lahûtî, şa’îrî benawbangî kurd
lahûtî nawî ebulqasme. le sałî 1855 le şarî kirmaşan ledayk buwe. bawkî nawî «êlhamîKes»ye. le bakûrî kirmaşanCih mułkêkî zorî buwe. serdemî qutabxane û seretay xwêndinî řoşin nîye. le hewełî gencîyewe destî kirduwe be şê’rutin. le xem û xefetî lenawçûnî darayî û samanî, naznawî şê’rîy xoy be lahûtîNasnava edebî danawe. zor arezûy buwe şê’rekanî bixate berdem û destî xełk. bo hewełîn car şê’rî xoy le řojnamey «êranî new»da çap kirduwe, le sałî 1909 û 1910.
maweyek ’ilûmî dînîy xwênduwe. le paşan berî nîşandanî kesukar û dost û biraderanî, sałî 1904 çuwete řiştey polîsî ew wexte ke pêyan wituwe «jandarmêrî». sebaret be lêhatûyî û karameyî sałî 1912 geyştuwete payey «ře’îs»y û buwete fermanderî jandarmêrîy şarî «qumCih». hew lew sałeda beboney hêndê gêrewkêşewe yekê le jêrdestekanî xoy kuştuwe. girtûyane û birdûyanete taranCih. maweyek le zîndana mawetewe. derfetî bo hełkewtuwe û řay kirduwe, be řêgay xaneqînda hatuwete beẍdaCih. sałî 1914 le beẍdawe çuwete estembułCih. lewê dûkanêkî kitêfroşîy biçûkî danawe. wirdewrde legeł řoşnibîranî ewê serî aşnayetî daxsituwe. ta kesukarî le taranewe kaẍezyan bo nûsîwe. çunke tawanekey le serdemî qacarekana buwe û êsta ḧikûmet gořawe û ḧikûmetî taze bexşîwyetî û îtir bigeřêtewe. le paş pirsî dost û biraderanî sałî 1921 geřawetewe taran û serlenwê çuwetewe řîşey jandarmêrî. her ew sałe be payey ře’îsî ewełî bûte fermanderî jandarmêrîy tewrêz. ke çuwe tewrêz le komełî susyal dîmukirat nizîk buwewe û peywendîy legeł peyda kirdin. sałî 1922 le şořşekey şêx muḧemedî xyabanîda hawbeşîy kirduwe. le paş kujranî xyabanî û şikanî şořişgêřekan û hatnî urdunî taran bo tewrêz řay kird bi «cułfa» û le řêgey «araz»ewe çuwe wiłatî sovît.
hendê govar û řojnamey êran nûsîwyane ke sałî 1952 le wiłatî sofêtewe řay kirduwe û çuwete pakistan. lewê kitêbêkî nûsîwe be nawî «jyanî min»ewe le sovît xirap dwawe. eme dirûyî û bayex û saxteye. kitêbî nawbiraw axru’oxrî sałî 19533 le layen koneperestekanî êranewe be nawî lahûtîyewe hełbesrawe, le çen řojnameda biław kirawetewe. ta be xeyałî xoyan sovêtî pê bednaw biken. lahûtî mangî janwîyey sałî 1954 le moskowe bem şê’rane wełamî dawnetewe: