«tanûtdanî lasî le xoy lemeř sistibûnî le şeřî mame řeşda»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  675 Dîtin
lew layewe las deyřiwanî
ew řoje le daw û fêłekanî
zanî kewe mame řeş řeşîde
fermandeye boye bo terîde
êware ke tînî taw laçû
ew lase be řiq le xoyî da çû
dey dawe le xoyî tîr û tane
key wabuwe şeř degeł çetane?
bew core ke şeř bikey le meydan
gîrawî bizane to be cerdan
ew kateye ger le ẍîretî min
kem bêtewe guł dekey be dujmin
bew bîrewe tîj ebû le şêrî
deygut ke weha debê dilêrî
lew cerdeyî ger meçek dedawe
kêşay be tekan bû be qawe
lew bendene ne’retey ke lêda
çen sûřî le dewrîy xoyî pê da
çokêkî le ’erizda û pêçay
yadî le xezałe kird û hênay
merdane ḧewayî da le ’erzî
deykird biłind û cerde lerzî
deydawe le ’erz her wekû sîng
ejnoyî be řiq denaye ser sîng
destêkî le nêw mila werêna
bo kuştinewe xencerî derêna
kêşayî ke tîẍ cerde girya
wek hewre le kin miroyî wirya