḧesen Qiziɫcî (1914-1985)
 14 Xulek  1422 Dîtin
kesekan:

îvan îvanovîç tolka xov: gewrey mał

elkisî elkisîmo qîç muraşkîn: dostî ew

karesateke le pêtirisbûrg, le małî muraşkîn, řûdeda.

«hodey karî muraşkîn mubîley nerim û řeḧetî lê danrawe, muraşkîn le pişt mêzî nûsînwe danîştuwe. tolkaxov dête jûrewe. laleyekî bilûrî çira, dûçerxeyekî mindałan, sê qutû kiław, piryaskeyekî gewre ke le kiławêkewe pêçrawe, çend bitił bîre û çend piryaskey biçûkîş be desteweye, be şipirzeyî û serlêşêwawî deřwanête emla û ewla. le ser kursîyekî nerim û řeḧet lêy dekewê».

muraşkîn:

îvan îvanovîç ḧałtan çone? ḧezim kird çawim pêtan kewt. çone wa řêtan kewtuwete êre?

tolkaxov «be henase biřkewe».

dostî xoşewîst û mîhrebanim! hatûm şitêkit lê dawa bikem... tika dekem... pyawetîm legeł biken demançeyekim be xwastinewe biderê ta beyanî!

tolkaxov:

demançet bo çîye?

muraşkîn:

karim pêyetî... ax! bawegyan, çořê awim biderê! demançem pê dewê... emşew debê be lêrewarêkî tarîkda biřom... beşkem karesatêk... tika dekem demançeyekim be xwastinewe biderê.

muraşkîn:

îvanovîç! boçî diro dekey? karit be lêrewar çîye? wa bizanim nyazêkî şûmit heye. le řeng û řût wa derdekewê nexşeyekit kêşawe. çi qewmawe? xo nexoş nît?

tolkaxov:

tawêk mołetim bide! wazim lê bêne pişûm bêtewe ber xom. ax! daye gyan, çende şeketim! wez’êkî seyrim beserhatuwe. dełêy le nawewe hełm dekzênin. îtir le wizemda nîye. were pyawetî û dostayetîm legeł bike. lewe zyatir hîçim lê mepirse. zorî leser meřo û ewendey lê mekołerewe!

muraşkîn:

îvanovîç! be řastî boçî wa peşokawî? boçî ewende tirsinokî? gewrey mał, pyawî dewłet leser karî giring... ’eybe. şûreyye!

tolkaxov:

min gewrey mał nîm! dîl û damawim! kerî barkêşan û koyley quleřeşim. koylem. kabrayekî bêçarem. be hîway eme derûyek bikirêtewe, řizgar bûnî xom le zincîrî dîlî û koyleyî û, necat bûnim lem dinyaye hemû řojê wedwa dexem. min bêkare û şêt û gewcim. boçî dejîm? jyanî min kełkî çîye? «kutupiř řadeçłekê» başe, pêm biłê jyanî min boçî çake? mebest lem hemû derd û meynetî bedenî û řenc û azarî řoḧîye çîye? min zorim pê xoşe gyanî xom le pênawî amancêkî berz û mezin bext kem! bełê, amadem, bełam be hîç corê ḧez nakem le řêgey şitî bê nirxî wekû: damanî jinekem, laley çiray małekem, le řêy-wekû dezanî- şitî tirî hîç û pûç û bêkełkida xom bifewtênim. na! min amadem xwêřî û tirsinok bim, bełam karî gewcane wekû eme nekem. na! na! bese! ewende řencey kêşawme bese!

muraşkîn:

meneřêne! dirawsêkan gwêyan le dengit debê!

tolkaxov:

wazbêne ba dirawsêkanî toş gwêyan le dengim bê. ferqî çîye bo min? eger to demançem nedeyey, be yekêkî tir dexwazmewe, axrekey em jyane meynetbar û piř le azarey xom debřêmewe.

min îtir be yekcarî biřyarî em karem dawe û lêbûmetewe.

muraşkîn:

aram bigre! sebirtir qise bike! min hêşta tênegeyştûm jyanî to çi kemukurtîyekî heye?

tolkaxov:

çi kemukurtîyekî heye! zor başe! êsta jyanî xom ke le jyanî seg xiraptire, bo to bas dekem. beşkim girêy diłim bikirêtewe. ba danîşîn! ca êsta gwêt lê bê! ax! daye gyan! henasem dernaye! bo nimûne wez’î emřokem serinc bide. temaşay wez’î emřokem bike! xotan dezanin min debê le se’at dey beyanîyewe ta çwarî paş nîweřo le xezanedarîy giştî qełem řadem setî be pûłêk. heway dayreke ewende germe wexte pyaw bixinkê. mêşîş nahêłê pyaw heda bidat. dełêy cehenneme ewende bê serewbere û ałoze. serokî dayrekeman çote ḧesanewe. «xirapof» yarîdederîşî xerîke jin dênê û zemawend deka, nayete dayre. karbedeste biçûkekan le wextî karî dayreda derdekewn, be cadekanî şara dexulênewe dway kiçołan dekewn. hemûyan ewende xewałû, şeket û şipřêwin, taqe witeyekî dirustyan le dem dernayet. kabrayek karekanî serokî dayre deka ke gwêçkey keře û aşqîş buwe. hemûyan seryan lêşêwawe. tûře û cařzin bemlaw ewlada řadeken. qûle û herayekî seyre, pyaw gwêy le qisey xoşî nabê.

hodekan piř le dûkeł. karekey minîş le wize bedere û pyaw pêwey demrê. hemîşe debê taqe karêk bikem, hemîşe karêk... debê ya ew namaney ewanî tir nûsîwyane dirust û řêkupêk bikem, ya wełamî ew namane binûsim ke geyştûn. dîsan name řast kemewe û wełamî name binûsmewe... karî min wekû şepolî derya yek çeşne. çawî pyaw derdê. nextê awim biderê! mandû û mirdû le dayre derdekewm. arezûme nanekem zeqnemût kem û bixewm, bełam boçî bom dekirê? kutûpiř bîrim dekewêtewe małim le derewey şare, yanî noker û koyley em û ewm. tenya pile goştêkî şil û wilim. şil û şeket taze debê bo cêbecê kirdinî ew karaney pêm sipêrdirawin be naw şarda bigeřêm. lew geřekey ke ême małman lêyetî ’adetêkî baş heye. katêk pyawêk deçête şar, her kamêk le jine negbetekanî ewê... êsta pyaw jinî xoy qeynaka, destełatî heye, heqî hey hêndê wirde fermayşit bika, «sonya» y biçkoleş cûtê kewşî dewê lew nimûneyey dawye pêm, nirxîşî nabê le bîst kepêk zyatir bê... serbir ke ta syayî ew şitaney ke emřo debê byankiřim bot bixiwênmewe! «syayyek le gîrfan derdênê û deyxiwênêtewe» laleyekî çira, nîw kîlo goştî beraz, bayî pênc kepêk mêxek û darçînî, řon gerçek bo «mîşa», pênc kîlo şekir, asîdfinîk, bayî de kepêk tozî canewer kuj, bîst şûşe bîre, sirke... em şitaneş debê le małewe bênim bo şar: şekirdanî mis, xaçî xanim «şanso» ke jimarey xanuwekey heşta û duwe... ax! pałtoy zistanî û kałoşî mîşaş debê bermewe ta êre espardey jinekem bû. debê fermanî dostan û dirawsê xoşewîstekanîş cêbecê bikem. mergyan bê! sibeynê řojî cêjnî ledaykibûnî «valodya viłasîn» e. debê dû çerxeyekî mindałane bikiřim. jinî mêcer «vîzoxîn» awse. debê hemû řojê biçme małî maman xeberî jinî mêcerî bo berim. pênc syayî dirêj û bałaberz le gîrfanmidaye. destesřekem hemûy girê dirawe. kakî xom ke dayre çoł debê, ta qetar dekewête řê wekû segî derzî xwardû dehajêm û be naw şarda dexulêmewe û, hemîşe le’net lem jyane dekem. le dûkanî kutał firoşewe bo dermanxane, le dermanxanewe bo dûkanî bergidûrewe bo dukanî qesab deçim. dîsan degeřêmewe bo dermanxane. le cêyek laqim dexlîskê û řet debim. le cêgayekî dîke parem lê win debê. le cêgayekîş le bîrim deçê parey em şitumeke bidem ke kiřîwme, dûkandar be dwamda řadeka û le naweřastî cade deykate hera û hurya. le cêgayekî tir pê le cilubergî afretêk denêm... ax ewende mandû û şeket debim hemû êsqanekanim jan deken. şew ya leber jan û êş xewm lê nakewê, ya le xewda dêw û řenc û mêrdizme swarim debin... başe! tewawî ew kelupelane dekiřim, bełam nazanim çonyan bipêçmewe?

