nexoşî tawankar

«le edebî farsîyewe wergîrawe» nûser: ḧebîb
Li pirtûka:
Koy Berhemî Qizilcî
Berhema:
Ḧesen Qiziɫcî (1914-1985)
 24 Xulek  927 Dîtin

řenge hêndê le tûře û kem çîkłidanekanî ew şare řexne bigirin û bibne hoy derdîserî, tenanet leweş etirsim ke çend kesêkyan legeł em çîrokeyan xwêndewe dest le îş û karyan hełbigrin, meynetî seferêkî çend řojî berxoyan bixen û lew řêge dûrewe bo kuştinî min bêne taran, çunke xełkî ew şare ewende aza û becerg û tûřen. em şare yekêke le şare dûre turk nişînekan. le zuwewe nawbangî heye ke nûkî simêłî pyawekanî xwênî lê etkê û moř bûnewey jinanîşyan zawrî şêr eçwênê! sebaret beme nawî şareke be negutrawî ehêłmewe, we naçarîşim nawî duktorîş nebem, tenya «duktur» bese. lêt řûn bê toyş eynasît, lenawe nasrawekane. dû sê sał lemewpêş ke le ferengistanewe hatewe, temenî nizîkey sî sał bû, řojnamekan be germ û gořîyekî zorewe nûsyan ke çend dîplomî duktorî û piřofîsorî le çend řiştey cyacyay pizîşkîda wergirtuwe. le taranîşa zor boy hat. çunke le çînî xawen pare û destełatdar bû. be çend sed hezar timenêk duktor xaneyekî nawaze û entîke û piř le espabî pêkewena, hodey çaweřwanîyekey zor zû buwe cêgay gilîr bûnewey şox û şengitrîn jinanî taran, we xoşî cwan û êsk sûk bû. pareke, tozê lem wextane zûtir, le layen wezaretxaneyekewe ke mûçeyekî zorî lê wer’egirt, we îşêkî bayexdarîşî bo ne’ekird, fermanêkî wextî berz û piř le qazancî pê sipêrra, dû utombêlî fortî nwêyşî diraye dest ta be lîwa bakûrîyekana bigeřêt û ew firmane pêkbênê. řojî çwaremî seferekey geyşte ew şare, ew şarey ke le nawhênanî etirsim. wextê utombîlekey geyşte cade tazekêşrawekey ew şare, le xoyewe gutî:

- şwênêkî çi nask û zenwêre! beřastî ew şare nask û zenwêre, dewran dewrî firseq be ferseq zewî û zarî piř pît û awayî gewre û dewłemend û ta çaw heter eka şînawerd û kiştukałe. cige lemeş kej û kêwî berz, binar û pêdeştî cwan, mêrg û mîrẍuzarî nazaw, çem û řûbarî be hajehaj, kanî û çawge û karêzî piř le awî heye. we le hemû bexşişanî tebî’et ta ewpeřî xeyał beşî wergirtuwe. xełkêkî řeng û řûxoş û cwan û diłřifênîş berhem dênê. jin û kiçî ewê, ke gîrodey peçe û ’eban, eger ew çarşêwe řeşe fiřê den basî cwanîyan le hemû wiłat, bełkû le seranserî dinyada deng edatewe. utombîlçîyekey duktor ke lew nawçeyeda zor şareza bû ke tarîfî şarekey lê bîst be ziman lûsî gutî:

- duktor beg nask û zenwêrîyekey lewê bwestê, kangay jinan û kiçanî cwan û nazdare! duktor bizeyekî hatê û wełamî nedayewe, bełam tawî girtibû. le seretay gencîda kem hełkewtibû çwar şew û řojî bê afret řaybwardbê. perdey lûtî efřî. demî piř bûbû le aw, çawî bem beru ewberî cadekeda egêřa, le nakaw utombîl pêçî kirdewe, duktor wirya buwewe û be tûřeyî gutî:

- bo kwê eçî?

utombîlçî gutî: bo xestexane. xot net fermû?

