«leşkerkêşanî ałî kuřî memendî feqê weys be tołey babî bo ser mela nebî»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  664 Dîtin
mamendî feqê weys ke kujra
ew bûyî kuřêkî çust û wirya
zanayê le ḧucreda feqê bû
bo ceng û heraye ser řeqî bû
bîstî kewe babekey kujawe
bo mał le xwêndinî geřawe
nêwî debrawe her be ałî
dey dî ke le bab cê be xałî
deygirtewe ew şuwên û cêgay
wek bapî be hoş û hîmmet û řay
azaw û şeřanî û be ẍîret
ew bo we begewre bo ’eşîret
dewr û berî çen gelî kelê bû
çaw sûrî ewane her feqê bû
koy kirdewe qoşen û sûpaye
řoyştewe bo şeřî melaye
ew çû le xwên behayî babî
des da le xezałe ya le babî