bo nimûne: şekirdanî misî qurs çon debê le tenîşt laley çirawe danrê? yan asîdfinîk û çay legeł yek bipêçrênewe? em karane karî ḧezretî fîln. hemûyan mi’emma û metełn, pyaw gêj û wiř deken. her fiřufêłêk bikey û her kełekêk lêdey axrekey lem sefere dûreda yek dûyek lewane deşkên ya win debin. le wêstige û le qetarîşda debê em şitumekane be baweşmewe girim û řawestênim. çenagem binême seryan ta hîçyan nekewn. piryaskekan û qutuwe miqebakan û xirt û pirtekanî dîkeş hemûyanbe dewrî leşma şoř debnewe, qetar dekewête řê, řêbwarekan barge û biney min fiřê dedene emla û ewla û dełên: aẍa boçî kelupeleket ke bem ḧałewe le qetareke datdebezênin. minî çareřeşîş hîçim pê nakirê. doş dadebem û bêdeng dewêstim û, wekû kerî birîndar lût dadejenim. başe êsta gwêt le baqî beserhateke bê! axrekey be her meynet û kulemergîyek bê xom degeyenme małewe. hełbet řewa debînî ke dway cêbecê kirdinî em kare xêrane pêwîstim be şerbetêkî xoş û xwardinêkî belezet heye, wanîye? bełam ḧeyf û dax em core şite le arada nîye! jinekem ke maweyek çaweřwanî min buwe hêşta min destim nekirduwe be nan xwardin berokim degrê, dway ew hemû mandûyye debê bîbeme tyatir ya kořî dans û sema we hîç ’uzir û byanûyekî be gwêda naçê. axir min mêrdim. le qamûsî jinîşda mêrd be me’nay ḧeywanêkî bestezmane. leber’eweş ke komełî parêzgarîy ḧeywanat leserî nakatewe, gwê nadate ew zułim û zorey lêy dekirê, ewende ḧez deka barî deka. kewaye debê bê lamcûmî biçme tyatir û, şanoy «řîswayî xêzanî» ya her şanoyekî bêtamî dîke temaşa bikem. her katê jinekem fermanî da debê çepłe lêbdem. îtir wirde wirde ḧałim xiraptir debê û hemû tawêk mergî xom be awat dexwazim. eger biçîne kořî řeqis û sema debê hawřeqsêk, ya be zarawey emřo «şwalye» yek, bo jinekem peydakem. eger kes nebû legełî biřeqsê debê xom legełî biřeqsim. bem core beşêk le şew řadebrê, le kořî řeqis degeřêynewe małewe. îtir hêz û twanam têda namênê, wekû pilegoştêkî şil û wil û bêkełk lêy dekewm. axrî dway çend se’at degeme ew şitey ke be awatîyewe bûm. cilekanim dadekenim û le cêgakemda řadekşêm. be řastî îtir wezi’ zor başe! îtir detwanim çawim binûqênim û bixewm... hemû şitêk cwan û germ û şa’îraneye. mindałim nîye. lewdîwî dîwarekewe waqewaqî bê, le dest jinekem řizgarim buwe. wîjdanim asûdeye. îtir çîm dewê... çawim deçête xew... le nakaw wizewz le pena gwêm dest pêdeka!... mêşûle! «le cêy řadepeřê» mêşûle! le’netyan lêbê! mêşûle! «destî řadeweşênê» mêşûle! emane wek ta’ûn wan! le cezrebe û azarî serdemî pişkinînî bîruřa xirabtirin! wiziz... wiziz! dengyan ewende kizłokeye û be corêkî wa dekřûzêtewe, dełêy depařênewe ta pyaw lêyan bibûrê. bełam wa be pyawewe deden debê se’atêk her xot bixurênî. naçar le cêgakem hełdestim, cigereyek dadegîrsênim, mêşûlekan le xom derdekem, sertapay xom dadepoşim, bełam faydey nîye! axrekey dest le kêş û mekêş hełdegirim û leşim bo pêwedanî mêşûlekan berełła dekem. hêşta leşim be pêwedanî mêşûlekan řanehatuwe bełayekî tazem bo peyda debê. jinekem le qatî xwarewe legeł hevałekey ke dengêkî naxoşî heye be yekewe dest deken be goranî kutnî diłdarî, be řoj dexewn û be şew xoyan bo hawbeşîkirdin le konsêrtî amatořekanda amade deken. ax! xudaye! denge kiřekey ew kabra zebelaḧ û çemûşe, řenc û azarêke ke pêwedanî hîç mêşûleyekî serzewî be qedrayî ewe naxoş nîye.«goranî dełê»:

«be min mełê ke cwanîm toy çareřeş kirduwe»