- ax! dey! zor başe.

serokî xestexane le hawałan û hawderzanî zûy bû. duktor naçar bû bo dîdenî biřwate lay, we eşîzanî yek dû řoj gilî edatewe. çuwe koşkî xestexane, paş satêk des lenaw destî serokî xestexane, we be pêkenîn û qisekirdin hate derê. ke geyştine ber utombîlekey duktor kuřêkî sîs û seruqji’aław ke meynet û şipirzeyî le çiřuçawî ebarî, be řakirdin hate pêşewe, ke çawî bewan kewt wêstaw be lałanewewe gutî:

- gewrem:cenabî serok lutfêk legeł em çareřeşe bifermû.

serok be girjî gutî:

- îtir etewê çî bikem, leber dirêjdadřî to le řû çûm, ewey bo em nexoşem kird bo bawkîşim nekirduwe. be xořayî û bêpare serincim da.

- xwa bitan hêłî cenabî serok, bełam axir...

- heweł û axrî her eweye ke gutim: ebê neşterkarî bikirê, zorîş be gurcî, egîna emrê.

- axir aẍay serok em bira çareřeşem parey nîye, herçî bûy û neybû lem nexoşîyey bext kird, minîş lew hejartirim, her emendeye şermiman be xomane û şureyşiman lê dê dem le xełk xwar keynewe.

legeł emeşa dway ew fermayştey ke fermût, řoyştim gelê hewłim da, řûm le çend merd û namerd na, hîç kełkî negirt.

- min îtir ḧeqim beser emanewe nîye, min ewendey bom kira komekim kird, xercî neşterkarî û xestexane be lanî kemewe hezar û pênc sed timen ebê, bełam ḧewt sed timenî ebê pêşekî biden.

- axir cenabî serok, bo xatrî xwa..

serok îtir wełamî nedayewe. be miř û moçêkewe řûy le kuře çareřeşeke wergêřa, desî duktorî- ke taqetî çubû- girt û gutî: duktor gyan ba biřoyn .. utombîlçî qapîy utombîlekey kirdewe, swarbûn û utombîl kewte řê, serok gutî:

- xełkêkî bê çaw û řûy heye em şare! be xeyałî to leme zyatir komek ekirê?

duktor bizeyekî hatê û wełamî nedayewe, bełam tawî girtibû. le seretay gencîda kem hełkewtibû çwar şew û řojî bê afret řaybwardbê. perdey lûtî efřî. demî piř bûbû le aw, çawî bem beru’ewberî cadekeda egêřa, le nakaw utombîl pêçî kirdewe, duktor wirya buwe û be tûřeyî gutî:

-bo kwê eçî?

utombîlçî gutî: bo xestexane. xot net fermû?

-ax! dey! zor başe.

serokî xestexane le hawałan û hawderzanî zûy bû. duktor naçar bû bo dîdenî biřwate lay, we eşîzanî yek dû řoj gilî edatewe. çuwe koşkî xestexane, paş satêk des le naw destî serokî xestexane, we pêkenîn û qise kirdin hate derê.

ke geyştine ber utombîlekey duktor kuřêkî sîs û seruqij aław ke meynet û şipirzeyî le çiřuçawî ebarî, be řakirdin hate pêşewe, ke çawî bewan kewt wêsta û be lałanewewe gutî:

-gewrem cenabî serok lutfêk le geł em çareřeşe bifermû.

serok be girjî gutî:

-îtir etewê çî bikem, leber dirêjdadřî to le řû çûm. ewey bo em nexoşem kird bo bawkîşim nekirduwe. be xořayî û bê pare serincim da.

- xwa bitan hêłê cenabî serok, bełam axir..

-heweł û axrî her eweye ke gutim: ebê neşterkarî bikirê, zorîş be gurcî, egîna emrê.

-axrî aẍay serok em bira çareřeşem parey nîye, gerçî bûy û neybû lem nexoşîyey bext kird, minîş lew hejartirim, her emendeye şermiman be xomane û şûreyşiman lê dê dem le xełk xwar keynewe. le geł emeşa dway ew fermayştey ke fermût, řoyştim gelê hewłim da, řûm le çend merd û namerd na, hîç kełkî negirt.

-min îtir ḧeqim be ser emanewe nîye, ewendey bom kira komekim kird, xercî neşterkarî û xestexane be lanî kemewe hezar û pênc sed timen ebê, min heşt sed timenim şikand, bełam ḧewt sed timen ebê pêşekî biden.

