kîjołe bogdanka

Li pirtûka:
Koy Berhemî Qizilcî
Berhema:
Ḧesen Qiziɫcî (1914-1985)
 3 Xulek  902 Dîtin

le dêyek kîjołeyekî cwan hebû, nawî bogdanka bû. taqaney dayk û bawkî xoy bû. zor cwan bû. daykî hemû karêkî małewey dekird. małî demałî, çêştî lê dena, cilî deşord. bogdankaş bemla û ewlada dexulayewe. destî le hîç nededa.

kiç gewre bû. xwazbênîker dehatin bîxwazin. daykî be hemûyanî degut:

- bogdankay ême fêr nebuwe kar bika. zor nazdare.

ke eweyan debîst hemûyan degeřanewe. carêkyan pîremêrdêk hat, gutî:

- bîstûme kiçêkî cwantan heye. hatûm bîxwazim bo kuřekem.

daykeke wełamî pîremêrdekey dawe:

- bogdankay ême zor nazare, hîç karêk nazanê.

pîremêrdeke gutî:

- qey na. kar lay ême kes be kesî naka, kê deyewê kar bika ewa deyka. kêyş nayewê ewa dadenîşê.

dway yek dû ḧewtû zemawendyan kird. pêremêrdeke sê kuř û dû bûkî dîkey hebû. řojê dway zemawend hemûyan amade bûn bo karkirdin. bûkeke be cilubergî bûkênîyewe danîştibû. destî le hîç nededa. nîweřo kobûnewe nan bixon. le dewrî sifreke danîştin. bûkeke le kenarewe danîştibû. çaweřwanî ewe bû bangî ken. bûkekanî dîke çêştekeyan hêna, nanyan hêna û lay xezûrekeyan dayanna. ewîş çend kes le dewrî sifreke bûn, nanekey be seryanda dabeş kird. xesuweke gutî:

- ey bo bûkeke?

pîremêrdeke wełamî dayewe:

- ew birsîy nîye. kesêk kar neka birsîy nabê.

dway «nîweřoje» dîsan hemû destyan kirdewe be kar. bûkeke danîştibû. destî le hîç neda. êware ko bûnewe şêw bikenewe. nanyan hêna. dîsan pîremêrdeke nanekey beser ewaneda dabeş kird ke le dewrî sifreke bûn. xesuweke gutî:

- ey bo bogdanka?

pîremêrdeke wełamî dawe:

- ew birsîy nîye. ewey kar neka birsîy nabê

şêwyan kirdewe. qiseyan lewe kird beyanî kê çi karêk bika, paşan řakşan û xêra xewtin. bûkekeş řakşa, bełam le birsana xewî lê nekewt. be zor xoy řagirt ta řoj buwewe. beyanî zû bê çirpe demûçawî şit. mangakanî doşî, gwêrekekanî kirde derewe bo leweřan.

ewanî dîkeş hestan. ke dîtyan bûkeke ew karaney kirduwe, řwanîyane yektir û destyan kird be pêkenîn. bo nîweřoje bûkeke sifrekey řaxist û le řîzî ewanda danîşt. xezûrekey nanekey beş kird û beşêkî zorî da be bogdanka û gutî:

- bûkê! emro le hemuwanit zyatir kar kirduwe. ewa beşî zor bo toye.

yek dû ḧewtû řaburd. bûkeke bedrêjayî řoj hełdesûřa û karî dekird. ḧewtûy sêyem daykî û bawkî be mîwanî hatin. xêzaneke ke dîtyanin çûne ḧewşe pêşwazîyan lê biken, bûkeke le pêş hemuwanda derpeřî. derwazekey kirdewe û xêra bangî kird:

- daye! bawe! xêra dabezin û dest biken be kar. êre wekû lay xoman nîye. lêre her kesê kar neka, nanî nadenê.