«wełamî xezał»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  460 Dîtin
deyfermû be las řabweste
ew destî dedaye yek meqeste
deybiřyewe lispe mûyî tarî
deydawe be las yadgarî
ta yadî xezał bew muwane
ew lawe bika le bałekane
şew takû beyanî lew bika bîr
bigrît û bewane xo weka jîr
ew mûyî ke des dedaye bênî
lê kirdin û çowe bo şwênî
zistane be hoyî ew muwane
dejyawe le xakî bałekane
bo xoy û be mame řeş beharê
ew hatewe bo hewarî yarê