muḧeqqeq her kesê meslekye ḧeqiq û ḧeqqe menzûr

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  1471 Dîtin
muḧeqqeq her kesê meslekye ḧeqiq û ḧeqqe menzûr
sulûkî çûne ser dare, terîqey pîrye mensûr
le ulkey ’îşqe da bo her kesê serdarîye menzûr,
’ulûّErebîy mertebey ser dare, bote peyřewî mensûr
dełê danam û dił xoşî dexate dawî zułf û xet,
eger ’eqłî heye bo çî ḧezer naka le mar û mûr!
kemalat û me’arîf mebye, bê dexłî hewênî ’îşq
’eceb pişkûtuwe lem cezwe nare piř be ’alem nûr
be xwênim tînuwe, ba noşî kat û noşî bê, emma
le ser çî, to biłê, ew lêwe more wa le min bû sûr
wîsalit nare, hîcirit řoje řeş, wek aftabî to
le to nezdîke pişkoye, xełûze ger le to bê dûr
te’eccub girtimî, sofî ke tesbîḧim le milya dî:
ke bê teqrîbe pîrêjin le berya bê ber û bermûr
be zerd û sûrî dinya zerdewałet lê negořabê
be hengî tê bigey, her nêşe, noşêkî nye zenbûr
le têẍî to heta meḧwîNasnava edebî şerfyabî şehadet bû
xwênî bû be aw, îtir le dawênit nema meḧzûr