«le beramber toda wekû cadû lêkiraw řawêstawim»

ax! çi şê’rêkî gewcaneye! wexte le daxyan bimirim! destim be gwêçkewe degirim ta dengyan nebîsim. em wez’e ta se’at çwar dirêje dekêşê. ax! nextê awim biderê... îtir natwanim... başe! dway ewe ke be dirêjayî şew nexewtûm se’at şeşî beyanî le cêgakem řast debmewe û deçim bo wêstigey qetar. bo ewey le wextî xoyda bigeme qetar, be dirêjayî řêga řadekem. cadeke quř û çiłpawe. hewa sarde. tem û mij hemû cêgayekî dagirtuwe. ke degemewe şar dîsan serlenwê dest dekemewe bew wez’e le’netîye. birale! eme çi jyanêkî tał û nalebare! xuda em jyane be nesîbî gurgî kej û kêwîş neka! têdegey! îtir nexoşim. henasebřike û diłetepem girtuwe. hemîşe tirsî şitêkim le diłdaye, xwardinim bo hezim nakirê. serim le gêjewe dê. be tewawetî xerîkim şêt debim... «deřwanête dewrupşitî xoy» be řastî le naw xoman derneçê demewê biçme lay «çoxontî» ya «mijrîvsikî» ḧekîmî nexoşî ’eqłî: birale! dełêy şeytan hatuwete leşmewe. katî řenc û nahumêdî, katê mêşûlekan pêmewe deden, ya ew milhuře zebelaḧe bew denge giřeyewe goranî dełê, be carê tarmayî berî çawim degrê. le cêgay xom řadepeřim û, wekû şêt be dewrî xanûkeda řadekem û deneřênim: «min xwênim dewê! xwên!» řastekeşî eweye lew kateda arezû dekem kesêkim gîr kewê çeqoyek bikem be zigîda, ya kursîyek hełgirim û bîkêşim be serîda. jyan le xanûy kwêstanda axrekey degate eme! hîç kes zigî pêm nasûtê. hemuwan layan waye wezi’ her debê wabê ke heye. herkesê basî jyanî min debîsê gałtem pêdekat û pêm pêdekenê. axir xo minîş şitêkî zîndûm û demewê bijîm. jyanî min tîtałî û gepcař nîye. diłsûtên û tirajîdîye. êwe eger demançem nadenê be lanî kemewe hawderdîm legeł biken!

muraşkîn:

hawderdî dekeyn

tolkaxov:

hawderdî êwem be berçaweweye. xwa ḧafîz. êsta debê le pêşda nextê masî û sosîson û...

tozê didan bikiřim û paşan biřom bo wêstige.

muraşkîn:

małtan le kwêye?

tolkaxov:

le řoxî çemî «karyon».

muraşkîn «be şadîyewe».

be řastite? kewate debê «olga pavlovnavîn» ke małî lewêye bînasê!

tolkaxov:

deynasim tenanet hatuçoy małîşman dekat.

muraşkîn:

çend baş bû! çend çak û be cêye! kewate çak û pyawetîyek bike û...

tolkaxov:

çibkem?

muraşkîn:

dostî xoşewîst! karêkî biçûkim bo cêbecê bike! bełam bełênim biderê ke em karem her bo cêbecê dekey.

tolkaxov: çi karêkit bo bikem?

muraşkîn: be řastî be cêbecê kirdinî em kare pyawetîyekî gewrem legeł dekey. bira gyan! tikat lê dekem heweł, siławî germî min be «olga pavlovna» bigeyene. duwem demewê be toda besteyekî biçûkî bo binêrim. daway le min kirduwe maşînêkî bergidrûnî bo bikiřim, bełam kes nîye boy berê. bira gyan! to em karem bo bike! legeł destî xot em qefeze qanarîyeşî bo bere, bełam wiryabe dergakey neşkê... boçî wa sûr hełgeřawî?

tolkaxov: çerxî xeyatî... qefezî qenarî... bulbul...

muraşkîn: îvan îvanovîç! ewe çîye? ḧałit têkçuwe? boçî sûrhełgeřawî?

tolkaxov «leqe le zewî deda»: çerxe xeyatîyekem biderê! qefeze qenarîyeke le kwêye? başe, êsta xoşt were leser ewane swar be... bimxo! letupetim ke! bimkuje! «mistî řadeweşênê» min xwênim dewê, xwên!

muraşkîn: ewe şêt bûy?

tolkaxov «leqe le zewî deda»: min xwênim dewê. xwên!

muraşkîn: «be tirs û peşêwîyewe»: ewe şêt bûy? «hawar deka» pîter! marîya! le kwên? firyam kewn!

tolkaxov «be dewrî hodekeda řawî denê»:

min xwênim dewê... xwên!

«perde dadedrêtewe»