«taney las le mame řeş lemeř giryanî»
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
661 Dîtin
ew lase gutî le bo dekey şîn?
bo merg le êwe nenge nałîn
pyaw ew heye řû bika le mergî
xwênawî ẍem ew nexate cergî
ew mirdine wergirê be merdî
řû geş newe kû be gone zerdî
dinyayî gyane şîn û sewze
bê beş le leşî quřîn û qewze
bo mirdine ew kesey pyawe
wêstawe le sengerê xizawe
dêwezmeyî merg bê le ser řêy
lew deştewe pêş û nařewê lêy