çareřeşekan

nûsînî: wîktor hogo
Li pirtûka:
Koy Berhemî Qizilcî
Berhema:
Ḧesen Qiziɫcî (1914-1985)
 10 Xulek  759 Dîtin

ew şewe şewêkî be ba û boran bû. zince nabûteke tak û tenya le qerax delya mabuwewe, lew tarîkayyeda jûrewey zinceke řoşin û řûnak bû, le layekewe tořî masîgirtin be dîwarewe heławesrabû, le layekî tirîşewe qerewêłeyek ebînra le tenîştîyewe pênc minałî biçkole leser cêge û banêk ke le serî qerewêłeke řaxrabû nûstibûn, biłêsey agirî sûrî agirdaneke ke řûnakîy dabuwe binmîçeke.. daykî minałekan ke jinî masîgrêk bû, serî nabuwe ser serîn, we le ser xo do’ay exwênd.

wit û wêrey xefetawî û xeyałî be tirs û sam aramî lê hełgirtibû, jineke tak û tenya, her be tewaw tenya we zor be wirdî û şipirzeyî gwêçkey le hera û huryay derewe girtibû tirs û peşêwî tengetawî kirdibû, xem û xefet diłetepey pêxsitibû.

le derewe, le pişt delaqey zinceke deryay şiłejaw eylirfand, hemû cêgeyekî le çingî xoya egłofî, derya hajey ehat û, be şepole sipîye kefawîyekanyewe xoy be qeraxda eda, le hajey delya tirs û peşêwî û, le nałey ba û boran xem û xefet hest ekira, xawenî zinceke kabrayekî masîgir bû ke ew řoje demî xorawa çûbuwe delyawe we hêşta negeřabuwewe, çend satêkî dûr û dirêj bû le geł ba û boranda destewyexe bû, le tek şepolekanda ecenga.

le sałanî here zûy minałîyewe naçar bû mil bo fermanî jyan řakêşêt û xerîkî karî piř le metirsîy masîgrî bêt. lemêj bû xûy bem jyanewe girtibû, be baran, be ba û boran, be kiřîwe û gerdelûl û sehołbendan, tenanet le sextitrîn û ałoztirîn katî delyada eçuwe delyawe, wek merg be layewe şitêkî baw û berdem û destan bêt, gwêy be hîç şitêk ne’eda û hemîşe be xoy egut:

minałekan nanyan ewêt, nabê le baw û boran bitirsim, ebê biřom berberekanê le geł jyan û le tek şepole wirûjawekanda bikem, hemîşe bem bîruřayewe tak û tenya swarî gemyekey ebû, eřoyşte naw gêjawewe, şepolî dwabřawewe.

çend azayî ewêt? çend kamerayî ewêt ke însan bitwanê xoy be şepolekanî delya bispêrêt û le geł eweşda be gij şepolekanda biçêt, çend girane însan bitwanê berberekanîy gêjaw û delyay şiłejaw bikat? em kare şan û bahoyekî behêz û bitewî ewêt, katê gerdelûl şepolekan wek marî şeřanî be lêwarî gemyekeda heł’egeřên û řeng bê le tirsî ba bêt ke şepolekan enałênin û be kefî sipî eřşênew.

«janî» y jinî masîgir hêşta nexewtibû, be xeber bû, ḧezîşî bikirdaye ney’etwanî bixewê, şipirzeyî û peşêwî bwarî ne’eda aram bigrê, girmegirim û nałe û nirkey em şewe piř le gerd û lûley ehate gwê û naçarî ekird le kemtirîn û biçûktirînî ewane gwê bigrêt.

carubar dengî giř û bêfeřî mele delyayyekan ehat û em qawwiqîje mêrdekey ehênaye berçawî ke le gemîyekeyda danîştuwe û le naw şepolanî samnakda berz û nizim ebêtewe, janî serî xoy nabû be serînî minałekanîyewe û kewtibuwe peroş û pejareyekî qûłewe...

le diłî xoya eygut: ay jyan be hejarî û destengî çend sexte, destewyexe bûn le geł bêpareyî û nebûnya çend girane? ême bem hemû řenicdan û meynetkêşanewe tenya nanî coman des ekewêt xêzanekeman hemû pêxawsin, be dirêjayî ’umirman ebê sebir bigirin, řenc biden, mil le milî hejarî binên, biçî? axir boçî? leber çî?

boran tunditir ebû, delya eylirfand, şepolekan wek kêw edran be qeraxa, pirş û biław ebûnewe, le naw hewr û mijî deryada, carubar estêreyek kutûpiř edrewşayewe, wek pizîskêk le kûrey asnigerda le naw dûkełda birîqe bidatewe û lenawbiçê, em estêreş xêra gum ebû.

