eger to řû be xałêkî le leyla şox û zêbatir

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  2256 Dîtin
eger to řû be xałêkî le «leyla» şox û zêbatir,
minîş aşfiteḧałêkî le «qeys»m şêt û şeydatir
be diłme cwênî ew lêwe, le bose neş’e bexşatir
le kin tiryakîye ełbette qawe seda le ça çatir
le koya mudde’î dîmî, be îstîhza witî: şahim!
geday em koye bim, şahenşehêkim sed le şa zyatir
le ber dergahî ’îşqa yeksere her kes serî dana
eger petyareyek bû, bû le sed ’ełame danatir
binazim bem şehî meh seyre bo geşt û guzarî şew
swarêke, buraqî tewsene, cîbrîlye şatir
le dinya têpeřî her kes be bałî hîmmet, azaye
le ’uqbaş ew kese ger têpeřî, bazêke azatir
eger em ehlî dinyaye, wekû hen, řê xene cennet
dena’et zû deka ew dunye lem dinyaye dinyatir
kesî min ger kesin, kes min nexate fikirî ew şahe
be yadî nakesan azurde ḧeyfe xatîrî ’atîr
xuda bîda be řeḧmet, daẍî dił çawî diłe meḧwîNasnava edebî
be girye çaw eger çû, şik debem çawêkî bînatir