-axir cenabî serok, bo xatrî xwa..

serok îtir wełamî nedayewe. be miř û moçêkewe řûy le kuře çareřeşeke wergêřa, desî doktorî - ke taqetî çûbû- girt û gutî: duktor gyan ba biřoyn...utombîlçî qapî utombîlekey kirdewe, swar bûn û utombîl kewteřê, serok gutî:

-xełkêkî bê çaw û řûy heye em şare be xeyałî to leme zyatir komek ekirê?

duktor le cyatî wełamî em pirsyare, serî birde pena gwêy serokî xestexane û gutî:

-bîstûme em şarey êwejin û kiçî zor cwanî heye.

serok qaqayekî kêşa û çawêkî dagirt û gutî:

-nayab, her qisey lê meke, her wextê yekê lew peçe û çarşêwana la bidrê însan gêj û wêj ebê. duktor nazanî be řastî řuxsarî wa lêre heye çaw exate tirawîlke!

hîçit dest ekewêt?

-carubar. ewîş zor kem...

-kemêkî çon?...

-çî bê le to penhan bêt. min sê çwar sałe lêrem, tenya dû car bom řêkewtuwe.

-ay! çend giran!

-bełê, jinî êre zor řeqin, kiçyan ke her hîç. kiçêkî bîst sałan ebînî, kełeget, řêkupêk, zor qed û bała şîrîn, çi mil û gerdinêk, çi řû singêk, çi bejin û bałayek. bełam wextê qisey le geła ekey, ełêy hergîz însanî nedîwe û taze le kej hatûte xwarewe, însan wextê awa eyanbînê zor le ber çawî ebêzrên, bełam nazanî pyawekanyan çend çawedêřîy jin û minałyan eken, we çend azayî û tûřeyî be kar dênin? bełam eger jin tozê qaçî xwar danê, mêrdekey zigî wek sifre yekeła ekat, yan be lanî kemewe lêdanêkî başî lê eda, ya hîç nebê mangêk le jûrêka zîndanî ekat û qapîy le ser da’exat. wey lew řoje xeyanetêkî lê derkewê, îtir kuştinî jin, wekû xoyan ełên fasq kirdinî, cêga qise nîye. ca bizane min çend zirîng bûm ke twanîwme duwan lem jinane bixeme daw...

-duktor gutî: pêwîste çend řojê lêre bimênmewe û bextî xom taqî bikemewe.

-îşêkî girane, be taybetî be sê çwar řoj.

-îtir bizanîn çon ebê. to her ewendem bo bike řêgem bibê sê çwarêk lem şox şengane bibînim, îtir le ser xom. ew wexte ezanî ke to xwêřît, yan hîç nebê min le to be hełpetirim...

le paş tawêk geyştine ber qeysirîy tarîke bazařî şareke.

serokî xestexane gutî:

-kangay şox û şengan êreye. tozê lêre pyase bikeyt be lanî kemewesî çil nazarî nimre yek ebînî.

--dey ca ba lêre dabezîn û tozê pyase bikeyn.

-min natwanim, lem şareda wek gay mar û wam bibînin esûřêmewe û serincî jinî xełk edem biřwayan pêm namênê, şestîşyan bêdar ebêt, yekê lew keyfaney min kirdim qise û basêkî zorî lê pîda bû, mêrdî jineke şitêkî hest kirdibû, çakî eme bû jineke minî xoşwîstibû, her bełayekî be seryan hênabû nawî minî nedirkandibû, le geł emeş diłyan pîs kirdibû hestim ekird pyawan be mořewe temaşayan ekirdim, lew wextewe zor be wirdî be řêgeda eřom, we lew biřwayedam ke îtir natwanim xom bidořênim, dest û qaçim hełe bikem!

-zor başe. min da’ebezim, lem şitane natirsim, merciman bê her emřo ta nîweřo yekêkyan bixeme daw.

utombîleke westa, duktor qaçî dakêşa xwarewe û destî serokî xestexaney girt, řoj başî lê bikat, we pêşî gut:

řastî, egeriştêkim hełsuřand, bo kwê biçîn, xo małî êwe nabê, serokî xestexane bîrêkî kirdewe û gurtî:

-boç?qey nakat, xanim û minałekan bo dîdenî xizman řoyştûn bo taran, kesman le małewe nîye karekereke nebê, ewîş le geł mina xomałyaneye.

-yanî cênşînî xanme?

-îtir biłêyn çî!...çî bikeyn?

her corêk bêt qey naka bełam ebê le derga biçkolekey lay kołanewe bênewe.

-min şareza nîm.

-utombîlçîyeke dêt, şareza ebêt.