şewgar şeq bûbû, bêguman lew kateda bexteweran, dewłemende paredarekan, be xoşî û şadî xerîkî řabwardin û xwardinewe û sema û hełpeřkê bûn, bełam lem sateda masîgir le çi ḧałêka bû?

ew bedbexte, bêçare, řeng hełbizirkawe, pałtawe çermînekey be şanya dabû, le tarîkayî tem û mijawî dwa bizawî şewda le gemyekeyda danîştibûçaweřwanî çarenûs ekird...

peyta peyta berew pêş eřoyşit, bełam nîşaneyek le qerax nebû, janî, jine çareřeş û çaweřwanekey tarmayî samnak û dizêw û be tirsî yek le dway yek ehate berçaw, diłî be peroş û pejare teng û gîrabû, çawî firmêskî heł’ewerand û be naçarî û be lêwe lerze peyta peyta eygut:

xwaye! çende masîgir le binkî delyada xewtûn, ewane hemûyan le şewêkî wek em şeweda řoyştûn û negeřawnetewe.

janî fanosî helgirt: be bîrya hat wextê ewe hatuwe biçê be pêşwazîy mêrdekeyewe. le diłî xoya eygut: ebê delya hêşta aram nebûbêtewe? beşkim hewa řûn buwe û baran le tund û tîjî kewtuwe, ba biřom bizanim burcî çawedêřî řûnak buwe? le zinceke hate der, bo beyanî zorî mabû.. mijêkî tund seranserî oqyanûsî dapoşîbû, delya her wek pêşû bełkû tunditir eylirfand û baranîş daykirdibû...

janî be zeḧmet wek kwêr be pelekute eřoyşte pêşewe, kutûpiř tûşî zincêkî tarîk hat, em zince tewaw le tarîkayîda nuqim bûbû, ne çirayekî tya esûta û ne řoşnayyekî lêwe ebînra, ba be tundî le bane piř le kun û kajêrekey eda û givegvî ehat û nizîk bû be carê zinceke le bin hełkenêt.

janî pişûyek westa û bîrî kirdewe: eme zincî dirawsê nexoşekemane, jine çareřeşekey le şewêkî wada û lem tenganeyeda tenyaye. ba biçim bizanim pêwîstîyekyan nîye? be řastî xem û derdî jyan û bedbextî be carêk ewî le bîr birdûmetewe. dwênê mêrdekem eygut zor tenganeyetî ebê her bîbînim... janî tund le dergay da, deng nebû, le diłî xoya eygut: zigim pêy esûtê! hejare... ew le ême hejartire, minałekanî bawkyan nîye û bêkesin, dyare ewanîş wek xoman hîçyan nîye bîxon! her hejaranin diłyan bo ḧałî yektir esûtê, janî le dergay eda û bangî ekird, bełkû kesêk gwêy le dengî bêt û dergakey lê bikatewe, bełam dengî le naw girme û givey ba û boranda gum ebû, wełamêk ne’egeyşit, lenakaw leber tund kutanî ew dergake kirayewe, janî çuwe jûrewe, zince tarîkekey be řoşnayî fanose kizekey xoy řûnak kird, bełam heweł hengaw le tirsa le cêy xoy wişk bû, le qujbinêka jine dirawsêke bê çirke kewtibû, qaçî nuştabuwewe û demî daçeqabu, gyane bedbext û řencawekey, ewî becê hêştibû, le hemû jyan paş ’umrêk berberekanîy hejarî û destengî tenya em leşe sard û siřey lê becê mabû, le tenîşt em leşe sard û siřewe, dû minałekey xewêkî xoş û şîrînyan lê kewtibû, daykeke wextî xewtin serpoşe şiřekey xoy pya dabûn, ta sermayan nebê.

le paş tawêk janî lewê hate derewe, destî elerzî û betanîyekî pêçabuwewe û be zeḧmet hełîgirtibû..

