giftar dir aqlîm sîm ke asimş tirîqit û xidîwiş ’iqil ast.
Li pirtûka:
Komele Şîrî Feqê Qadirî Hemewend
Berhema:
Feqê Qadrî Hemewend (1830-1890)
3 Xulek
718 Dîtin
îqlîm sêyem ’ezîm şanen
me’mûreş bê ḧed, genciş penhanen
terîqeten îsim îqlîm salîs
zuřřa’iş cewher, zer’ zeř xalîs
ew mułk e’zem fexir mulûken
merkez mułkiş ’îlim sulûken
be ḧukim ferman şay saḧêb serîr
ew îqlîm wica bexşan be wezîr
’eqił kuł newca ḧukimş řewacen
şahan eyyam weneş muḧtacen
cewher cîsmen, duřiř zemîren
nîqab ’îşqen, ce řoḧ wezîren
ḧekîm ḧukmen zatiş bê emsal
kilîd ře’îş ḧelil her îşkal
çun ře’îş mufîd her heşt îqlîmen
her îqlîm ce nezim ew ce te’lîmen
ebwab umûr be ew meftûḧen
ẍułam yekřeng paytext řûḧen
her gah ew ce mułk zemîr bî bîrûn
dił mebo esîr efkar cunûn
xałî memano îqlîm wicûd
mebo be yataq dîwan merdûd
îsim şerîfiş ’eqił kamîlen
zatiş ce esbab edeb tekmîlen
te’lîm ew bî ḧukim eflatûn
tefrîq kerd cewher xalîq ce madûn
erestû ce feyz ew saza ḧîkmet
kerdiş be wezîr text sełtenet
’eqił bî ḧîkmet ser da ce luqman
ce ekser êden luqman enbyan
«feqê» sîfatiş nedaro nezîr
şehir û qesebeş bawer be teḧrîr
ẍîret û namûs, ’îlim û îta’et
hem nezim û edeb, hem îstîqamet
sebir û tewazu’, dûr endêşî û ’ar
’ehd û îmtîḧan, mîzan efkar
ce mułk sêyem xecsite wezîr
řewacen sikkey ew ’alî zemîr
perê hoş û derk hem ew ře’îsen
hoş yawerşen, derk muhendîsen
ferqen ce mabeyn ’eqłeyn mesa’îl
’eqił me’îşet ba ’eqił kamîl
herçend new’ ’eqił nedaro şumar
be dû řacî’en er cem key efkar
ḧeqîqî darîm, hem ’eqił mecaz
îkmal herdû kerîm îmtyaz
ḧeqîqî serfen ce umûr dîn
mecazî serfen ce gemî û martîn
ḧeqîqî mutî’ řoḧ eqdesen
mecazî mutî’ nefis encesen
ḧeqîqî ce şer’ kerden îctîhad
mecazî qanûn zułimş kerd guşad
ḧeqîqî me’mûr zat yezdanen
mecazî mutî’ nefis û şeytanen
ḧeqîqî xaney uxraş te’mîren
mecazî umûr dunyaş tesxîren
ḧeqîqî ḧeyran sun’ bêçûnen
mecaz ne sîfet hewa û payûnen
ḧeqîqî terîq uxraş guşade
ce herdû sera «ḧisb almiradErebî» en
mecazî terîq uxraş xeteren
mayeş telẍiraf şemendeferen
be ’îzzet wêt şehenşay şefîq
meker me’yûsim ce ’eqił ḧeqêq
«feqêNasnava edebî» dił meyyał ’eqił ḧeqîq key
teb’iş ne efkar mecaz tefrîq key
îmanş be lutif to ne xeter bo
azad ne ’ezab bend keder bo
tabî’en be dił ’eqił me’îşet
yawa be çihîl megêro quwet
hoş û derk ewsa cêş meban peyda
be ’eqił kamîl mebo huweyda
perê enbya mer êden ḧîkmet
ne sînin çihîl noşan nubuwet
terfî’ řutbey ewlyay kîbbar
neḧedid çihîl sał menmano asar
perê defi’ zen êd kerd teqaza
mesîḧ ce tîflî bew řutbe yawa