-duktor řûy kirde utombîlçîyeke û pêy gut:

-ke îşî cenabî serokit encam da werewe êre, le ber bazař tozê berew jûrtir, le cêgeyekî çołda bweste ta dêmewe.

dabezî. temaşayekî dewrûberî kird û be pyase kirdin kewte řê. xełk dabezînekeyan lew utombîle cwanu birîqedare belawe seyr bû, we be çawêkî ’acbatî lêy moř ebûnewe. bałay dirêju cilubergî siport û boynbax û milwaney nayab û řûy cwankîle û nazawayî, serincî xełkî ekêşa lay xoy. tenanet hêndê kes kutûpiř ewestan û be waquřmawî sernicyan eda,

her wa zû şêwabû. têgeyştibû ke natwanê le naw em xełkeda bigeřê. jinanî ’aba beser ehatin û eřoyştin, ewanîş kem û zor řûyekyan ekird be layewe. çend jinêkî cwan û çend kiçêk ke řûyan tewaw danepoşîbû kewtine ber çawî û diłyan daçłekand. bełam ke řûy ekird be lay jinêkewe komełê le pyawanî hatûçûker ke çawyan têbřîbû, lêy moř ebûnewe û be qînewe têyan eřwanî ke bizanin çaw le çî egêřê? be layewe dûr nebû kutûpiř yekê lewane şeqezleyek li binagwêy bisrewênê û serî le temaşa kirdinî jinêk be layekî tira wergêřê.

çuwe bazařewe. bazař şiloq û nextê tarîk bû, bełam lêre û lewê řûy řûnakî jinan û kiçanî cwan wek gułî sûr le çawî eda. wirde wirde herçend hengawêkî hełdihêna wibe xoy ne’ebu, le jêr liçewe eygut:

-řastî, çend cwanin! beh beh çi şarêkî piř le nî’mete! bełam ney’etwanî biřwa bikat, ke nizîk bûnewe le yekê lem jinane û qise le geł kirdinî des eda.

bazařî dwayî hêna û geřayewe. be nahumêdî û dił sardî be xoy gut:

-wa nabê! dest hełgirtinîş nakirê! em gişte şox û şenge bibînim û bêbeş bûm? ebê tegbîrêkî tir bikem.

dû jin be berdemya řoyştin, we be çawe gewre řeşe hêcgar cwanekanyanke le dirzî ’ebawe dyar bû, nîgayekyan kird be layewe û bayandayewe bo kołan. le naweřastî kołaneke, ke çawyan bew kewt le ber dergayek westan. duktor be xoy gut:

-ewa emanîş eçne małî xoyan!

-be dił serincêkî dan û řoyşit, paş çend hengawêk gwêy le kiranewe û daxsitinî derga bû, wîstî bigeřêtewe bazař. çawî be jinêk kewt ke be pele le xwarewe ehat. bew tîj řoyştineşewe lext û larêkî le ber diłanî bû, bê perwa ehat û koy le kes ne’ekird, etgut zor derbaysî çarşêwekey nîye. le dûrewe berzayî sîngî řêkupêku cwanî le naw çarşêwekeya ebînra, řuxsar û nîwey pirçî be tewawî dyar bû, duktor westa. jineke nizîktir buwewe. şox û şengîy ew duktorî wişk û mat kird. cwanîyekî ’ecayb bû. duktor le hîç cêgayekî dinya řûyekî wa cwan û bejin û bałayekî wa řêkupêk û leberdiłanî nedîbû, be naçarî serî bo danewand û řoj başî lêkird, lew kateşa le dewruberî xoy wird buwewe kes lew nawe nebû, jine cwaneke řûyekî kird be layewe, temaşayekî kird û řoyşit, wek řojbaşî nebîstibê wabû. le naw pirşingî be tewjimî řoxsarya peroşî û pejare hest ekira, hîç gwêy pê neda û meḧellî lê nena, dyarbû zor be pele bû. duktor diłî le dest da û bê’aram be dwaya kewte řê. jineke geyşte bazař we lew serewe derçû kewte cade, paş çend hengawêk çuwe meẍazeyek. duktor le ber meẍazeke westa, dway pênc deqîqe jineke hate derê û geřayewe. duktor de pazde hengaw dûr kewte şwênî. ke geyşte nîwey kołan le cêgayeka ke le dûr û nizîk hatuçûker dyar nebû, xoy geyande jine cwaneke û bê westan be dengêkî saf û şêweyekî şîrîn gutî:

