řêwî û qaz

Li pirtûka:
Koy Berhemî Qizilcî
Berhema:
Ḧesen Qiziɫcî (1914-1985)
 2 Xulek  1003 Dîtin

řêwîyek berebeyan hesta. řoyşit bo lay çem û mêşełanêk û kewte milumo. ke le çemeke nizîk buwewe, dîtî yewa qazêkî sipî û cwan û qełew beser awekewe degeřê: gutî:

- beyanît baş qazî azîz!

qaz wełamî dayewe:

- beyanît baş mam řêwî!

- bem beyanîye zuwe û bem sermaye lenaw ew awe sardeda çi dekey? were wişkayî ba tozê gerimit bêtewe û nextêkîş be yekewe qise bikeyn.

- min be awî sard řahatûm. sermam nabê. fermû qise bike, lêrewe gwêm lêye.

- demzanî to lem nawey hatûm bo lay to; beşkim wekû dostêkî be’emek yarmetîm bidey.

- dyare ême çakey toman le çawe û le ḧast to be’emegîn!

- fermû bizanim pêdawîstît be çîye?

- hîç nîye bînême jêr serim. milim řeq buwe. nextê peřupom bideye bo serîn.

- bedaxewe direng hatî. pêş pêy to kabrayek hat herçî peřupoy zyadim hebû hemû kiřîy.

- xo hêşta peřupot zor pêweye. lewane beşim bide.

- ewaneşî lê selem kirdûm.

- ewe kêye wa bem beyanîye zû, le pêş minda geyştote êre?

qazeke çawî gêřa bew naweda kabray řawkerî be tancîyekewe ke hêşta bew naweda degeřa be řêwîy nîşan da û gutî:

- a yew pyaweye.

řêwî berew paş kişayewe. kilkî gite gełozî û xerîk bû xoy bidozêtewe. qazeke gutî:

- mam řêwî! ewe bo kwê deřoy? bigeřêwe qisey legeł bike. şitêkî zyadî biderê û lêy bikřewe. pyawêkî başe û legełit řêk dekewê.

řêwî be dem řakirdinewe wełamî dawe:

- bo to ke lenaw çemda mele dekey řeng bê pyawêkî baş bê, bełam bo min kabrayekî êskiqurse. namewê sewday legeł bikem.

emey gut û bo xoy derbaz bû.