boçî wa diłetepey pêkewtibû? boçî lingî elerzê? boçî le tirsana eyřiwanîye dewruberî xoy? ke geyşte małewe tem wirde wirde le qerax delya eřewîyewe.. janî be peşokawî û řeng bizřikawî le ser kursîyek le tenîşt cêgewbanekewe danîştibû, hêşta çaweřêy mêrdekey bû, dîsan peroşî û pejareyî hurujmî hênabuwe serî ewendey nemabû le xefeta diłî biteqê, le jêr lêwewe wirtewrtî bû, be xoy egut:

em kare çî bû min kirdim! meger mêrdekem derd û xemî kem bû? ew bo bexêw kirdinî xom û pênc minałekem le meynetaye, êsta emaneşî lê zyad bû, ay xwaye... ełêy mêrdekem hatewe, ne’ xatircem dałẍe lê edem, wa dyare hîç kes nîye, řojgarêkî řeşe, ême xoman hîçman nîye bîxoyn, karêkî başim nekird, bełam ey çîm bikirdaye? bêguman mêrdekem lêm eda, xom ezanim şayanî lêdanim, ełêy hatewe! ne’ dengî baye! xwaye min çend gewcim, be dirêjayî şew çaweřêy bûm keçî êsta le hatnewey etirsim! janî, diłteng û mandû, serî kirdibuwe ser destî û xewêkî ałozî lêkewtibû.

îtir lirfey delya û nałey ba ne’ebîsra, le piřêka destêkî qurs û qaym dergay zincekey kirdewe, řûnakîy kem řengî beyanî le labelay dergakewe daye naw zinceke û le geł em řunakîye kabray masîgrîş hate jûrewe bangî kird: hatmewe!..

janî řapeřî û be diłxoşî hesta û demî na be pałtawe zibir û xûsawekeyewe û maçî kird mêrdekeşî ewî girte baweş û eyřiwanîye çawekanî. janî be henasebřikewe gutî: xoşewîstekem axrekey hatîtewe! xo bêwey û saẍî? nêçîrêkit dest kewtuwe?

masîgir gutî: nêçîr nebû! sewłekem le dest derçû! tořeke diřa! zorî nemabû tyabçim, çare çîye? êste pêm biłê bizanim minałekan saẍin! hewayekî çend naxoşe! wext bû nuqim bim! çend car kewtime gerûy mergewe! ey to paş min xerîkî çî bûy?

janî gutî: çaweřêy to bûm, tozê dirumanim kird, wext bû le tirsa bimirim, zor peroşî to bûm, be dirêjayî şew delya eylirfand, minałekan çakin, to ezanî şitêkî zor xirap řûydawe? min demew beyan çûme lay dirawsêkeman, çareřeşe dwê şew mirduwe! minałekanî tenya û bêserperişt mawin. janî hejar ke em qisaney ekird leber şipirzeyî û peşêwî řengî bizřikabû. ney’etwanî qisekanî be řêkupêkî bikat, le lêdan etirsa, wek karêkî xirapî kirdibêt. dîsan gutî:

minałekan zor wirdin, kiçe gewrekey taze pêy hełgirtuwe!

masîgir tawêk bîrî kirdewe û le paşan gutî: quřbeserane çend xirapyan lê qewmawe! bêguman efewtên! kê bexêwyan ekat? xełkî em dêye hemûyan hejarin! hîçyan nîye xoyan bîxon. min zor ḧez ekem řayan bigirim, bełam xoman pênc minałman heye.. çî bikeyn?!

masîgir be xem û xefetewe kiławe cûsawekey fiřêdaye qujbinêk û le jêr lêwewe gutî:

ne’! bîr kirdinewey nawê! ême pênc minałman heye! ewanîş dwanin.. başe ebne ḧewt, natwanîn wazyan lêbênîn em minałane wek tûte seg bimirin xo ême însanîn! emcar dengî hełbiřî û gutî: janî! řake biço byanhêne! bêguman zor etirsin! daykyan le seremerga lay wabuwe ême nayełîn tenya bin. min řayan egirim! bełkû xwa sebaret bewan neçîrî başman bidatê! gewre ebin û yarmetîman eden, janî ke lay cêge û banekewe hełtiruşkabû, we firmêskî şadî le çawî heł’ewerî, betanîyekey le ser ladan û gutî: minałekan demêke lêren!..