-xanim min bo cwanî to şêt bûm, hergîz şitî wam nedîwe! xełkî êre nîm ẍerîbim, beyanî eřom bezeyît be ẍerîba bêtewe, diłim meşkêne, herçî bifermûy eydem, sed timen, dû sed timen...ḧewt sed timen!xoy lem sixawete waqî wiřmabû, be dem qise kirdinewe wek kesê xew bibînê le diła li xoy pirsî:

-boçî kutûpiř ewende serkewtim, ḧewt sed timen boçî? be kurtî kewtewe yadî ke em wişeyey le xestexane bîstuwe, serokî xestexane ḧewt sed timenî le kuře çare řeşeke ewîst ta birakey neşterkarî bika û le dest merg řizgarî ka.

hestî kird ke jine cwaneke lerzî û le jêrewe be tîlayî çaw serincêkî ewî da.

bê baktir dûpatî kirdewe:

-bełê ḧewt sed timen pêşkeş ekem,

ḧewt sed timen pareyekî kem nîye. carêkî tirîş yektirê nabînînewe, çunke lêre eřom. emřo ya em şewya her wextêkî tir ke derfetim ebê, yek dû satê diłim xoş ke, be mergî to aramim lê biřawe. jineke wełamî nedawe û tîj têpeřî, paş deqîqeyek be gurcî bo lay dergayek pêçî kirdew, destî na be dergawe, derga kirayewe û řoyşte jûrewe. duktor wek pişîleyek çolekey le dem derpeřî bêt, be waquřmawî û peşêwî westa, qaçî le best çûbû. çawî biřîbuwe qapîye daxrawe biçkole û feqîraneke. ney’etwanî hengaw hełbiřê û lewê dûrkewtewe.

-şitêk le diłya qirit û firtî ekird ke le dergake bidat. nizîk bûnewey hatûçû kerêk naçarî kird pêhełgiřê, çend hengawê dûr kewtewe, îtir neytiwanî dûrtir biřwa, geřayewe. em řoyştin û geřaneyewe çend car leber hatûçûy xełk çend patewe buwewe. nizîk si’atêkî pêçû. duktor ney’etwanî dił hełkenê. eywîst bo çaw pêkewtinewey jine cwaneke bîrêk bikatewe û řêgayek bidozêtewe. pêş tegbîr kirdin derga kirayewe û jine cwaneke hate derewe. her bew çarşêwe û cilubergewe û bew gwê pênedan û bê perwayyewe bełam kemêk mat tir û xefetbartir dyar bû. emcar be layekî tira řoyşit. duktor xêra dway kewt, kołan çoł bû, duktor hengawî kirj kird û pêy geyşit û bê wiçan gutî:

-wełamit kerem nekird?emzanî egeřêytewe, nem’etwanî biřom, şêtit kirdûm.

jineke řûy kird be layewe û serincêkî qûł û xufetawîy be dengêkî hêcgar nerim û nask û şîrîn ke diłî duktorî lerzand gutî:

-gewrem çît ewê?

-duktor gutî: ’erzim kirdî xełkî em şare nîm, ẍerîbim zor zû eřom, şêtî to bûm, natwanim diłim hełkenim, bezeyît bêtewe pêma, bo em lutif û ẍerîb perwerîyeş ḧewt sed timenit pêşkeş ekem, wekû ’erzim kirdî.

wełamî jine cwaneke zor dûr le hîwa bû, gutî:

-diro ekey, naydeyt!

duktor le xoşya mûçřikêk hat be leşya û tînêk wek giřî agir be xwênya geřa û daxî kird. be coş û kułêkî zor û dengêkî lerzokewe gutî:

-çî efermûy, eme bo min qîmetî nîye, xanim min zor dewłemendim řojî wa heye de pazde hezar timen fîru bext ekem le qumara’eydořênim. we ewendey nuke derzîyek lam qîmetî nîye.

jineke be corêkî seyr û nařoşin ke manay lê ne’edrayewe gutî:

-kewat diro nakeyt?bêguman eydeyt?

-diłnyabe zor be şanazîyewe, tenanet eger bifermûyt leweş zyatir, herçî efermûyt.

jineke îstêkî kird. înca dengî tozê giř bû. kurt û xêra gutî:

-ca biçîne kwê?

-her kwê to efermûyt.

-min cêgeyek şareza nîm, nazanim...

