lahûtî, şa’îrî benawbangî kurd

From the Book:
Koy Berhemî Qizilcî
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 5 minutes  1470 views

lahûtî nawî ebulqasme. le sałî 1855 le şarî kirmaşan ledayk buwe. bawkî nawî «êlhamîPerson»ye. le bakûrî kirmaşanLocation mułkêkî zorî buwe. serdemî qutabxane û seretay xwêndinî řoşin nîye. le hewełî gencîyewe destî kirduwe be şê’rutin. le xem û xefetî lenawçûnî darayî û samanî, naznawî şê’rîy xoy be lahûtîPen name danawe. zor arezûy buwe şê’rekanî bixate berdem û destî xełk. bo hewełîn car şê’rî xoy le řojnamey «êranî new»da çap kirduwe, le sałî 1909 û 1910.

maweyek ’ilûmî dînîy xwênduwe. le paşan berî nîşandanî kesukar û dost û biraderanî, sałî 1904 çuwete řiştey polîsî ew wexte ke pêyan wituwe «jandarmêrî». sebaret be lêhatûyî û karameyî sałî 1912 geyştuwete payey «ře’îs»y û buwete fermanderî jandarmêrîy şarî «qumLocation». hew lew sałeda beboney hêndê gêrewkêşewe yekê le jêrdestekanî xoy kuştuwe. girtûyane û birdûyanete taranLocation. maweyek le zîndana mawetewe. derfetî bo hełkewtuwe û řay kirduwe, be řêgay xaneqînda hatuwete beẍdaLocation. sałî 1914 le beẍdawe çuwete estembułLocation. lewê dûkanêkî kitêfroşîy biçûkî danawe. wirdewrde legeł řoşnibîranî ewê serî aşnayetî daxsituwe. ta kesukarî le taranewe kaẍezyan bo nûsîwe. çunke tawanekey le serdemî qacarekana buwe û êsta ḧikûmet gořawe û ḧikûmetî taze bexşîwyetî û îtir bigeřêtewe. le paş pirsî dost û biraderanî sałî 1921 geřawetewe taran û serlenwê çuwetewe řîşey jandarmêrî. her ew sałe be payey ře’îsî ewełî bûte fermanderî jandarmêrîy tewrêz. ke çuwe tewrêz le komełî susyal dîmukirat nizîk buwewe û peywendîy legeł peyda kirdin. sałî 1922 le şořşekey şêx muḧemedî xyabanîda hawbeşîy kirduwe. le paş kujranî xyabanî û şikanî şořişgêřekan û hatnî urdunî taran bo tewrêz řay kird bi «cułfa» û le řêgey «araz»ewe çuwe wiłatî sovît.

hendê govar û řojnamey êran nûsîwyane ke sałî 1952 le wiłatî sofêtewe řay kirduwe û çuwete pakistan. lewê kitêbêkî nûsîwe be nawî «jyanî min»ewe le sovît xirap dwawe. eme dirûyî û bayex û saxteye. kitêbî nawbiraw axru’oxrî sałî 19533 le layen koneperestekanî êranewe be nawî lahûtîyewe hełbesrawe, le çen řojnameda biław kirawetewe. ta be xeyałî xoyan sovêtî pê bednaw biken. lahûtî mangî janwîyey sałî 1954 le moskowe bem şê’rane wełamî dawnetewe:

pyawêkî benawbang le êrana
tûşî napakêkî hat le gewrekan
witî ’ecayb! em toy?
yekê tire le to eçêt ya her xotî?
bîstim be weba mirdûy
be des mergewe lenaw çûy
pêy gut nabînî! zîndûm
qise ekem ebînim ebzûm
gutî demêke pyawêkî řastigo
xeberî mergî toy dawe
gutî şayetî zîndûyetîy min
le xom řastir kêt des ekewê
peytapeyta kabray negrîs
eygut ewî xeberî hêna wiryaye
dor nakar pyawî çake
qisey wek zêř benirxe
kem em piřupûçaney lê bîst
kabray řûspî pêy gut
ezanim to qînit lême
dujminayetîy konit heye
to arezûy mergim ekey
be dił etewê azadî dey
bełam be dîqî to mawim
zor beřêzim berze nawim
***
gêreşêwênîy deẍełekanî êran
wek çîrokî ew core gewraneye
min le moskoda şarêkî azad
ejîm bextyar diłşad
bełam dujmin ełê min min nîm
çunke pyawêkî řastî bîstuwe
ke min le diłişkawî
le wiłatî sovêt řam kirduwe
le pêşa çûmete pakistan
lewêwe çûmete hêndustan
gwaya lewê kitêbêkim nûsîwe
le wiłatî sovêt xirap dwawim
ey nakes to ke eme enûsî
pêm biłê le des kê řa ekem
le des çwar minałe xoşewîtekanim
ya le des dayke emegdarekeyan
boçî lem core wiłate řa ekem
ke dûsed mîlyon biray damê
katêkî řam kird le êran
le des hî wekû êwe namerdan
min û buxtan be wiłatî xoşbextî
min wek êwe xûm be xyanet negirtuwe
řa kem le dost bo lay dujmin
na na min wekû to nîm ke dujminî êranî
řakirdin le çawgey bextî însan
dinya ezanê eme dor û buxtane
to xoşt ezanî bełam leber namerdî
nawêrî řastekey derbiřî
le bîrî toy xwêřî bîr tarîka
zîřezîř fermanî emrîka
to etewê xełkî wiłatî min
legeł xełkî sovêt bibne dujmin
biřo bimre xełkî em dû wiłate
hemîşe dost û biran
têkřa tê ekoşin bo aştî
bo însandostî û birayetî
em piřupûçanet der ekewê
lem ajawenaneweda řîswa ebî