«çûnî ’êlî mela nebî bo hewarî sêwe sûrê»
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
595 Dîtin
’êl barî le dêwe taze kirdibû
wêsta le hewar hełnewr bû
ew taze heware bê leweř bû
bê şînke û sewze bizin û meř bû
ser hoz mela nebî, hełî da
deybestewe çadrî le ber ba
deydî le dem xiř û nwałe
beybûn û wenewşew wihełałe
çen core kiłukî sûr û ałe
lêy bû be beheşt ew meḧałe