-dey sa fermû le xizmetta bim, bo cêgeyekî baş biřoyn. êste wirde wirde hestî kird jineke be tundî elerzê û lew ḧałeşa gelê cwantir û diłřifêntir enwênê.

jineke bêdeng bû. duktor dway yek dû henase gutî:

-îcazet fermû? de fermû ba biřoyn...

jineke be pele gutî: si’at yekî paş nîweřo werewe êre...we dway îstêkî kem gutî:

-merciman ewe bê diro nekey, fêłbaz nebî.

-îtir le řêy wełam newêsta û xêra geřayewe girj kewte řê dway deqîqeyek xoy kirdewe be mała.

duktor serî suř ma. le coş û kuł û xoşîşa elerzî, wekû kesêk le deskewtî گەەûرەترین bextyarîyek diłnya bê, lêy da û řoyşit, em beserhatey bo serokî xestexane gêřayewe û si’at paş nîweřo geřayewe. jine cwanekeş her lew kateda geyşte cê jwaneke. duktor leber kuł û coş aramî lê hełgîra bû, nawnîşanî utombîlekey pêda. jine cwaneke kej û çalak le pêş duktorewe řoyşit, we le naw utombîlekeda danîşt. duktorîş dway tawêk swar bû. wa der’ekewt kes agay lêyn nebû, paş pênç şeş deqîqe herdûkyan le derga biçkolekey xanûy serokewe řoyştine jûrewe. hodeyekî biçkole û pak û xawên amade kirabû.

çûne jûrewe , duktor jine cwanekey le ser qeřewêłe danîşand, leber pêyda be çoka hat, desî girtibû açî ekird, le pişt şûşekanî hodekey tenîştyewe le dirzî perdewe serokî xestexane temaşay ekird.

jineke henasebřikey pê kewtibû, řengî sûrhełgeřabû, etgut wexte bixinkê. be tewawî xoy dabû be destewe. hîç destî ne’ekirdewe. duktor le tenîştîyewe danîşt û destî kirde milî. ewende hatbuwe coş agay le ḧałî jine cwaneke biřabû. de û bîst maçî le demî řifand. jineke le naw maçekanî ewda derfetî hêna, kemê xoy kêş’aye dwawe û be dengêkî nusaw û lerzokewe gutî:

-etirsim dirot le geł kirdibêtî. gutî: ay! le bîrim çû, diłnya be nazarekem, êsta pêşkeşî ekem. destî kird be gîrfanya, hêndê eskenasî diriştî derhêna, be pele û bê wird bûnewe bijardî. biřêkî ke bêguman le ḧewt sed timen zyatir bû lê bijard cizdanî jine peşokawekey- ke leber qerewêłekeda bû- kirdewe û parekey tê’axnî û wekû birsîyek hełmetî xwardemenîyekî xoş bidat, jine cwanekey girtewe baweş.

lem kateda dengêk wek dengî هاûاراێکی dûr hate gwêçkey, bełam gwêy pê neda, qisey diłdarîyaney ekird, swêndî exward ke hergîz afretêkî wa cwan û hêmin û diłřifênî nedîwe. bê ewey tûşî berhełistêk bibê îşî leber eçû, we seretay geyştine amancî dest pêkirdibû. le xoşîya tirîngey lêwe ehat.

lem kateda jineke piř be dem qîjandî û xoy le destî řapsikand, we le hodekey tenîştyewe dengî kewtinî şitêkî qurs be dergayekî şûşedarda bîstira. duktor ke lew kateda le piřcoştirîn ḧałî jyanya bû lî cêgay xoy řapeřî. jineke lêy dûr kewtewe û çawî biřîbuwe qapîyeke. duktorîş temaşay kird sertapay lerzî. qapî kirabuwe û şitêk be laşîpanî dergakewe westabû, şitêkî bała biłind, zyatir le mirdû eçû nek le zîndû. êsk û pêstêk, dahołe êsqanêk çaw be qûłaçû, řeştałeyekî zerd hełgeřaw, dest û baskêkî dirêj û řeq û teq, qaçêkî wişk û lerzok, leş poşî tenya kirasêkî sipîy dirêjî awdamîn wek kifin bû be yexeyekî daçeqawewe. duktor be pele xoy ko kirdewe, ẍîretî na ber xoy û be tûřeyîyekî têkeł be tirs û lerzewe gutî:

kêy? çît ewê?

dahołe êsqan wełamî nedawe. be mořewe eyřiwanî. elerzî û dengî danekîrkey ehat.

