becarê małî wêranim beserçû we’deyî jînim

wesîyet
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 1 Xulek  1405 Dîtin
becarê małî wêranim beser çû we’deyî jînim
be nakamî le dinyada be ba çû ’umrî şîrînim
řefîqan tuxwa yek yek le dewrim komełê bigirin...
be yadî ken zemanî zû jyanî sałî pêşînim
be xakî gořekem swênditan edem ey hemnişînanim
legeł tabûtekem sef sef be meḧzûnî bitanbînim
wesîyet bê le seywana biçin teslîm be xakim ken
be tawî zułfî leyla bê dirûnî kifnî řengînim
lenaw qebra demim pirken le xakî řêgekey yarim
newek asman bisûtênê henasey cergî xwênînim
biłên: bew wa’îzey yaran... ke tełqînî minî dada
benawî leylewe tuxwa bixiwênê wîrd û tełqînim
mełên we’dey beserçû mird qesem be xwa û be qur’anî
wekû ferhadî bêçare şehîdî ’eşqî şîrînim