«mał awayî las le xezał û çûnewe bo bałekan»
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
631 Dîtin
ew lase be yarî şox û qij kał
fermûyî ewa minîş berew mał
řê degirim û řû dekem le gundim
bo řêge biřîn zor tundim
zistane le gundî naw pirdan
nayêmewe êre xo be qurban
îznim bide ey perî beharê
gwê mişke ke bû gełayî darê
min ew deme debme teyrî germên
bo ew kej û ew çyayî bijwên
xo dêmewe her heweł hewarit
binwaře beharê to le yarit