jineke hestabû, řengî peřîbû, destêkî be lawaney qerewêłekewe girtibû ta nekewêt. be dengêkî nûsaw û henasebřikewe gutî:

eme mêrdî mine, ba be to bilêm, pê le řastî binêm, nazanim çi base!...baweřim ne’ekird twanay bibê le cêy xoy bicûłê, lam wabû emrê, eyan gut bem zuwane emrê, mêrdime, xoşim ewê, ey perestim, lew zyatir kesim nîye, nem ewîst bimrê, hîçman nebû, ne ew bûyî û ne min, gutbûyan ebê ḧewt sed timen bideyn, serokî xestexane gutbûy eger neşterkarî bikirê ejî, bextyar ebîn...

be kurtî, ḧewt sed timen biřyarî mergî bû, ebû danîşîn û gyan keniştî temaşa keyn, biłam emřo dîsan nawî ḧewt sed timen hate gwê, to gutit gewrem...to nanasim, gutit le lawe hatûy û emřoş eřoy, mêrdekim emird, bo řizgar kirdinî hîçim nebû, to le minit geyand ke tenya şitêkim heye etwanim bîfroşim!... nawî ḧewt sed timen emey le min geyand, înca ekira biřyarî mergekey bibête biřyarî jyaneweşî, be komekîy min! ax! biřyarim da, le pał cêge û banî mêrdekem, ke wextê bîrim kirdewe xerîke emrê...

cîřey dergay hodekey tenîştewe, qisekey pê biřî, serokî xestexane hate jûrewe gutî:

-emane hemûy le estoy min, bêdeng be, min ew pyawe neşterkarî ekem, necatî edem, pareşim nawê, ḧewt sed wa le cirdaneketa, ewîş bo xotan emênêtewe.

-pyawe êsqanîneke, mirduwe cimcoł kereke, dû hengaw hate pêşewe, wek tarmayî merg wabû, bełam satûrî be destewe nebû, řeng bû pêşî bêt, destî le pişt seryewe girtibû, bełkû le naw kifnekeya bû, deme le go kewtuwekey kirdewe û be dengêkî wişk û giř û be samewe, le katêka çawî biřîbuwe serokî xestexane, gutî:

-ax! to! serokî xestexane! to ke ḧewt sed timenit ewîst û egîna ebû min bimirdimaye!...

-êsta lêre! le małî toda! jinî min, be nirxî ḧewt sed timen!..we em pareyeş le cizdanekeydaye! we ewîş lêre le baxełî em pyaweda!..êste be xořayî min tîmar ekey?! we ḧewt sed timenîş bo xoman!.. we jinekem lay wabû natwanim le cê û banekem bême derê, êwe ewtan hênaye êre! le geł tome hey pyaw, hey napyaw, hey diz, hemû dizêk lay waye etwanê řakat. bełam xwa şwên pêy nîşan eda û dił ebînê û eydozêtewe..toş jineke etzanî qul û qaçî min mirduwe, bełam net’ezanî diłim zînduwe û hêşta bo to da’exurpê, we hêşta bo to elerzê û natwanê le derkewtinî to le bêwextêkî awehada, si’at yekî paş nîweřo şitêkî nalebar û namekirirf hest bikat, we ẍîrete merg birduwekem heł girînê, we qaçe mirduwekanim bixate geř we şarezayîm bika bo êre. yekê dîtbûy jinêk le utombîlêka ke lem şareda hî wa nîye hatuwe bo em laye.’ařebaneyek minî geyande êre. utombîlekem le ser kołan çaw pêkewt nasîmewe. jinêkî kareker ke dergakey lêkirdimewe,le tirsana le hoş çû kewte zewî. êsta êweş ebê bitirsin le min. namewê bijîm bem tîmare xořayye û bem pareyey le cizdanî jinekemaye.

le nakaw deste wişk û řeq û teqekey ke dyarbû hate pêşewe û teqey çend gulley le ser yek hodekey lerand.

emeye dirêjey ew dengubase kurtey ke ew wexte le řojnamekanda xwênditewe, le jêr nawî:«nexoşî tawankar»da, nexoşêkî le gyan keniştida ke be qisey ew řojnamane «le ser hi’iç û xořayî, bełkû behoy şêt bûnêkî kutûpřîyewe serokî xestexaney şarekey خۆان û duktorêkî benawbangî taranî kuştuwe».