řêwî û mirîşk
mirîşke qułe çwar pênc cûçkî hebû. cûçkekan gewre û keçełe bûbûn. leser darêk le nizîk şînawerdî xawenekeyanewe hełnîştibûn.
mam homerî xawenyan hêşta şewî mabû tułeqendî bird û çû bo řaw. taze mam homer le kendełanekey nizîk şînawerdeke çûbuwe xwarewe. mam řêwî lewlawe peyda bû, gutî:
- beyanît baş mirîşke qułe!
mirîşke qułe wełamî dayewe:
- beyanît baş mam řêwî! bem berebeyane xêre wa bo em laye hatûy?
řêwî gutî:
- xêrandar bî mirîşke qułe! beyanîye, fênk û xoşe. hatim serî dost û aşnayan bidem. were xwarewe ba nextê hełpeřîn û xem le diłî xoman derkeyn.
mirîşke qułe řwanîye lay kendełaneke. mam homer le hîç kwê dyar nebû. gutî:
- herwa be wişkî nabê!
řêwî gutî:
- min goranî dełêm. çiş ba dehoł û zořna û şimşał nebê, qey naka. be goranî hełdepeřîn.
mirîşke qułe gutî:
- başe to des pê bike ta min wirdewrde xom amade dekem.
řêwî destî kird be goranîwtin:
- de xome xome xome, dayk û cûçkan dexome, dinya be keyfî xome.
mirîşke qułe gutî:
- ke wate ba minîş lêrewe bot bistênmewe: mam homerî bin kendî. were seyrî gobendî, be xot û be tułeqendî, kewłî mam řêwî be çendî?
řêwî gutî:
- wa mełê hełpeřkêke têk deçê.
mirîşke qułe gutî dey ca toyş wa mełê ba hełpeřkêke têk neçê.
řêwî gutî:
- eme goranîy řêwîyane. min her goranîy wa dezanim. mebestim hîçî dîke nîye.
mirîşke qułe gutî:
- emey minîş goranîy mirîşkane. minîş her goranîy wa dezanim.
řêwî dîtî dinya xerîkî řûnakbûneweye û bo ew direng debê, gutî:
- başe ba her kamêkman goranîy bo xoy biłê. xêra ke were xwarewe ewa bendêkî dîkeşt bo dełêm. mirîşke qułey pankê, kewte dîzey xwankê, nemawe êsqankê.
mirîşke qułe boy sendewe:
- mam homerî bin kendî, were seyrî gobendî, be xot û be tułeqendî, kewłî mam řêwît be çendî?
mam homer gwêy lê bû. le kendełaneke hate serewe. le dûrewe řêwîyekey dî û tułeqendî tê ber da. ha bîgre, ha derî nekey! aferem tułeqendî.
řêwî çwar qaçî bû, çwarî tirîşî qerz kird û têy teqand. mirîşke qułe bangî kird:
- mam řêwî bêqeza bî! ewe bo kwê deçî? de were hełpeřkêkeman tewaw bikeyn.
mam řêwî le dûrewe be dem řakirdinewe wełamî dayewe:
- qisey toye! hełpeřkê bê şimşał nabê. deçim şimşałjen bang dekem.